Ji bo endamê YPS’ê Ozgur Bûlût (Argêş Goyî) ku li Nisêbînê sala 2016’an di şer de şehîd bû, li navçeya Seyhan a Edeneyê hate bîranîn.
Bîranîn li mala sersaxiyê ya li taxa Gulbahçeyê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Akdenîzê (AYKAYDER) hate lidarxistin.
Girseya gel ku li taxê li hev civiya, bi dirûşma “Şehîd namirin” heta mala seraxiyê meşiya. Di bîranînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, biryardariya Bûlût a dewamkirina têkoşînê hate destnîşankirin.
Piştî axaftinan dua hate kirin. Bîranîn bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.

