Statuya Kurdî ya li Sûriyeyê, ji damezrandina welêt ve bû yek ji mijarên herî girîng a meseleya Kurd. Li Sûriyeya ku di sala 1946’an de serxwebûna xwe bi dest xist, ji ber polîtîkayên dewletê yên navend Erebî, Kurdî bi salên dirêj ji derveyî qada perwerdehî û qada giştî hat hiştin. Bi salên 1950’î re, netewperestiya Ereb li ser hemû nasname, ziman û çandê hate ferzkirin. Nasnameya Kurd û xuyabûna Kurdî di qada giştî de bi sînor bû û pergala perwerde û rêveberiyê ya dewletê li ser Erebî hate meşandin. Tunehesibandina zêde jî di salên 1960’an de çêbû. Ev dîrok yek ji xalên werçerxê yê krîtîk a pirsgirêka Kurd e. Hikûmeta Sûriyeyê di sala 1962’an de li wîlayeta Hesekê serjimêriyek hat kir û li gorî çavkaniyên fermî 120 hezar Kurd ji hemwelatîbûna Sûriyeyê derxist û statuya “biyanî (mirî)” da. Lê gelek çavkanî nîşan didin ku hejmara Kurdên ku tune hatine hesibandin zêdetir in.
Partiya Baas ku di sala 1963’an de polîtîkaya dewletê ya li ser bingehê netewperestiya Ereb û desthilatdariyê hîn zêdetir kir, projeya bi navê Kemera Ereb ku ji 12 xalan pêk dihat erê kir û Hafiz Esad ku di sala 1973’an de hat ser desthilatdariyê, di sala 1975’an de dest bi pêkanîna projeyê kir.
Di çarçoveya projeyê de 330 gundên Kurdan hatin valakirin, nêzî 200 hezar Kurd jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Koçberî bajarên wekî Şam, Heleb û Hamayê hatin kirin. Li şûna koçberan jî Erebên ku ji wan re Maxmurî tê gotin, hatin bicihkirin. Di navbera Dêrik û Serêkaniyê de, gundên Ereban ên nû hatin avakirin û alîkariya xak û pereyê hate dayîn.
Navên nîştecihan ên bi zimanê Kurdî bi zimanê Erebî hatin guhertin. Weşangerî û çalakiyên çandî yên bi Kurdî pir hatin sînordarkirin, her çiqas bi eşkere Kurdî hate qedexekirin neyê gotin jî ji qada perwerdehî, rêveberî û giştî de hate dûrxistin. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji zarokên Kurd re nehat dayîn û yên ku perwerdehiya Erebî didîtin jî nedikarîn pîşeyên ku dixwestin bixwînin.
Polîtîkayên înkarê yên zêde ku ji 1970’ê heta 2000’î dewam kir, di encama destkeftiyên Kurdan ku bi têkoşîna dehan salan çêbû û geşedanên li herêmê de hate şikandin û ji bo Kurdî jî serdemeke nû destpê kir.
TABLOYA KU BI SALA 2011’AN HAT GUHERTIN
Bi Şoreşa Rojava re ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir, pergala perwerdehiyê ji nû ve hate avakirin. Perwerdehiyên bi zimanê Kurdî ku beriya şoreşê li bajarên wekî Heleb, Kobanê û Efrînê bi veşartî dihat dayîn, êdî bi awayekî eşkere hate dîtin. Dibîstan, di 9’ê Îlona 2011’an de li Kobanê bi navê Şehîd Osman Silêman, di 6’ê Cotmeha 2011’an de li gundê Duraqlliya ya navçeya Şera ya Efrînê bi navê Şehîd Fewzî, di 12’ê Cotmeha 2011’an de li gundê Bestausê ya Dêrikê bi navê Şehîd Dîcle, di 15’ê Cotmeha 2011’an de li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê bi navên Şehîd Reşo û Şehîd Mustafa Gulo, di 9’ê Mijdara 2011’an de li Amûdê bi navê Reşîdê Kurd hatin vekirin. Bi vî rengî di kantonên Efrîn, Cîzre û Kobanê yên demê de, starta dibîstanên bi perwerdehiya Kurdî hate dayîn.
