În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin
Rojane

Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin

Li Stenbol, Edene, Mersîn, Amed û Dîlokê li dora agirê Newrozê hatin pêxistin govend gerandin û banga beşdarbûna pîrozbahiyên mezin ên Newrozê yên ku di 22’yê Adarê de werin lidarxistin hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li navçeyên Beyoglu, Bagcilar, Kagithane û Sultanbeyli yên Stenbolê, navçeyên Pîran û Xana Axpar ên Amed û li Edene, Mersîn û Dîlokê Newroz hatin pîrozkirin.

Gel li dora agirên Newrozê govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Newroz pîroz be” û “Şehîd namirin” berz kirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo endamê Desteya Hevserokatiyp ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim dest pê kir. Di pîrozbahiyê de, banga beşdarbûna pîrozbahiyên navendî yên Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de werin lidarxistin hate kirin.

 

STENBOL

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Beyoglu, Bagcilar, Sultanbeylî û Kagithaneyê pîrozbahiyên Newrozê li dar xist. Li her çar navçeyan de bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn.

Li Bagcilarê gel li rêya meşê kom bûn, bi gerandina govendê Newrpz pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Gel di govendê de dirûşmeya “Newroz pîroz be” berz kir.

Paşê jî di şexsê Salih Muslum de ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê rêz girt. DI pîrozbahiyê de wêneyên Salih Muslim hate vekirin.

Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em di rojên xemgîn de derbas dibin. Şehadeta Salih Muslim me xemgîn kir. Em ê bi agirê Newrozê bi ser bikevin. Newroza îsal Newroza azadiyê ye, azadî jî bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd dê pêk were.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

        

EDENE

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, bi beşdariya bi sedan kesan li taxa Ova ya Seyhanê Newroz hat pîrozkirin. Berî ku agir were pêxistin, girseyê li ber stranan govend gerand. Bi sedan kes ji ciwan bigire heta mezinan, li dora agirê Newrozê kom bûn. Beşdaran dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo”  berz kirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya di pîrozbahiyê de axivî û Salih Muslim bi bîr anî. Helîn Kaya behsa girîngiya Newrozê kir û got, “Werin em hemû bi hev re agirê azadiyê pêxin.”

Di axaftinan de banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 22’yê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Mimar Sinan were lidarxistin, hat kirin.

MÊRSÎN

Li taxa Çilek a navçeya Akdenîzê û taxa Kurdalî ya navçeya Toroslarê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Mazlûm Dogan, Sema Yuce û Rahşan Demîrel hatin hilgirtin. Pîrozbahiya ku bi sedan welatî beşdarî agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di de axivî û got, “Em hemû hevalên xwe bi ruhekî Kurdistanî, bi hevrêtiya Kurdistanî, bi ruhê yekîtîya Kurd silav dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê yê Akdenîzê Şîrîn Eruncak diyar kir ku wan bi ruhê têkoşînê ya ku Rahşan û Mazlûm dane, Cejna Newrozê pîroz dikin Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kuş jî di pîrozbahiyê de axivî û Salih Muslim bi bîr anî û got, “Ez kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Di axaftinan de banga beşdarbûna pîrozbahiyên ku wê di 22’yê Adarê de li qada Cejna Newrozê ya Tirmil were lidarxistin, hat kirin.

Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

LI XANA AXPARÊ MEŞA BI MEŞALE

Welatiyên li taxa Kela Gabana ya navçeya Xana Axparê ya Amedê tevî barana zêde Newroz pîroz kirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Xana Axparê, hevşaredarên Xana Axparê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girse bi meşaleyan heta girê dîrokî yê Mîr Xidir meşiyan. Piştre, li ser girê agir hat pêxistin û bi gerandina govendê Newroz hat pîrozkirin.

DÎLOK

Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Gazîkentê bi dirûşmeya “Newroz pîroz be” şahiyek li dar xist. Şahî bi berzkirina “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li bajarên Cizîrê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 15’Ê ADARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê û şervanê QSD’ê Karker Kobanê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

Li paytexta Federasyona Rûsyayê, Moskowê, Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” ya Hunera Parçedoziyê, li avahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

YNK û Nifşê Nû bi merasîmekê hevpeymaniya bi navê ‘Hevsengî û Vejîn’ a di navbera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?