Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê, ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê sersaxî hate danîn. Li cihê sersaxiyê pankartên “Em ji jiyanê ewqas hez dikin ku em amade ne ji bo wê bimirin”, “Şehadet di nav PKK’ê de watedar e” û posterêk mezin ê Rêber Apo hatin daliqandin.
Sersaxiya ku sibehê hat danîn, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat ziyaretkirin. Bi hezaran kes ji Colemêrg, Şirnex, Mûş, Bedlîs û bajarên derdorê jî beşdarî sersaxiyê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin. Serdana sersaxiyê bi girseyî berdewam dike.

