Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Şehbayêji bo 5 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Rojava

Li Şehbayêji bo 5 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Cenazeyê şehîdên Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos a Şehbayê hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo 4 şehîdên Til Rifetê û şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li goristana şehîd Zozan Amanos merasîm li dar xist.

 

Dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê (23 Cotmehê) bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê kiribû hedef. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn, yek ji wan zarok e.

Welatiyên ku şehîd bûne Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47) bûn.

Her wiha şervanê HRE’yê Îskender Efrîn (Rohilat Murad) di qonaxa Duyem a Berxwedana Serdemê de, di 23’ê Cotemehê şehîd bû.

Meclisa Malbata Şehîdan ji bo her 5 şehîdan merasîm li dar xist. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rûspî û partî beşdarî merasîma şehîdan bûn.

‘BI BERXWEDANA GELAN WÊ PERGALA DEWLETA TIRK HILWEŞ E’

Di destpêkê de girseya gel cenazeyên şevanê HRE’yê û her 4 welatiyan ji nexweşxaneya Avrîn wegirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanos ve bi rê ketin.

Piştî gihiştin goristanê, li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hacer Miho axivî. Hacer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êdî ber bi hilweşînê ve diçe. Ji ber vê jî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Hecer wiha got: “Tirsa me ji çek û topên dewleta Tirk tune ye. Em ê li Şehba berxwedana xwe mezintir bikin. Çekên ku zarokên me pê dikiujin ên dewletên navneteweyî ne. Zarokên me çi guneh kirin e. Bi berxwedana gelê Efrîn û tevahî Rojava wê pergala dewleta Tirk hilweş e.”

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa jî axivî û wiha got: “Beriya du rojan hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin û silvanên Rêber Abdullah Ocalan ji gel re hebû. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê berdêlên pir biha bidin. Êrîşên dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me wê nabin bend.”

Fewzî diyar kir ku mîna Rêber Abdullah Ocalan gotiye, eger azadî hêsan ba Berîvan û Ronahiyan agir benedidan bedana xwe û got: “Lewma jî îro jî bi her awayî êrîşî tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê dike. Heya bostek axa Rojava di destê dagirkeriyê de be wê dewleta Tirk bi aramî jiyan neke.” Fewzî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya em tevahî xaka dagirkirî rizgar nekin em dest ji têkoşînê bernadin. Her gavê em ji bo azadiyê davêjin em berdêla azadiyê bi xwînê didin. Hebûna me bi gerîlayên azadiyê û şervanên HRE’yê heye.”

Li ser navê malbata şehîd Îbrahim, Fethî Mihemed axivî û diyar kir ku ew ê her tim riya şehîdan bişopînin û soz da şehîdan ku dê tola wan li erdê nemîne.

Piştre nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Cenazeyê 4 şehîdên li Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos hatin veşartin. Lê cenazeyê şehîd Mihemed Mihemed ku li Til Rifetê Şehîd bibû şandin Helebê û wê li goristana Helebê were veşartin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Til Temirê 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn
Nûçeya Pişt re HRE: Leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê malên sivîlan talan dikin

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê, malên sivîlan bi awayekî sîstematîk talan dikin. Malbatên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Desteya Tenduristiyê: Bihêlin bijîşk û parêzer biçin Îmraliyê

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nirxandina encamên tecrîdê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

Jinên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kobanê bi ser ket û bû dayîka tevahî cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê mayinek teqiya, kesek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?