Bi boneya 12’emîn salvegera Fermana 74’an ya 3’yê Tebaxa 2014’an, Hevserokatiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek belav kir û piştevaniya xwe ji bo têkoşîn û mafê rewa yê xelkê Şengalê ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi boneya 12’emîn salvegera jenosîda ser xwişk û birayên me yên Êzidî
Gelê me yê serbilind, gelê Êzidî yê wefadar û raya giştî ya azadîxwaz. Îro 12 sal bi ser yek ji reştirîn û êştirîn karesatên sedsala 21’emîn re derbas dibin ku ew jî karesata Fermana 74’an û jenosîda xwişk û birayên me yên Êzidî ya li Şengala ye. Êrişa li ser Şengalê, ne tenê êrişek li ser herêmeke erdnîgariyê bû, ew êrişeke qirêj û plankirî ya li ser kuştina resentî, çand, bawerî û dîroka zindî ya netewekê bû ku bi sedan sale bi serbilindî ji bo parastina nasnameya xwe têdikoşe. Ew zilm û sûcê ku li dijî civaka me ya Êzidî hat kirin ku ji komkujîkirina mêran, revandin û bazirganîkirina jin û keçan û koçberkirina bi sed hezaran kesan pêkdihat, li ser bedena tevahiya mirovahiyê birîneke kûre û bi taybetî li ser bedena gelê Kurd ku tu carî sax nabe.
Şengal sembola berxwedan û resentiyê ye, ew êşa ku li Şengalê hat kişandin, di dilê Qendîlê û tevahiya Kurdistanê de deng veda.
Helwest û peyama me di vê salvegerê de pir zelale; tevî ku armanca dijmin rûxandina û tûnekirina ol û resentiya Êzidiyan bû jî, lê bawerî, vîna polayî û berxwedana civaka Êzîdî îspat kir ku hêvî û welatparêzî ji sûc û zilmê bihêztirin.
Mafê xwerêveberiyê û xwe parastinê: Komkujiya Şengalê nîşan da ku tu gelek nikare çarenûs û jiyana xwe bispêre destê hêzên derve. Ji bo wê di roja me ya îro de mafê rewa û xwezayî yê civaka Êzidî ye ku xwedî rêveberiyeke xweser û hêza xwe ya parastinê ya taybet bin. Ji bo ku rê li ber dubarebûna her fermaneke din bigrin.
Dadperwerî û nasandina navdewletî: Di heman demê de em ji civaka navneteweyî û saziyên hiqûqî daxwaz dikin ku bi şêwazekî fermî vê sûcê wekî jênosîd di tevahiya cîhanê de binasînin û encamder û hevkaran bidin dadgeha navneteweyî.
Vegerandina windayan: Pêwîste hewldanên navneteweyî û herêmî yên ji bo rizgarkirina kesên hîn nehatine azadkirin berdewam bin û çarenûsa tevahiya wan jin û zarokên Êzidî yên ku heta niha winda ne were eşkerekirin.
Xwişk û birayên berxwedêr ên Şengalê! Em wekî Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, tekezî li ser piştgiriya xwe ya bêmerc û berdewam ji bo vîn, têkoşîn û mafên we yên rewa dikin. Qendîl her tim bûye eniya parastina rûmet û azadiya tevahiya pêkhateyan û wê wiha bimîne.
Em serê xwe li ber bîranîna pîroz a şehîdên Fermana Şengalê û tevahiya şehîdên rêya azadiyê ditewînin, daxwaza şifaya bilez ji bo birîndaran dikin.
Şehîdên karesata Şengalê namirin, serbilindî ji bo civaka berxwedêr a Êzîdî.”

