Bi dehan şêniyên Kobanê cenezeyên şervanên QSD`ê Şiyar Bezaa (Salih Xelîl) ku sala 214’an li Qereqozatê şehîd bûbû û Şengal Kobanê (Mihemed Sincar) ku di encama nexweşiyê de şehîd bûye, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Leşkerî Hêvîn Hec Muslim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdan destanên herî mezin ên qehremanî û fedakariyê nivîsandine. Hêvînê soza şopandina doza şehîdan û têkoşîna li ser rêya wan da.
Ji rêveberên Meclisa Şaredariya Kobanê Mihemed Xidir jî axivî û anî ziman ku bi keda şehîdan nasnameya kurdî hat parastin û doza Kurdan ji cîhanê re hat nasandin. Xidir di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.
Piştî xwendina belgenameyên şehîdan cenaze bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

