Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Li Kurdistanê jin tên qetil kirin!
Gotar

Li Kurdistanê jin tên qetil kirin!

Kurdistan LEZGIYEVA
Kurdistan LEZGIYEVA Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Heqîqet di kurahîya dîroka me da ye, em di nav heqîqetê de rastîyek veşartî dijîn. Rastiya herî rast jî ew e ku mirov bi bêdawiya jiyanê bawer bike û wê bi rûmet hilgire. Em bûne şahidê gelek camêr û jinên leheng ên ku tevî hemû qirêjiya dîrokê her pak mane. Wan ji me re bingeh dan ku em ne tenê xwe ji qirêjiyê paqij bikin, di heman demê de rastiyê jî biafirînin. Hin ji wan gotin ’em ewqas ji jiyanê hez dikin em ê ji bo wê bimirin’, hin ji wan gotin ‘berxwedan jiyan e’ û heta dawî berdêla berxwedanê dan. Hin keç û xortên leheng bedenên xwe kirin topek ji agir û xwelîyên xwe ji dîrokê re weke mîrateyek hiştin û gotin, ‘pêwîst e layiqî van bin, divê em bi paqijkirina agir bersivê bidin van hemû qirêjiyan’. Hin ji wan jî her şopdarê heqîqetê bûn û li pey xwe heqîqet hiştin…

Hin hevok hene ku dema tên nivîsandin dilê mirov dilerize. Jîyan kirina van hevokên ku dilê mirov dilerizîne çawa ye? Belê; ‘Li kolanên Kurdistan’ê du jîn hatin qetil kirin ‘. Helbet ev hevok ne hevokeke asayî ye. Ew ne vegotineke ji rêzê ya bûyereke asayî ye ku wek rastiyek pêk hatiye. Ev hevok belkî îfadeya herî dijwar e ku mirov bi cesaret li dîroka xwe binêre û paşê ji wijdanê xwe bipirse.  Tenê bi vê hevokê mirov dikare dîroka me ya dused salî ya ku bi rastiya êş, êşkence û qetlîamê ve girêdayî ye were dîtin. Komkujî, şewitandin, kuştin û ya herî bi êş dûrketina ji hebûn û cewhera xwe… Belê, ev hemû îro jî diqewimin, weke ku ji Agirî heta Dêrsim, Şengal û Kobanê nîşan dide. Polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên ku ev du sed sal in li ser Kurdan tên meşandin îro jî dewam dikin. 

Helbet dijmin wê dijminatiyê bike. Lê em vegerin û ji xwe bipirsin; Em wek gelê Kurd hê li benda çi ne? Em ê hê benda çend komkujîyan bibin û bêdeng temaşe bikin? Ma hê çend Zelal, Nagîhan, Gulîstan û Hêro’yan bibin qurban? Ma ne şerme kû li kolanên Kurdistan ê jin tên qetil kirin?   

Qêrîna azadiyê ya jinan divê ji cihên ku bêdengiya bajar û kolanên tarî li me tê ferz kirin derkeve û bihejîne. Jinên Kurdistanê ku vê nivîsê dixwînin, divê baş bizanibin ku ger îro gav neyên avêtin û sloganên serhildanê neyên berzkirin, wê zîhniyeta xiyanetkar û dewletê li meydanan bindest bibe û jin li van axan her mehkûmê mirinê bin. Mirina her jinekî mirina jîyanekî ye. Jîyana her jînekî mirina desthilatî û xîyanetê ye. Loma berê guleyên wan li jina ye. Ma bi rastî ji bilî berxwedan û têkoşînê li welatekî ku ji mirinê pêve tiştek ji mera nehiştine tu rêyek ji bo parastina hebûna xwe heye?

Bila jîyana me neguhere trajediyên tirsnak û domdar. Trajedî çi ye? Wateya hêstirên bêveger, girî, qêrîn, êş, tirs, mirin, wêranî û felakete. Rêber Apo got: “Her bûyerek ew qas bandorker e ku şoreşek hewce dike.” Pêvajo tevlêbûnek piralî, ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser me ferz dike. Em çiqas giraniya pêvajoyê fêm bikin, ewqasî dikarin polîtîkayên dijmin têk bibin. Çiqas hêz bi watedar be, ewqas yekitiya rûhî ava dibe.

Li hemberî jin û gelên azadîxwaz şensê serkeftinê yê dewlet û şer nîne. Her çiqas di dîrokê de êşên giran li jin û gelan dabe jî, lê bi pêşengiya jinan û daxwazên gel ên azadiyê mehkûmî binketin û hilweşînê bûn.  Li hemberî berxwedana jinê ti şensê faşîzmê nîne. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Kurdistan LEZGIYEVA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê bi hinceta ‘strana Kurdî’ 3 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re Hêro Bahadîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê nexweş Acar nayê dermankirin

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Nacî Acar giran dibe. Xwişka Nacî Acar Nebahat Acar xwest,…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Tirbespiyê şehîdekî xwe spart axê

Endamê Erka Xweparastinê Ebdulrezaq Mihemed ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû, li Tirbespiyê bi merasîmeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Lehî û hezaz: Mirî û birîndar hene

Li Kirşehîr, Kayserî, Sêwaz, Konya, Nevşehîr û Mereşê ji ber lehî û hezazê xisareke madî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?