Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Malbatên şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin
Rojava

Malbatên şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin

Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şopa zarokê xwe bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker sed sal in li ser gelên Kurdsitanê qirkirinê dimeşîne û ji bo gelê Kurd tine bike her tiştî dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi salan e derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin. Bi taybetî jî di van mehên dawî de bi opersyonên şoşgerî derbên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin û hîn jî dixin.

 

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rebîe Hisên, Endama Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Hesen El Casim, bavê şehîd Nesrîn Hisên Ebdullrehman û Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ubêd Etê der barê êrîşên dewleta Trik û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de nêrînên xwe ji ANF’ê re anîn ziman.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Rebîe Hisên a ku dayika şehîd Memo ye, anî ziman ku zêdetirî 40 sal in dewleta Tirk şerê Kurdan dike û her çiqas plana xwe a tune kirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dide pêş, li hemberî wê gerîlla bi hêztir dibe. Rebîa Hisên da zanîn ku dewleta Tirk tu carî nikare Gerîlayên Azadiya Kurdistanê  tune bike û got: “Em jî weke malbatên şehîdan û taybet jî weke dayikekê, eger ji me were xwestin em ê li kêleka gerîlayên xwe şerê dagirkeran bikin. Em her tim li pişta gerîlayan in. Ji ber ku gerîla zarokê me ne, hebûna me ne û hêza me ne û parastina çar parçeyên Kurdistanê dikin. Em bi gerîlayên xwe hene.”

‘GERÎLA LI ÇIYAYÊN AZAD LI BER XWE DIDIN’

Endama Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, hevjîna şehîd Dear El Cerboû û dayika şehîd Feysel El-Cerboû, Fatma Hesen El-Casim a ji pêkhateya Ereb e ev tişt gotin: ”Gerîlayên Azadiya Kurdistanê parastina dozeke rast dikin û ji bo azadiya gelên bindest têdikoşin. Armanca van êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tînin ji bo şikandina vîna gel e. Dewleta Tirk her tim destê wê di xwînê gel de heye û her tim jî destdirêjîya xwe li welatên cîran dike û mafên wan binpê dike. Hemû cîhan li hember van kiriyaran bêdeng in. Lê em weke dayik dibêjin ku her yek di nav gerîla de ji bo parastina ax û rumeta xwe li çiyayên azad li ber xwe didin. Hemû gerîlayên azadiyê zarokê me ne. Em jî xeta zarokên xwe bernadin. Heta ku hemû gelên bindest azad bibin wê têkoşîn bidome.”

‘DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ JÎ NIKARE BI GERÎLAYAN’

Bavê şehîd Nesrîn, Hisên Ebdullrehman jî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû çekên xwe ên giran û ên qedexekirî êrîşî ser gerîlayan dike û wiha domand: “Gerîlla bi salan e di çiyayên azad de ji bo rizgarkirina gelê Kurd li ber xwe didin û ked didin. Îro dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe yê pêşketî û çekên di navnetewî de hatine qedexekirin êrîşên çiyayên azad  dike. Lê her çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe ser çiyayên azad de xurt bike jî wê vîna gerîlayên ku di wan çiyayan de soz dane gelê xwe û şehîdê xwe tu carî lewaz nebe. Wextê mirov daxwaza welatek azad bike wê qelenê wî welatî jî giranbuha be. Ji bo wê çawa ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, dewleta Tirk bi dehan caran di wan çiyayan de têk birine wê hertim serkeftina gerîla teqez bibe û siyaseta dewleta Tirk were têk birin.”

‘GERÎLA XWEDIYÊ FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO NE’

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û bavê şehîd Cûdî, Ubêd Etê êrîşên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne bi bîr xist û wiha axivî: “Dewleta Tirk rojane êrîşên xwe ser li ser şervanên azadiyê pêk tîne. Dewleta Tirk bi dehan sal in kiriyarên xwe didomîne. Em weke malbatên şehîdan me tu carî şervanê xwe bi tenê nehiştine û nahêlin jî. Divê were zanîn ku wê tu carî ev êrîşên dewleta Tirk negihêje encamekê. Ji ber ku şervanên azadiyê xwediyê fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan in, xwediyê hêvî û bawerîyê ne. Hemû tiştê xwe fedayî gelê xwe kirine. Em weke malbatên şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo destek dayîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tu carî nasekinîn. Em ê tim li gorî hevî û daxwaza şehîdên xwe bin û xeta wan bişopînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Êşa jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye’
Nûçeya Pişt re Li Kantona Firatê namzetên hevşaredariyê dest bi xebatên xwe kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Têkoşîna li dijî narkotîkê bi rêxistiniyê dibe

Hevberdevkê 'Platforma Şiyar Be' Mûrat Kan işaret bi fikarên li ser zêdebûna bikaranîna narkotîkê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin

Parlamenterên DEM Partiyê ku tevlîbûna wan a “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê hate astengkirin, rê…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo hişt ku herêm ji şer were dûrxistin

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku banga Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?