Li gel çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emîn û şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, Malbatên Dadxwazên Rojhilatê Kurdistan û Rêxistinên Jinên Kurdistanê, serdana gorên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” kirin û bi rêzdarî bibîr anîn.
Endamên her du rêxistinan beşdarî serdanên gorên şehîdan bûn, gul û wêneyên şehîdan danîn ser mezarên wan. Her wiha tekezî bi zindî hiştina wan kirin û soza berdewamkirin û şopa têkoşîna şehîdan a ji bo dadperweriyê dan.
Her wiha di serdana gorên şehîdên şoreşê de, Malbatên Dadxwazên Rojhilatê Kurdistanê hevxemî û piştgiriya xwe anîn ziman û gotin; “Ev serdan derfetek bûn ji bo nûkirina hevgirtinê bi malbatên ku di salên dawî de bi berdewamî li edalet û derketina heqîqeta li ser çarenûsa hezkiriyên xwe digerin.”

