Daxuyaniya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi vî rengî ye:
“Xebera xembar û dilsoj a wefata Siyasetmedar, Nivîskar û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Birêz Mehdî Zana, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Bîrêz Mehdî Zana, li bakurê Kurdistanê li Amedê û li seranserê Kurdistanê, di nava xebat û siyaseta welatparêzî de bû. Di nava partî û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Di salên 1977 – 1980’an de serokatiya Şaredariya Amedê kir. Ji ber xebat û helwesta xwe ya welatparêziyê, di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de, ji rejîma faşîst re bo hedef, ji serokatiya Belediya Amedê hate dûrkirin û hate girtin û bi êşkenceyên giran re rûbirû ma. Demeke dirêj di zîndanên Amed, Aydin, Afyon û Eskîşehîrê de ma. Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kirin.
Pîştî ji zîndanê derket, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewam kir û cihê xwe di nava xebatên azadiya gelê Kurdistanê de girt. Birêz Mehdî Zana, di xebata yekîtiya neteweyî de jî, xwedî cihekî diyar bû. Wî sînorên destçêkirî nas nekir, piştgirî da şoreşa Rojhilat, Başûr û Rojava jî.
Em ji ber wefata Birêz Mehdî Zana gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Kekê Mehdî, bila çavên te di şûnde nemîn in, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”

