Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê, ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de şehîd bûn, li navçeya Artemêt a Wanê, taziye hate danîn. Li eywanê wêneyên şehîdan hatin danîn û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne”, “Şehîd namirin” û hwd hatin daliqandin. Malbatên şehîdan, parlamenterên DEM Partiyê endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tevlî taziyeyê bûn.
Bi sedan kes tevlî merasîma sersaxiyê bûn. Di taziyeyê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.

