Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn
Çand û Hûner

Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di Festîvala Çanda Kurd a 1'emîn de bi hezaran kes li hev kom bûn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi hezaran kes di Festîvala Çanda Kurd a Swîsreyê ya 1’emîn de li hev kom bûn. Festîvala ku yekemcar li Swîsreyê hate lidarxistin, danê nîvro destpê kir û heta şevê dewam kir. Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşma ‘Bi ruhê 15’ê Tebaxê em civaka demokratîk ava dikin’ hate lidarxistin. Peyamên li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist.

Festîval li Hardturm Arealê pêk hat û bi hezaran Kurdistanî li gel dostên xwe beşdar bûn. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û sirûda ‘Ey Reqîb’ hate xwendin.

Hevserokên CDK-S Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr silav dan gel. Hevserokan anîn ziman ku festîvala îsal cara yekemîn pêk tê bi ruhê 15’ê Tebaxê pêk tê û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr anîn. Dîlan Çetînkaya destnîşan kir ku ew bi Rêber Apo re ne û got, “Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin. Çand, huner û zimanê Kurd di meşa ber bi paşeroja azad de hêmaneke girîng e. Ji bo serketina pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin, em ê ji her demê bêhtir bi xurtî têbikoşin.”

Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr jî got, “Em îro li vê derê vê festîvalê bi ruhê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Beriya 50 salan kesî qala Kurdan nedikirin, beriya 50 salan ziman, çanda Kurdan qedexe bû, lê îro li Zurich a Swîsreyê em festîvala çanda Kurd pîroz dikin. Têkoşîna hate meşandin têkoşîneke ji 50 salan e. Em ê bi her awayî bi Rêber Apo û têkoşîna şehîdên xwe re bin, em ê li qadan bin. Em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin.”

‘HETA KU RÊBER APO AZAD NEBE PÊVAJO BI PÊŞ VE NAÇE’

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî li festîvalê axivî. Zubeyde Zumrut bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û destnîşan kir ku heta Rêber Apo azad nebe, pêvajo nikare bi pêş ve biçe. Zubeyde Zumrut got, “Em weke gelê Kurd bi salan e têdikoşin. 15’ê Tebaxê ji bo me demeke dîrokî ye. Ez li we hemûyan pîroz dikim. Hûn bi salan e vî karî dimeşînin.

Zubeyde Zumrut anî ziman ku 50 salan wan berdêlên giran dan û got, “Niha jî berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li pişt banga Rêber Apo bin. Em ê heta dawiyê li pişt aştiyeke mayinde û civaka demokratîk bin. Em di pêvajoyeke girand e ne. Li hemberî yên ku ziman û nasnameya me qebûl nakin, em ê têkoşînê dewam bikin.”

Hevberdevkê Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê’ Dr. Peppe Savary ku çalakiya şewitandina çekan a hêzên gerîla şopand, got “Bi pêşengiya fermandar Besê Hozat 15 gerîlayên mêr, 15 jî gerîlayên jin çekên xwe şewitandin û peyameke girîng dan. Em dişopînin bê dewleta Tirk û Erdogan wê bi çi rengî nêzî vê bibin. Em hêvîdar in ku dewleta Tirk jî gavê biavêje.” Savary axaftina xwe bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî kir.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd Şukran Sîncar jî ragihand ku jinên Kurd li pişt pêvajoya Rêber Apo ne û got, “Ev pêvajo girîng e. Ji bo pêkanîna vê banga Rêber Apo em ê hîn bêhtir têbikoşin.”

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro jî got, “Em sala 41’ê ya 15’ê Tebaxê diqedînin û derbasî sala 42’an bûn. Di serî de li fermandar Egîd, Zîlan, Bêrîtan û fermandarê hemû fermandaran li Rêber Apo pîroz dikin. Cejna we pîroz be. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî wê zîhniyetê hate kirin ku Kurd tine dihesiband.

Ji bo banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo bi ser bê xistin, wezîfeyên mezin dikevin ser milê gelê me yê li Ewropayê. Ji xwe bi salan e hûn fedakariyeke cidî dikin. Lê belê karê me hîn neqediya ye. Heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşin, ciwanên me yên li serê çiyê bi rengekî azad karibin siyasetê bikin, divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

‘ABDULLAH OCALAN RÊYA SIYASETA DEMOKRATÎK VEDIKE’

Siyasetmedar Sabahat Tûncel jî got, “Birêz Ocalan dibêje, manîfestoya nû bi qasî manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê girîng e. Heval zanin, Rêya Şoreşa Kurdistanê beriya 52 salan hatibû amadekirin. Kurdistana sosyalîst a yekbûyî ya serbixwe bû û rêbaza vê ya têkoşînê jî çekdarî bû. Birêz Ocalan îro vê stratejiyê diguherîne. Bi perspektîfa azadiya demokratîk a pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd jinûve ava dike. Çekan ji dewrê derdixîne û rêya siyaseta demokratîk vedike.”

Di bernameya çandî ya festîvalê de jî Kolektîfa Muzîkê ya ser bi Meclîsa Mehmet Tûnç a Aaraû derkete ser dikê. Piştre Delîl Tofan, Govenda Swîsreyê, Şengul Astan, Lawje (Alî Tekbaş), Rojda û herî dawî jî DJ Qoser hunera xwe pêşkêş kirin.

Festîval heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎCH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mereşê erd hejiya
Nûçeya Pişt re Artêşa Nîjeryayê operasyona hewayî pêk anî: Herî kêm 35 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê Cejna Qurbanê pîroz kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi gotina, "Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya ku bi gotinên ‘’Ez dayika Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Şenyaşar bang li meclîsê dike, lê meclîs polîsan dişîne

Emîne Şenyaşar ku bi salan e ji bo zarok û hevserê xwe yê hate qetilkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Freiburgê şahiya gel

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şoreşgera kamil: Mizgîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?