Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan: Êrîşan rawestînin
Kurdistan

Li Wanê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan: Êrîşan rawestînin

Bi hezaran kesên ku li Wanê li dijî êrîşên li ser Helebê daketin qadan, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku komkujiyê rawestînin û gavên şênber biavêjin. Li Îzmîrê jî berxwedana Elewî, Kurd û Durziyan a li Sûriyeyê hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êrîşên komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ku ev çend roj in li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê didomin, li gelek bajaran hatin protestokirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de êrîş hatin şermezarkirin û banga bêdengnemayîna li hemberî komkujiyê hate kirin.

WAN

Platforma Ked û Demokraiyê, xwest têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê heta Kolana Hunerê meşekê li dar bixe. Lê polîsan bi hinceta “li nava bajêr meş qedexeye” nehişt girse bimeşe. Girseyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Wê Kurdistan ji DAÎŞ’ê re bibe goristan” bertek nîşanî biryarê dan û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. 

Li ser navê platformê Sevda Akin Akar metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser mafên Kurdan ên bingehîn. Sevda Akin Akar destnîşan kir ku divê rêz li mafê Kurdan ê xwe bi rê ve birinê bê girtin û banga deng derxistinê li dostên Kurdan û raya giştî ya cîhanê kir. Sevda Akin Akar di dawiya daxuyaniyê de banga tevlibûna meşa ku dê di 15ê Çileyê roja pênçşemê de li Parka Kûrtûlûşê li dar bixin, kir.

Piştî daxuyaniyê ciwan, di nava kolanan de bi dirûşmeyan meşiyan û fîşekên hewayî teqandin. Car car di navbera ciwanan û polîsan de pêvçûn derketin û bi dirûşmeyan çalakî bi dawî bû. 

ÎZMÎR

Platforma Demokrasiyê ya Narlidereyê, êrîşên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Helebê, li pêşiya Polîklînîka Taxê ya Narlidereyê bi daxuyaniyekê protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji komkujiyên li Sûriyeyê re bibêje raweste” hat hilgirtin û gelek welatî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî aştî” hatin berzkirin û li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Narlidereyê, Bulent Karakaş metna daxuyaniyê xwend.

Karakaş, bertek nîşanî gotinên Serokwekîla Koma AKP’ê Leyla Şahîn Usta yên li ser komkujiyên Elewiyan da û destnîşan kir ku Elewî ji bo jiyana wekhev a gelan têdikoşin. Karakaş bal kişand ser êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ev tişt got: “Yên ku berê komên cîhadîst û nîjadperest dane ser gelan, divê Berxwedana Kobanê ji bîr nekin. Dema gelên bindest hatin cem hev, çawa ku DAÎŞ hat şikandin di bîra her kesî de ye. Bi heman awayî, baweriya me tam e ku dê HTŞ jî li hemberî berxwedana hevpar a gelan têk biçe. Wekî pêkhateyên Platformê; em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina hewildanên komkujiyê yên HTŞ’ê tavilê gavên şênber biavêjin û ji bo vegera ewle û birûmet a mirovên ji cih û warên xwe bûne, berpirsiyariyê li xwe bigirin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
Nûçeya Pişt re Xwendekarên Peymangeha Hunerê şehîdên Şêxmeqsûdê bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aldar Xelîl: Tu kes nikare roja me tarî bike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Doza Kobanê wê paşeroja welêt diyar bike’

Akademîsyen, nivîskar, parlamenter û hiqûqnas jî di nav de 159 kesayetan xwestin, girtiyên ji 'Doza…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo çareseriya mayînde divê statuya Abdullah Ocalan were zelalkirin’

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê ji bo çareseriyê destpêkek girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?