Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were
Rojava

Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were

Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û wiha got: “Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Berî demekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) daxuyaniyak da û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê konferanseke Yekrêziya Kurd lidar bixin. Lê belê ji ber rewşa Sûriyeyê ya nû û bandora wê li ser gelê Kurd ev konfrans dereng ma lê tekeze ku wê were lidarxisin. Her wiha di vê konfransê de gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê tê de, wê beşdar bibin.

Têkildarî mijara Yekrêziya Kurd û siyaseyên qirêj ên ku dixawazin Kurdan ji hev veqetînin Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Hêvî Mûstefa ji ajansa me ANF’ê re axivî.

 

Hêvî Mûstefa da zanîn ku KNK ev 25 sal in ku yekrêziya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dişopîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Berî çend mehan di sedsaliya Lozan de KNK’ê civînek berfireh li Lozanê lidar xist û tê de biryar girt ku civînek Şêwra Netewî bi berfirehî li ser asta Kurdistanê were lidarxistin. Lê ji ber aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibû ev civîn zehmet bû ku were çêkirin. Li kêleka vê yekê jî biryar hat girtin ku li her parçeyên Kurdistanê civînek şêwreya Netewî were lidarxistin. Li ser vê bingehê me komîteyek amadekar ji bo vê civînê ava kir, di wê komîteyê de jî gelek partiyên Kurd ên li Rojava cih girtin. Hîn me ev komîte amade dikir, di roja 8 Konûnê rejîma Baas hilweşiya û rewş giştî hat guhertin. Di vê rewşê de gelek insiyatîf hatin avakirin wek insyatîfên 21 Partiyên PYNK, partiyên Rewşenbîran di her milî de hewldan hatin kirin. Em bi hev re civiyan û li ser rewşa Kurd li Sûriyeyê û xeteriya li ser Kurdan nîqaş hat kirin. Her wiha pêwîstî bi çi gavên me wek Kurd li Sûriyeyê heye. Li ser vê bingehê me xwest em konferansek Kurdên Rojava lidar bixin. Bi vê daxwazê komîteya me ya amadekar berfirehtir bû û ji 21 Partiyên PYN tevlî bûn, nûnerên Partiyên derveyî KNK tevlî bûn, nûnerên partiyên ji dervayî Rêveberiya Xweser ketinê û roj bi roj ev komîte şaxên wê berfireh bû.”

‘YA GIRÎNG JI BO ME ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD LI SÛRIYEYÊ YE’

Hêvî Mûstefa di nav axaftinên xwe de diyar kir ku amadekariyên wan ji bo vê konferansê amade ne û wiha pêde çû: “Lê ji ber komîteya me ya hevdîtinên partiyan çû ji bo hevdîtinê bi ENKS’ê bike, raste ev hevdîtin pêk hat lê hîn tu bersiv ji wan nehatiye. Hêviya me jî ew e ku ENKS jî tevlî vê konferansa me bibe da ku bi ti awayî Kurd li derve nemînin û her Kurdek cihê xwe di vê konferansê de bigre. ev konfrans eger her partiyê Kurd cihê xwe tê de bigre êdî çi îrade ji vê Konfransê derkeve wê bibe encama îradeya giştî partiyên Kurdistanê. Guhertinên ku vê dawiyê li Sûriyeyê qewimîne geşedanên pir hesas bûn. Wek ku tê zanîn hatina Colanî li ser desthiladariya Sûriyeyê ji bo çi bû, Yekemîn armanca wî ji vê yekê Beşar El Esed bû û ne ji bo gelê Sûriyeyê yan jî ji bo avakirina Sûriyeyek demokrat bû. Piştî ku ev yek pêk anî û hat li ser desthilatdariya Sûriyeyê ti pirojeyên wî yên ku Gelê Sûriyeyê birêve bibe yan jî Sûriyeyek azad û demokrat ava bike tune ye. Ev yek jî diyare ji destpêka hatina Colanî li ser desthiladariya Sûriyeyê ti guhertinên ber bi başbûyînê ve çênebûn.”

‘EGER HELWESTA KURDAN NEBE YEK WÊ LOZANEK DIN BI SERÊ ME WERE’

Hêvî Mûstefa bal kişand li ser yekrêziya Kurd di vê rewşa Sûriyeya nû de û wiha got: “Wek KNK ya giring ji bo me ew e ku çi kesekî were ser desthiladariya Sûriyeyê divê demokrasî û wekheviyê bi xwe re bîne û herî zêde li beramber vê yekê pêwîste Kurd çawa destê xwe bikin yek û li hemberê vê rewşê bi hêz bin. Rastî jî xeteriyek pir mezin li ser gelê Kurd li Sûriyeyê heye, bi hatina Colanî heta roja me ya îro de di milê ewelkariyê de tiştek ji bo Rêveberiya Xweser û Kurdan nekiriye. Her wiha ev zihniyeta Colanî dixwaze fitneyekê di navbera netewên Sûriyeyê de bide avakirin û sîstema Rêveberiya Xweser ji holê rake. Eger Kurd di vê pêvajoyê de ne hişyar bin, helwesta xwe nekin yek û berjewendiyên xwe yê partiyê nedin aliyekî wê Lozanek din bi serê me were. Em wek KNK jî kar û bar di vê mijarê de dikin da ku em bi awayek bi lez gelê xwe yê Kurd ji vê komkujiyê hişyar bikin. Bila gelê Kurd bizanibe eger Kurd bûn yek dest êdî ti hêzên leşkerî yên dijmin nikare me bişkîne.”

‘PÊWÎSTE KONFRANSA YEKRÊZIYA KURD PIR BERFIREH BE’

Hêvî Mûstefa behsa konferansa ku ji bo yekrêziya Kurdan wê were lidarxistin kir û wiha got: “Me berî demekê daxuyaniyek da raya giştî ku wê konferansek me were lidarxisin, lê rastî piştî vê rewşê pêwîste em gevên pir bi hesab bavêjin. Tekeze ku wê ev konferans were lidarxistin lê belê dîroka roja wê hîn ne diyare, wê di demek nêz de diyar bibe. Tişta herî sereke ya ku wê di vê konfransê de li ser were nîqaşkirin, ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê’ be, her wiha li ser destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di çi xeteriyê de ne û em wek Kurd bi giştî çawa em ê van destkeftiyan biparêzin.  Her wiha wê ev konferans pir mezin bê lidarxistin û nêzî 40-50 kesayetên serbixwe tevlî konferansê bikin. Di necamê de jî wê bi nêrînên partî, sazî û kesên amade belgeyek siyasî di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de were derxistin. Di dawî de em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan bang li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikin û dibêjin ku derfeta dawî di destê me de ye û pêwîste em di vê pêvajoyê de bibin yek. Her wiha pêwîste di vê konfransê de hemû Kurd cihê xwe bigrin da ku dijmin ji hêza me ya Kurd bitirse.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tekez wê vîna jin û gelan bi yekîtiyê bi ser bikeve
Nûçeya Pişt re Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

Saziyên ziman ên herêma Botanê deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Xunav Xelîl anî ziman ku wê têkoşîna jinan a…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan bi lêv kir ku divê ji bo rêvabûn di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşa li Serêkaniyê lêpirsîn da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê cezayê darvekirinê li Beşar Esad hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Argeş Serhed li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelîl: Hin kesên têkildarî bûyera Serêkaniyê hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?