Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir û Dirbêsiyê piştî biryarên têkildarî perwerdeya bi zimanê kurdî û bûyerên ku duh (16 Mijdar) li Zanîngeha Rojava rû dan û êrişa li ser xwendekaran, însiyatîfên gel û saziyên sivîl, jin û xwendekaran çalakî li dar xistin.
ÇILAXA
Însiyatîfa Gel a li bajarê Çilaxa li pêşiya Meclisa Bajarê Çilaxa, bi amadebûna xwendekar û endamên saziyên li bajêr daxuyaniyek da, daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Sîmav Mihemed û bi zimanê erebî ji aliyê Henîfa Silêman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman esasê nasname û eynika dîroka gelan û çanda wan e, zimanê kurdî beşeke resen a hebûna gelê Kurd, mafê wan ê dîrokî û çandî ye, daxuyanî û helwestên dawî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li beramberî zimanê kurdî cihê şermezariyê ye, ew ne li gorî perensîbên demokratîk, edalet û wekheviyê ye, ew ne li gorî daxwazên Sûriyeyan ê ji bo avakirina siberojê ye.
Însiyatîfê banga misogerkirina destûra nû ya Sûriyeyê, naskirina zelal a bi zimanê kurdî, misogerkirina mafê perwerde, rêveberî û jiyana giştî kir.
GIRKÊ LEGÊ
Li bajarê Girkê Legê Însiyatîfa Gel li Qada Şehîd Xebat a li bajêr daxuyaniyek xwend, daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Mihemed Emîn Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de biryarên girêdayî entgreya bi darê zorê, hewildanên ferzkirina rewşên îdarî û akademîk ên nû bêyî girtina ber çavan a ji bo taybetmendî û destkeftiyên xwendekaran hat redkirin, hat destnîşankirin ku êrişa ku rû da li dijî rûmeta xwendekar û desteya perwerdeyê bû, ew gefê li siberoja perwerdeyê li herêmê dixwe, divê Zanîngeha Rojava wekî saziyeke akademîk a serbixwe bimîne.
Însiyatîfê bang li rêxistinên xwendekaran, desteyên hiqûqî û saziyên akademîk ên xwecihî û navneteweyî kir ku li kêlek xwendekaran rawestin û rê li ber dubarekirina van êrişan bigirin.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê, Fakulteya Çand û Hunerê ya Jinan bi beşdariya xwendekaran daxuyanî da, daxuyanî ji hêla Xwendekar Rîmav Pîrê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku Zanîngeha Rojava serxwebûyîna xwe ya akademîk û îdarî di nava pergala perwerdeya bilind a Sûriyeyê biparêze û nebe girêdayî Zanîngeha Firatê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê kurdî nasname û çanda gelê Kurd e, divê destkeftiyên wê yên perwerdehî û çandî bên parastin.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo xwendekar ji Çerxerêya Osman Sebrî heta ber bi Zanîngeha Rojava meşiyan, di xwepêşandanê de girêdana xwe ya bi zimanê kurdî nîşan dan.
Xwendekaran sloganên ku bang li parastina zimanê kurdî û pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dike, berz kirin, her wiha piştgiriya xwe ya bi zanîngehê re nîşan dan.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê Meclisa Bajarê Tirbespiyê li pêşiya Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da, daxuyanî bi amadebûna şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl hat dayîn û ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Xaliya Xişo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de meclisê piştgiriya xwe ya bi Zanîngeha Rojava re nîşan da, da zanîn ku zanîngeha ne avahi û sazî ne, ew temsîla siberoja nifşan dike, mafê ku tê xwestin divê li dûrî siyaset û nakokiyan bê dayîn, divê dengê xwendekar nebe gef ji kesekî re, ew xwestina maf e ne sûc e.
Şêniyên Tirbespiyê piştgiriya xwe ya ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava nîşan da û diyar kirin ku zanîngeha devereke zanist û diyalogê ye, ne ciheke ji bo tundî û ferzkirina biryara ne, îradeya xwendekaran ji biryarên hatine ferzkirin mezintir e.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê, Kongra Star li pêşiya nivîsgeha xwe ya li bajêr daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a Bajarê Dêrik Canê Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwendekar ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê daketin kolanan, ew daxwazên xwe bi awayeke demokratîk kirin lê ew rastî tundî û êrişan hatin, çareserî bi gundiyê pêk nayê, ew bi diyalog, wekhevî û rêzdariyê pêk tê.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê xwendekar ji bo ku piştgiriya xwe bi xwendekarên zanîngehê re nîşan bidin, xwepêşandan li dar xistin, xwendekar li kolanan geriyan û gihîştin pêşiya Navenda Çand û Hunerê, li wê deverê çalakiyeke protestokirinê li dar xistin û di çalakiyê de xwendekarê bi navê Îsmaîl Hisên daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de banga misogerkirina mafê zimanî û çandî yê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê û naskirina zimanê kurdî hat kirin, daxwaz ji aliyên peywendîdar hat kirin ku berpirsyartiyê rakin û xwendekaran biparêzin.
Her wiha daxwaz hatin kirin ku rêzdarî li beramberî pirrengiya zimanî û çandî bê pêşkêşkirin.
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temirê Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya çerxerêya Şaredariyê ya li bajêr bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan daxuyaniyek da.
Meclisê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya bê şert û merc a ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava pêşkêş kir, da zanîn ku ew hewildanên ferzkirina yekkirina zanîngehan bi dare zorê û girtina biryaran red dikin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku rêzdarî li beramberî îradeya xwendekaran bê girtin, ji bo çareseriya nakokiyan diyalog bê kirin.

