Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne
Kurdistan

Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne

Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşîne ser “mafê hêviyê” yê Rêber Apo bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelan ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek li dar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşîne ser “mafê hêviyê” yê Rêber Apo bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelan ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek li dar xist. Bi hezaran kes ji pêşiya Wan AVM’ê heta Kent Meydaniyê meşiyan. Di meşê de flama û posterên mezin ên Rêber Apo hatin vekirin. Bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşa bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dest pê kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan na be” û “Bê Serok aştî bi rê ve naçe” hatin berzkirin.

Meşa ku ji her temenî beşdar tê de hebûn, bi çepik, nîşanên serketinê û qorneyên wesayîtan gihişt Kent Meydaniyê. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr ku li vir axivî. Demîr da zanîn ku tevî provakasyonan jî wan meşa xwe li dar xist û bertek nîşanî êrîşa provakasyona polîsan da. Demîr anî ziman ku tevî êrîş û provakasyonan jî ew dê di aştiyê de bibiryar bin û got: “Dewlet ji bo aştiyê çû ber pêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rêber Ocalan ev pêvajo bi vî rengî da destpêkirin. Em jî niha bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne.”

Dû re Hevberdevka Platforma Saziyên Demokratîk û Parlamanetera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku ew bi sedsalan e li ser axa xwe bi azadî najîn. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku 52 salên dawî yên têkoşînê nîşan dide ku divê li ser van axan aştiyek bi rûmet were avakirin û got: “Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de banga xwe bi tevahiya cîhanê re parve kir. Birêz Ocalan gelek caran gotiye ku ev şer dikare biqede, lê divê şert û mercên guncaw ji bo vê yekê werin afirandin. Ji bo cara yekem e ku gelê Kurd evqas nêzîkî aştî û azadiyê ye. Biryara DMME’yê hîn jî nayê bicîhanîn. Em dixwazin aştiyê bînin ser rastiyê. Ji bo ku ev pêk were, divê Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Birêz Ocalan qet azadiya xwe ya şexsî nexwestiye. Lê em azadiya wî wekî ya xwe dibînin. Divê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan, bi taybetî jî ji bo Birêz Abdullah Ocalan were sepandin. Li ser banga Birêz Ocalan komîsyonek hat avakirin, lê hîn jî bi aktorê sereke yê aştiyê re hevdîtin nekiriye. Divê komîsyon di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Me li van axan ji bo aştî, azadî, edalet û wekheviyê şer kiriye û em ê berdewam bikin, lê daxwaza me ya îro zelal e, divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”

Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YE, Hindistanê hişyar kir: Hevkariya bi Rûsyayê re wê zirarê bide têkiliyan
Nûçeya Pişt re Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsyayê hikûmeta Talîbanê nas kir, Çînê jî biryar silav kir

Rûsyayê Mirnişîna Îslamî ya ji aliyê Talîbanê ve hate damezrandin silav kir, ku di sala…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmraliyê serdana TÎP’ê kir: Divê pêvajoya aştiyê derbasî zemîna qanûnî bibe

Pervîn Buldan ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku çû serdana Partiya Karkerên Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dem dema azadiya Kurdan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku peyam ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?