Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana ku ji ber nexweşiya KOAH’ê ev demek bû li nexweşxaneyeke taybet a Amedê dihat dermankirin, duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Îro ji bo Mehdî Zana li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenazeyê hat lidarxistin.
Piştî merasîmê girse ber bi Mizgefta Mezin ve meşiya û li Mizgefta Mezin wecîbeyên olî hatin kirin. Piştî pêkanîna wecîbeyên olî cenazeyê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Piştî definkirina cenazeyê siyasetmedar, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kesên ku tevlî merasîmê bûn, kulîlk danîn ser gora wî.
Her wiha sersaxî dê li Mala Şînê ya Licêyiyan were qebûlkirin.

