Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê
Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

ÎHD, OHD û Baroya Wanê li dijî gef, zext, hewldanên sîxurkirin û revandinê yên li bajêr zêde bûne xwest ku lêpirsînên bi bandor bên meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxa Komelaya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê, Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Baroya Wanê, derbarê revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên Kurd li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê sepanên derhiqûqî bi dawî bibin” hat hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, endam û nûnerên saziyên huqûqê û saziyên sivîl ên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn ve hate xwendin.

Salîh Coşkûn diyar kir ku li gorî serlêdanên li saziyan hatine kirin, li Wanê demeke dirêj e ciwan bi rêbazên zext û gefan ên wekî sîxurkirin û hewldanên revandinê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Herî dawî di 2’ê Îlonê û 4’ê Cotmeha a 2026’an de li navenda bajêr hin kesên nasnameya wan ne diyar, xwestine endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê birevînin. Mexdûran serlêdanî saziyên me kirine û me serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Lêpirsîneke bibandor li ser giliyên hatine kirin nayê kirin û kiryar nayên cezakirin. Tê dîtin ku polîtîkaya giştî ya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê, di van serlêdanan de jî nêzîkatiyeke bingehîn e.”

Salîh Coşkûn daxwazên saziyên hiqûqê wiha rêz kir:

* Di serî de Serdozgeriyên Komarê, Wezareta Karên Navxweyî û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê divê ji bo van kiryaran lêpirsîneke bibandor a edlî û îdarî bi rê ve bibe.

* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM divê ji bo kontrolkirina hêzên ewlehiyê jêrkomîsyonekê ava bike û serlêdanan binirxîne.

* Pêvajoyên binçavkirin û wergirtina îfadeyan di qanûnan de diyar in; divê yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê li gorî qanûnan tevbigerin. Divê rêbaza bidestxistina delîlan bi rêya gef û zextê bi dawî bibe. Komîsyona Ewlehî û Îstîxbaratê ya TBMM’ê jî divê derbarê xebatên derqanûnî yên saziyên îstîxbaratê de lêkolînê bike.

* Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî divê li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê tevbigere û berpirsyariya hêzên ewlehiyê misoger bike.”

Piştî xwendina metna daxuyaniyê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kenan Îldenîz axivî û anî ziman ku ciwan di vê pêvajoyê de dixwazin pêşengtiya aştiyê bikin û wiha got: “Tu zext û zordarî nikare me bitirsîne. Em ê ji bo aştiyê û demokrasiyê têbikoşin.”

Piştre parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî. Zulkuf Uçar destnîşan kir ku di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe de ew kiryar nayên qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Gelê Kurd bi salan e ji bo nasnemaya xwe têdikoşê. Bi têkoşînê re nasnameya gelê Kurd hat qebûlkirin û pêvajoya aştiyê destpêkir. Divê di vê pêvajoyê de berpirsiyarên van pêkhatinên dijhiqûqî bên diyarkirin. Kiryarên bi vî rengî ji bo pêvajoya çareseriyê provakasyon in. Divê ev kiryarên şerên taybet bi dawî bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Kobanê 2 şehîdên xwe spart axê
Nûçeya Pişt re Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

Kurdên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê li Mala Kurdan ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih ê Hamayî ji bo zarokên xwe li Rojava ye

Salih ê Hamayî ku sala 2015’an koçî navçeya Rimêlan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a malbata wê ji aliyê AKP’yiyan hat qetilkirin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?