Kurdên ku bi vî reng dest bi perwerdehiya Kurdî ya bi fermî kirin, di sala perwerdehiya ya 2024-2025’an de 890 hezar û 680 xwendekar gihîştin asta dîtina perwerdehiya bi Kurdî. Di heman demê de, di vê sala perwerdehiyê de, 827 xwendekar li Zanîngeha Rojava, 435 xwendekar li Zanîngeha Kobanê û 326 xwendekar li Zanîngeha El- Şerq hatin bicihkirin.
Kurdiya ku salên dirêj ji qada perwerdehî û giştî ya dewletê hatibû dûrxistin, piştî sala 2011’an cara yekem li herêmên di bin kontrola Kurdan de, bû hêmanek bingehîn a pergala perwerdehiya sazûmanî. Bi vî rengî, zimanê Kurdî ji bûyîn hêmanek nasnameyê ku tenê di mal û jiyana rojane de dihat parastin, derket û wesfeke ku li dibîstanan tê fêrkirin, mufredata wê tê kirin û di qada akademîk de cih digre, bi dest xist.
PIŞTÎ REJÎMA ESADÊ SERDEMEKE NÛ DI STATUYA KURDÎ DE HAT DESTPÊKIRIN
Piştî ku rêveberiya Beşar Esad di 8’ê Kanûna 2024’an de hate hilweşandin, li Sûriyeyê di aliyê pirsgirêka Kurd û statuya Kurd de serdemeke nû destpê kir. Rêveberiya nû, ji rejîma berê cudatir dest bi avêtina gavên ji bo mafên çandî û ziman ên Kurdan kir. Yek ji gavên gerî girîng a di vê pêvajoyê de, naskirina Kurdî wekî “zimanê neteweyî” bû ku di 16’ê Çileya 2026’an de bi biryarnameya bi hejmar 13’an hate derxistin.
Piştî vê gavê, bi biryara ku di 26’ê Tebaxê de hate weşandin re, rê li ber hate vekirin ku Kurdî li herêmên ku nifûsa Kurd lê pir in, li dibîstanên dewlet û yên taybet de bê xwendin. Li gorî verastkirinê, wê xwendekar di hefteyê de 3 saet waneyê bi Kurdî bibînin, waneyên çalakiyan jî bi Kurdî bibînin. Puanên ku ji waneyên Kurdî bigrin, di dawiya salê de li ser puanê serkeftina giştî bê zêdekirin.
Her wiha wê di sala perwerdehiya yekem ku pêkanîn destpê bike de, vebijarka ku bikaribe waneyên Sosyolojî, Dîrok, Erdnîharî û Felsefeyê bi Erebî an Kurdî bibîne, were pêşkêş kirin. Ev vebijark tenê bi wê sala xwendinê ve sînordar e.
Li gorî biryarnameyê, mufredatên ji bo waneyên zimanê Kurdî ji aliyê Navenda Neteweyî ya Pêşxistina Mufredatên Perwerdehiyê ve were amadekirin û di çarçoveya mufredarên neteweyî de be.
Li gorî biryarê ji aliyê Gerînendetiya Perwerdehiyê ve ji bo mamosteyiya Kurdî kadro bên avakirin û ji bo van kadroyan mezûnên zanîngehê, mezûnên enstituya bicihkirina mamosteyan û mezûnên amedehiyê yên bi Kurdî dizanin, werin girtin.
Ji nû ve mîsogerkirina Kurdî di qada perwerdehiyê de, li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên bi salan ên rejîmê wekî destkeftiyeke girîng tê dîtin. Lê çareseriya mayînde wê tenê bi naskirina Kurdî bi destûrî ya Kurdî di jiyana fermî û giştî ya Sûriyeyê de pêkan bibe. Tê armanckirin ku pêvajoya destûrî ya nû, rê li ber statuyek mayînde veke ku hebûna dîrokî ya Kurd mîsoger bike.

