Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li Kanîreşê mîtîng: Em ê destûr nedin talanê
Civak & Ekolojî

Li Kanîreşê mîtîng: Em ê destûr nedin talanê

Li Kanîreşê li dijî talana ekolojiyê, meş û mîtîng hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk meş û mitîng hate lidarxistin. Wekîlên DEM Partiyê Omer Faruk Hulakû, Ayten Kordû, Sûmeye Boz û Kezban Konukçû, endam û rêveberên sazî û nûnerên hiqûqî, odeyên pîşeyî, komeleyên Ekolojiyê, komeleyên Elewiyan, parêzvanên xwezayê di nav de bi hezaran kes tevlî meş û mitîngê bûn.

Girseya ku li Xaçerêya navçeyê li hev civiya dest bi meşê kir. Meşa ku bi berzkirina dirûşmên parastina xwezayê û axê dest pê kir, heya ber avahiya Şaredariya Kanîreşê berdewam kir. Di meşê de pankartên “Em ê jîyanê bi parêzin”, “Em ê rê nedin jeotermalê”, “Em jeotermalê naxwazin” hatin vekirin û her wiha dowîzên “Pişgirtî dide jiyandin”, “Ne Tonî, ne Conî, ne HES, ne jî JES gerek bibin yek her kes”, “Parastina gundê me parastina pêşerojê ye” hatin rakirin. Dirûşmên “Bêdeng nemîne hûn bêdeng bimînin dê dor were we”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Piştî meşê mitîng hate lidarxistin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû ku ewilî di mitîngê de axivî, diyar kir ku gel ji bo parastina paşeroj, ax û ava xwe li qadan e û wiha got: “Em ê nehêlin ev talan pêk were. Heqîqeta me, heqîqeta berxwedanê ye. Gelê me yê ku herikî qadan û li ber xwe dide, rê neda hişmendiya talanker a sermayeyê. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Em ê tevî we, li dijî kujerên zarok, jin û xwezayê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna we, têkoşîna me ye. Duh Gimgim, îro Kanîreş û sibê em ê ji bo Dêrsimê li qadan bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî mîtînga me ya li Stenbolê jî bibin.”

Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu jî silav ji berxwedêrên Karadeniz û Egeyê re şand û wiha got: “Sermayeyeke Amerîkayî dixwaze axa me tune bike. Yên ku erdnîgariya gel pêşkêşî emperyalîstan dikin bila bizanibin ku ew ê bi wan re biçin. Em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeye Boz bal kişand ser talana sermayeyê û got: “Emperyalîst dijminê xweza û mirovan in. Em ê li Kurdistanê rê nedin talanê. Em ê tu carî nehêlin ku qadên jiyana me tune bikin. Yên ku li ser vê axê najîn, tenê ji bo qezanckirina pereyan tên û dixwazin axa me tune bikin. Em ê tu carî rê nedin vê yekê û em ê wan ji Kurdistanê derxînin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî bi bîr xist ku dema dewlet li axê dinêre rantê dibîne, lê gel jiyanê dibîne û got: “Duh gelê Gimgimê, îro gelê Kanîreşê li qadan li ber xwe dide. Ev gel bi salan e li dijî zext û zilmê li ber xwe dide. Dema ku ew li axa me dinêrin pere û rantê dibînin, lê em jiyanê dibînin. Kes nikare jiyanê ji destê me bigire.”

Hulaku bal kişand ser karesata madenê ya Îlîçê û wiha axivî: “Ez bi xwe şahidê bêhiqûqiya li Îlîçê bûm. Rayedarên fîrmaya Amerîkayî yên bûn sedema mirina 9 karkeran nehatin darizandin. Niha dixwazin heman tiştî li vir bikin. Em ê bi yekîtiyê rê nedin vê talanê. Em ê bi yekîtiyê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Di mîtîngê de helbestên Ahmed Arif hatin xwendin û piştî axaftinan Koma Birîndar derket ser dikê. Mîtîng bi gerandina govendê û dirûşmên “Bijî têkoşîn” û “Bijî raperîn” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÇEWLÎG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan li çar bajaran civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ du meh li pey xwe hiştin

Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ / ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ 5’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di qezayên leşkerî de û li cihên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li navçeya Elkê ya Şirnexê şewat derket

Li devera Hergûriyê yê gundê Çêmanê yê navçeya Elkê şewat derket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Gimgimê li dijî projeya JES’ê banga 2’yê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê di roja 176’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Ûrmiyeyê lehî rabû: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Amedê berxwedana li dijî projeya GES’ê: Nobed hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?