Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê
Rojava

Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê

Aktivîsta Kongra Îslama Demokratîk Hatîce Kavran, destnîşan kir ku komên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê, bi awayekî sîstematîk jinên Kurd hedef digirin û got ku berxwedana jinan ev yek derbas kiriye û veguheriye tevgereke azadiyê ya civakî û îdeolojîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Rojava û hedefgirtina binesaziya stratejîk ên herêmê re, armanc dike ku şert û mercên jiyanê zortir bike û gel ji xaka Kurdistanê bide koçber kirin. Di çarçoveya van êrîşan de bendava Tişrînê ya ku ji bo enerjiyê ciheke krîtîk e jî hedef tê girtin. Ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve komên cîhadîst ên radîkal ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin, bi taybetî li dijî Kurdan tên bikaranîn.

Aktîvîsta Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Kavran, anî ziman ku rola pêşengiya jinê ya di şoreşa Rojava de ne tenê di aliyê leşkerî de, di heman demê de veguhertineke civakî û îdelojîk jî çêkiriye. Hatîce Kavran, destnîşan kir ku ji ber tehemûla komên cîhadîst û Tirkiye li hemberî têkoşîn û biryardariya aktîf a jinan a li eniyê nîne, bê navber êrîş dikin û got, “Ev kom, parçeyek ji avahiyên çeteyan ên ji qetilkirina Hevrîn Xelef û bi sedan jinên Kurd berpirsyar in. Her wiha beşdarkirina pêkhateyên bi vî rengî di nava dezgehên siyasî de ku wê siberoja Sûriyeyê diyar bikin, xeteriyeke mezin ava dikin.”

ŞOREŞA JIN TÊ HEDEFGIRTIN

Hatîce Kavran, da xuyakirin ku şoreşa bi pêşengiya jinê ya li Rojava, ji aliyê hêzên herêmî ve weke gefekê tê dîtin û ji bo bêîstîkrarkirina herêmê zexteke bi zanebûn hatiye pêşxistin. Hatîce Kavran, destnîşan kir ku êrîşên li hemberî sivîlan, hedefgirtina jinan bi awayekî sîstematîk û hewldana tepisandina berxwedana li Rojava, ji bo teşe dayîna Rojava û siberoja Sûriyeyê parçeyek stratejîk e.

Hatîce Kavran, da zanîn ku barê hemû şerên li cîhanê li ser milê jinan e û got, “Jin ti carî nebûne alîgiriya şer. Lê belê her tim bûne qurbanên şer. Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî jinan berdêlên giran dan.”

JI BO KURD NEBIN XWEDÎ STATÛ ÊRÎŞ TÊ KIRIN

Hatîce Kavran, diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku Kurd nebin xwedî statû û got ku ji bo vê dewleta Tirk bi mîlyonan dolar çek ji bo çeteyan şandin. Kavran, destnîşan kir ku li dijî êrîşan bi taybetî jinên berxwedêr di serî de li Girê Miştenûr li her derê têkoşiyan, heta kêliya xwe ya dawî şer kirin û çeteyan têk birin. Kavran, anî ziman ku dewleta Tirk a ku vê têkçûnê nepejirand, raste rast bi artêşa xwe û balafirên şer êrîşê Rojava dike û wiha domand, “Armanca ew e ku Rojava ya ku di tevahiya dîrokê de bûye dilê berxwedanê yê Kurdan tine bike û Kurdan bênefes bihêle. Di vî şerê qirêj de herî zêde jinên Kurd êş kişandin. Bi rûyê herî hov ê şer re rû bi rû man. Jinên Kurd hedef hatin girtin, hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, rastî destavêtinê hatin, bi hovane hatin kuştin. Hê jî aqûbeta bi hezaran kesî nayê zanîn. Ev hemû di bin navê Îslamê hatin kirin. Ev çeteyên ku ji xwe re digotin ‘mucahîd’ di rastiyê de dijminên herî mezin ên ol in.

TEVÎ BÊDERFETIYAN JÎ KURDAN ŞER KIR

Kavran, da xuyakirin ku berxwedana jinên Kurd ji tevahiya cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê û wiha dom kir, “Ew tevî tirs, êş û xiyanetê jî serê xwe bilind kirin û berxwedan hilbijartin. Li dijî barbarên ku ji deverên cuda ên cîhanê ji bo pereyan berhev kirine, ji bo azadiyê şer kirin. Gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Tirkmen, Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Sûnî, Elewî yên ji hemû etnîsîte û baweriyên cuda yên li Rojava dijîn, karîn bi hev re rêveberiyeke demokratîk û rêxistinbûyîna civakî ava bikin. Cudahiyên xwe yên etnîkî û olî danîn aliyekî û xakên ku bi hev re dijiyan parastin. Li welatekî ku artêş hilweşiya û serokê dewletê reviya, li dijî du dewlet û çeteyên hov şer kirine û tevî hemû bêderfetiyan jî hê şer dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Alî Bariş Kurt hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tehranê 16 sal cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn

Li paytexta Îran Tehranê, 16 sal cezayê girtîgehê û 15 sal cezayê bêparmayina ji mafên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo aştiyê zîncîra mirovan’ hate lidarxistin

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi dirûşmeya ‘Em -ji bo aştiyê di zîncara mirovan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Beyrûda Lubnanê di roja 2’yan de bi encamnameyekê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?