Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen hêjayî Xelata Fîzîkê ya Nobelê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’
Rojane

Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

DEM Partiyê ku bi dirușma "Gavek ji bo Aştiyê li gelek bajaran meş li dar xistin; bang kir ku statûya Rêber Apo bê naskirin, girtiyên siyasî bên berdan û di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavên berbiçav bên avêtin

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

 

WAN

Li Wanê bi hezaran kes bi pêşengiya jin û ciwanan meşiyan û pankarta “Ciwan Rebêrê xwe dixwaze” hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt diyar kir ku piştî banga 27’ê Sibatê Tevgera Azadiyê gav avêtine lê dewletê ti gavek neavetiye. Kurt bang kir ku divê xespa qeyûman bi dawî bibe, girtiyên siyasî bên berdan û statûya Rêber Apo bê naskirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê bi hezaran kes li Taxa Cûdî civiyan û bi stranên kurdî govend girtin. Girseya gel ber bi Meydana Çarçirayê ve meşiya. Parlamenter Mehmet Zeki Îrmez diyar kir ku têkoşîna wan ji bo komareke demokratîk e û got ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê dabînkirin. Çalakî bi girtina fenerên telefonan bi dawî bû.

ÇEWLIG

Gel li ber Mizgefta Haci Hidirê li hev civîna û heta Qada Bajêr meşiya. Di dema daxuyeniyê de hin kesên ku di bin parastina polîsan de bûn hewl dan provokasyonê bikin. Piştî bûyerê, li ser navê partiyê Omer Faruk Hulaku axivî û diyar kir ku ew ê bi gavekê re nemînin û ber bi aştiyê ve bibezen.

DÊRSIM

Rêxistina DEM Partiyê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiya û pankartên kirmancî (zazakî) û tirkî hilgirtin. Hevserokê Bajêr Ozcan Ateş diyar kir ku piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an, Tevgera Azadiyê agirbest ragihandiye û biryara feshê girtiye da ku çekan berde, lê hikûmetê ti gaveke berbiçav neavetiye.

RIHA

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi hezaran kes ji Novada Parkê heta Gola Masiyan meşiyan. Di meşê de postereke mezin a Rêber Apo hat vekirin û peyamên aştiyê hatin dayîn. Teksta daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu ve hat xwendin.

MELETÎ

Welatî li Çerxerêya Kolana Akbayê hatin bal hev û bi dirûşmên mîna “Ji şer re na, a niha aştî” heta Çerxerêya Emeksîzê meşiyan. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Bajêr Musa Gurz ve hate xwendin.

DÎLOK

Li navçeya Şehîtkamîlê, ji herêma Cinderesiyê heta Nexweşxaneya Ankayê meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo Aştiyê” hat hilgirtin û girseyê gelek caran dirûşmên ji bo silavkirina Îmraliyê berzkirin.

ÎZMIR

Meş ji Qada Komarê dest pê kir û heta Meydana Gundogduyê berdewam kir. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserok Fulya Erdogan ve hat xwendin. Paşê Parlamenter Îbrahim Akin axivî û bang kir ku li parlamenê komîsyonek bê avakirin, zagonên pêwîst bên çêkirin û dengê aştiyê li qadan hîn xurttir bibe.

COLEMÊRG

Ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta Navenda Kar a Zagrosê meş hate kirin. Di meşê de Parlamenter Onur Duşunmez, nûnerên ÎHD’ê û Dayikên Aştiyê cih girtin. Duşunmez diyar kir ku heke gel mil bide milê hev, aştiya mayinde dê hem ji bo vî bajarî hem jî ji bo hemû welat ava bibe.

MÛŞ

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşek ji xeta Yeşilceyê heta Taxa Yeşilyurtê hat lidarxistin. Gel bi klaman govend girtin û pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Ji bo birêz Ocalan statû” hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajêr Çîçek Tutuş ve hate dayîn.

ERZIROM

Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Qereyazî meşek li dar xist. Gel ji ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta Mizgefta Navendî meşiya û daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Erziromê Barış Kemaloglu ve hate xwendin.

BEDLÎS

Meş li navçeya Tetwanê ji ber Mala Mamosteyan heta qada fûarê ya li ber golê hate kirin. Parlamenter Huseyin Olan beşdarî meşê bû û bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk; Olan diyar kir ku divê mercên guncav ên xebatê ji bo Rêber Apo bên amadekirin.

AGIRÎ

Gel ji Pirtûkxaneya Giştî ya kevin heta serê Kolana Komarê meşiya. Parlamenter Heval Bozdag bang li desthilatdariyê kir ku mafê Kurdan û kedkaran radestî wan bike. Beşa tirkî ya daxuyaniyê ji aliyê Serhat Yilmaz Koroglu ve, beşa kurdî jî ji aliyê Şîlan Turga ve hat xwendin.

ERDEXAN

Ji stadyuma bajêr heta avahiya PTT’ê ya navendî meşek hat lidarxistin. Gelek welatî û nûnerên saziyan beşdar bûn û di dirêjahiya meşê de dirûşmên mîna “Bijî aşitî” hatin berzkirin. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.

ÎDIR

Çalakî li ber avahiya partiyê bi def û zirneyê û govendê dest pê kir. Paşê girseya ku Parlamenter Yilmaz Hun jî di nav de bû, bi dowîzên wekî “Demokrasî, wekhevî, dad” û “Jin, jiyan, azadî” heta Bulvara Zibeyde Hanim meşiya.

QERS

Welatî li Kolana Faik Bey hatin bal hev û ber bi Parka Parêzgeriyê ve dest bi meşê kirin. Parlamenterê Wanê Mahmud Dîndar û rêveberên partiyê beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de girseyê bêtir dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana zindanan berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin
Nûçeya Pişt re Li Amedê meşa aştiyê: Divê bi lezgînî qanûna çarçoveyê bê derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şengalê: Kes nikare Çira me vemirîne

Dayikên Şengalê li ber êrişa dewleta Tirk a li ser kedkarên çapemeniya Şengalê rabûn û…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hîlala Zêrîn û TEV Çand: Em ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin

Hîlala Zêrîn û TEV Çand bertek nîşanî êrîşa li dijî kesên ku li ber stranên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE, xwe ji bo endamtiya Ûkrayna û welatên din amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?