Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Minbicê 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Rojava

Li Minbicê 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku di rêzçalakiyên hêzên wan de 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê çalakiya ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê rojavayê bajarê Minbicê pêk anîne daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di çarçoveya bersidana li hemberî êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û herî dawî komkujiya gundê “Fatsa” rojhilatê navçeya Eyn Îsa hatibû kirin de 3 zarok hatibûn qetilkirin, di komkujiya dubare ya li dijî gelê me yê koçber li herêma Şehba û weke tolhildana şehîdên gundê “Abdûkê” hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe yên leşkerî rêzeçalakiyên serkeftî pêk anîn. Di van çalakiyan de baregehên dagirkeran û çeteyên wî yên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê hedef hatin girtin.

BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN

Di dîroka 24ˋê Mijdarê de hêzên me yên Meclîsa Minbic a Leşkerî çalakiyeke taybet û berfireh pêk anîn. Di vê çalakiyê de baregehên çeteyên artêşa Tirk ên li gundê Biwêhic El-Acemî ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê bûn hedefa şervanên me. Di van çalakiyan de taktîkên serdegirtin, sekvanî û kemînê hatin bikar anîn û di encamê de baregehên çeteyan û wesayîtên wan ên leşkerî hatin îmhakirin. Her wiha hejmarek çekên wan hatin desteserkirin.

Ev çalakiya ku bi awayekî serkeftî pêk hat, baregeheke taybet kir armanc. Hêzên me ketin baregehên çeteyan û ew tarûmar kirin. Li vir pevçûneke dijwar qewimî û di encamê de şervanên me tirs û xofeke mezin xistin dilê çeteyan de. Bi vî rengî hêzên çete belav bûn û hejmarek ji wan dema xwestin ji derbên şervanên me birevin, ketin kemînê û derbên girantir xwarin.

Şervanên me yên ku ji destpêka pevçûnê de însiyatîfa êrîşê di destê xwe de hiştin, refên çeteyan ji hev belav kirin û rê nedan wan ku karibin ji nûve xwe kom bikin. Her wiha hewldanên wan ên revê jî ew ji derba şervanên me xilas nekirin. Piştî ku çalakî gihîşt armanca xwe, şervanên me bi giranî çûn ser cenazeyên tevahî çeteyên ku li hundir û derveyî baregehê hatibûn kuştin. Ev koma çete ya ku fermandarên wan reviyan, vîna wan a şerkirinê şikest û bi temamî hatin îmhakirin.

Di encama vê çalakiyê de 17 çete ku ji wan hejmarek fermandar bûn hatin kuştin û 6 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de 2 wesayît û 3 baregehên leşkerî hatin rûxandin û şervanên me 9 çek ku di nav de top avêt jî hebûn li gel hejmarek belge û telefonên çeteyan desteser kirin.

Ev çeteyên ku ji bermahiya rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê pêk tên û gendeliyên mezin li herêmê pêk anîn, her wiha li bajarê Babê êş û azarên giran bi gelê me dan kişandin ku li dijî wan xwepêşandanên girseyî pêk hatin, çarenûs û cezayê xwe yê pêwîst xwarin.

Piştî ku çalakî bi dawî bû û armancên xwe pêk anî, şervanên me bi awayekî têkûz bê ku tu zerar bigihêje wan vegeriyan baregehên xwe.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) me gelek caran tekez kir ku li hemberî her awayî êrîş û sûcên dagirkerî û çeteyên wê mafê me yê bersivdayîna rewa heye. Li ser vê bingehê jî me dem û cihê guncav hilbijart û bersiva pêwîst da dagirker û neyarên gelê xwe. Ev çalakî nîşaneya dilsozî û lehengiya şervanên me di ber parastina gelê me û tolhildana ji sûcên ku dagirkerî li ser gel pêk tîne, bû. Bi vê wesîleyê em hemû şervanên xwe yên ku beşdarî çalakiyê bûne pîroz dikin û em şanazî û serfiraziya xwe ji ber vê çalakiya wan raber dikin. Ev çalakî wê di rûpelên bi rûmet ên têkoşîna me ya li dijî bermahiyên DAÎŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de were nivîsandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan êrîşî meşa li Stenbolê kirin: 150 jin hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Dersimê 4 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiya li Şêxmeqsûdê li Dêrazorê hat şermezarkirin

Gelê kantona Dêrazorê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî xelkê taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome

Ji ber li şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hate avêtin, çalakiyên ku ciwanan dabû…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên li Girtîgeha Bûcayê ji bo mafê dermankirinê 38 roj in di greva biçîbûnê de ne

Endamên Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn û Oktay Kelebek ên li girtîgeha Bucayê ne, li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?