Li gorî Servîsa Rewşa Lezgîn a Dewletê ya Ûkraynayê, di encama êrişa Rûs de ya li Kramatorskê agir bi herdu otobusan ket û di encamê de 33 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê dest bi dermankirina birîndaran kirin û şewat vemirandin.
Polîsan jî diyar kirin ku bombeyeke Rûsyayê li gel 2 otobusên li ser heman rêyê yê bajêr li avahiyekê jî ketiye.
Di dîmenan de tê dîtin ku yek ji otobusan bi temamî şewitiye û gelek kes mirin.
Serdozgeriya Ûkraynayê ragihand ku piştî êrişê bi gumana “sûcê şer” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gundê Bilenke yê ser bi şaredariya Kramatorskê jî di encama bombardûmanê de 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Kramatorsk ji bo artêşa Ûkraynayê weke yek ji navendên lojîstîkî yên girîng ên li herêma Donetskê tê dîtin. Bajar di sala 2014’an de ji bo demeke kurt ketibû destê alîgirên Rûsyayê, piştre hêzên Ûkraynayê careke din bi dest xistibûn.
Li paytexta Ûkrayna Kîevê jî hate ragihandin ku di êrişên sibeha Pêncşemê de herî kêm 3 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.

