În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li Kolombiyayê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çalakî
Cîhan

Li Kolombiyayê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çalakî

Di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya “Riseup 4 Rojava” û “Women Defend Rojava” de, di navbera 25’ê Çile û 1’ê Sibatê de li Abya Yala’yê çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Berî ku kampanyaya çalakiyê ya cîhanî ya ji bo Rojava bi dawî bibe, li paytexta Kolombiyayê Bogotáyê, li gorî bangewaziya “Riseup 4 Rojava” û “Women Defend Rojava”, gelek rêxistinên civakî, pêkhateyên femînîst, sendîkayên karkeran û komeleyên xwendekaran ên li bajêr bi awayekî kolektîf û têkoşerane “Roja Piştgiriyê” li dar xistin da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.

Di 30’ê Çileyê de li Zanîngeha Pedagojiyê kom bûn çêbû. Li wir nîqaşeke agahdarkirinê li ser rewşa heyî ya Rojava hate kirin. Beşdaran piştî ku pirsên xwe li ser pêşkeftinên nû kirin, li ser Peymana nû ya Rêveberiya Xweser nîqaş kirin. Piştî nîqaşê, atolyeyeke dansa gelêrî ya Kurdî hate lidarxistin ku tê de beşdaran dansên kevneşopî yên Kurdistanê fêr bûn û pêşkêş kirin.

Piştî atolyeya dansê, beşdaran pankarteke mezin amade kirin ku li ser wê ev nivîs hebûn:

“Bi şoreşa jin û gelan re Abya Yala li kêleka Rojava ye; Kobanê û Rojava li ber xwe didin!”

Piştî wê, ji Zanîngeha Pedagojiyê heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşeke protestoyê hate kirin. Beşdaran li ber Konsolosxaneyê kom bûn û daxuyanî xwendin ku êrîşên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk ên li ser Heleb û Rojava şermezar dikin. Deriyên konsolosxaneyê bi van sloganan hatin boyaxkirin: “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava!”

Piştî wê, beşdaran li derdora qada çalakiyê ji kesên derbas dibin û niştecihên taxê re belavok belav kirin ku di derbarê  rewşa Rojava de agahî parve bikin. Piştî axaftinan, çalakiyeke çandî hate lidarxistin. Komek li ber Konsolosxaneyê dansên gelêrî yên Kurdî û yên Abya Yala pêşkêş kirin, komeke din jî li ser erdê li ber konsolosxaneyê nivîseke mezin xêz kir. Di nivîsê de ev gotin hebûn:

“Ji Abya Yala’yê em Kobanê diparêzin, em Rojava diparêzin, em jiyanê diparêzin!”

Di daxuyaniya çalakiyê de ev tişt hatin gotin: “Bi vê çalakiyê em êrîş û planên tunekirina dewleta Tirk, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên HTŞ’ê yên li dijî gelê Kurd û gelên din ên di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn şermezar dikin. Em wek jin û gel dengê xwe bilind dikin; em rola DYA’yê, Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê di vê qirkirin û dagirkeriyê de jî şermezar dikin.”

Di dawiya çalakiya hunerî de daxuyaniya hevpar bi van gotinan bi dawî bû: “Em bi şoreşa Rojava re û bi gelê Kurd re yê ku her roj li dijî êrîşên emperyalîzmê, tundiya dewletê û fundamentalîzmê li ber xwe dide di nava piştgiriyê de ne. Em wek gelên Abya Yala şer red dikin û em dibêjin ku tu gel bêyî ku hemû gel azad bibin azad nabe. Em ji Bogotá, Kolombiyayê bang dikin: Bijî Şoreşa Rojava!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Ehmed Kerkukî sembola berxwedana netewî ye
Nûçeya Pişt re Ji Akademiya Jineolojiyê ji saziyên navnetewî re dosyayê sûcên şer
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber ku Elewî ye, hewl hate dayîn ku serê wî bê jêkirin

Li bajarê Tartus ê Sûriyeyê hewl hate dayîn ku serê ajokarekî Elewî were jêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li gundeke girêdayî Duhokê barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr acar pirsîn ku beriya 34 salan piştî hat binçavkirin êdî agahî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Yûnanistanê karmendan li dijî buhabûna jiyanê grev dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Awûstralya û Giravên Solomonê peymana li dijî bandora Çînê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?