Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin
Kurdistan

Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

Di civîna ku bi boneya salvegera erdheja 6’ê Sibatê hate lidarxistin de, Tulay Hatimogulları got: “Ji bo êşên nû neyên jiyîn em ê nedin jibîrkirin”; Çigdem Kılıçgun Uçar jî diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojê divê piştgirî were mezin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, bi boneya salvegera erdheja 6’ê Sibatê civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatimogulları, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kılıçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê Ferit Şenyaşar, Ali Bozan, parlamenterên CHP’ê yên Mersînê Gülcan Kış, yê Kocaelyê Munip Kango û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere beşdarî civîna li Şaxa Semsûrê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal bûn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları di civînê de axivî û diyar kir ku di ser erdhejê re 3 sal derbas bûne û got: “Di ser erdhejê re tije 3 sal derbas bûn lê wekî ku em niha wê kêliyê ji nû ve dijîn e. Kes 6’ê Sibatê ji bîr nake. Taybetî em, em yên ku di bin wan kavilan de dengê mirovan bihîst, em yên ku xizmên xwe winda kirin, em ê vê êşê tu carî ji bîr nekin.”

‘ME JI BO KOLANDINA GORAN KEPÇE NEDÎT’

Tulay Hatimogulları anî ziman ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê êşên mezin hatin jiyîn û wiha domand: “Me karesatek asayî ya xwezayî nejiya. 6’ê Sibatê bi temamî encama bêberpirsiyarî û îhmalkariyê ye. Tişta herî zêde dilê me dişewitîne ev e. Erdhej nakuje, avahî dikuje. Tevdîrên van nehatin girtin. Me ji kesên ku di bin wan kavilan de can didan û digotin ‘ma kes dengê min dibihîze?’ re tenê karibû bigota; ‘erê em dengê we dibihîzin lê ya ji destê me tê ev e.’ Ez ji roja yekem a erdhejê ve li Hatayê bûm. Ez bi xwe jî ji Samandaga Hatayê me. Wekî we min jî xizm û cîranên xwe winda kirin. Me tûrikê cenazeyan nedît. Me cîranên xwe yên li hemberî mala me, bi çarşefên ku me ji malê derxistin û betaniyên ku me rizgar kirin pêçan û me ew bi vî awayî veşartin. Me ji bo kolandina goran kepçe nedît. Destên ciwanên ku ji derve hatibûn birîndar bûn. Dema gor dikolandin me kepçe nedît.”

‘JI BO KARESATÊN NÛ ÇÊNEBIN EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’

Tulay Hatimogulları got, “Desthilat û dewlet xwedî li me derneket. Lê em xwedî li hev derketin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştgiriya civakî moral da me. Piştgiriya civakî em anîn heta îro. Bila were zanîn ku canên hêja, me tu carî ev erdhej û windayên xwe ji bîr nekirin û em ê nedin jibîrkirin. Ji bo êşên nû neyên jiyîn em ê nedin jibîrkirin. Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin.”

Bername bi kursiya azad bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SEMSÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parastina bajar dewam dike: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê SIBATA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dûîsbûrgê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li Dûîsbûrgê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelek hat lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 6 şehîdên QSD’ê hate eşkerekirin

QSD'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir ku meha Çileyê li cih û demên cuda…

Ji aliyê Stêrk TV

Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

Zanyara siyasetê Arzû Yilmaz anî ziman ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi taybetî li gorî bûyerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?