Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kantona Firatê ji bo şehîd Sara Dilsoz konê sersaxiyê hat vedan
Rojava

Li Kantona Firatê ji bo şehîd Sara Dilsoz konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan xelkê Kantona Firatê, nûnerên saziyan û sivîl serdana konê sersaxiyê ya têkoşera PJAK’ê Emîne Elî (Sara Dilsoz) kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi sedan xelkê kantona Firatê û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nûçegihanên li kantonê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şehîdê PAJKˊê şehîd Emîne Elî. Kon li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan.

Duh, HPGˊê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Sara Dilsoz (Emîne Elî) a ku di 18ˊê Adara 2020ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, ragihandibû.

Di merasîmê de li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya endama Nivîsgeha Perwerdê Fatin Mihemed axivî û got: “Bi xemîngî, em Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya sersaxiyê ji malbata şehîd Emîne Elî re dixwazin. Fedakariya şehîdan dîroka azadiyê dinivîse û ew hêzê dide me ku em rûbirûyî astengiyan bin û tîne bîra me ku azadiyê nayê dayîn, lê bi fedakariyan tê standin.”

Fatin di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Em jinên ji vê civakê, soz didin şehîd ku rêya şoreşa ku di oxira wê de şehîd bûye bişopînin û bîranîna wê di wijdana me de nemir bimîne û bi peyama wê re dilsoz bin.”

Li aliyekî din jî, ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih El Hindawî axivî û diyar kir ku şehîd ew in ku destanên lehengiyê di her cih û demê de nivîsandine û şahdeta ku bi xwîna xwe ya paqij bi dest xistine wê di dîrokê de bîranînek nemir bimîne.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin (YRA) Neda Mihemed jî wiha got, “Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî dostên wê yên di eniyên şer û qada xebatê de piştgir dabûnê re, dixwazin. Şehîd Emîne bi rihê xwe yê coş di çiyayên bilind de têkoşiya, weke çawa çiya asîmanê hembêz dike ew jî azadiyê hembêz dike. Emîne red kir ku jiyaneke normal bijî û xwest bibe sembola azadî û finda ku rêya civaka xwe ronî dike.”

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî jî sersaxî da malbatên şehîdan û got “Şehîd namirin.”

Zelîxe da zanîn ku şehîd Emîne di warê ragihandinê de kar kiriye, lê piştî Şoreşa Rojava nas dike, biryarê dide ku tevlî têkoşîna çekdarî bibe û tevlî tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Zelîxe di dawiyê de got: “Em ji vê cihê pîroz, soz didin şehîd û tevahî şehîdên xwe ku peyam û têkoşîna we heta pêkanîna serkeftin, edalet, rizgarkirina xakê û avakirina Sûriyeyeke pirreng a demokratîk a nenavendî bidome.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 3’Ê ÎLONA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayê HPG’ê yê li Licê şehîd bû li Sêrtê hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Botan Osyan (Fehmî Başkûrt) ê li navçeya Licê y Amedê di şerê dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê kampanyaya paqijiyê

Bi boneya Roja Cîhanî ya Paqijkirinê, ji bo paqijkirina bajarê Kerkûkê kampanyayek hat lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera ‘Em her tiştî bloke bikin’:Bi sed hezaran kes daketin kolanan

Çalakiyên ‘Em her tiştî bloke bikin’ ên li seranserê Fransayê tên lidarxistin, li seranserê welet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mezlûm Ebdî peyama perwerdehiya Kurdî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MAF-DAD: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sûcên şer hincetên maqûl hene

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?