Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, navenda erdhejê peravên eyaleta Kumamoto ye. Di pîvanga ‘shindo’ de ku mezinahiya erdhejên li Japonyayê dipîve, erdhej di ser 7 pileyî de hate nîşandan.
Rayedaran hişyarî dan ku piştî erdhejê bi bilindaniya metreyekê dibe ku pêlên tsunamiyê rabin.
Hikumeta Japonyayê her wiha ji bo Kumamoto, Nagasaki, Kagoshima, Fukuoka, Saga, Oita û Miyazakiyê hişyariya lezgîn a erdhejê weşand.
Li ser encama erdhejê daxuyaniyeke fermî nehate dayin. Rayedaran diyar kirin ku rewş ji nêz ve tê şopandin û ji mirovên li herêmên peravî dimînin xwestin ku guh bidin hişyariyên fermî.

