Mam Bircûn dema ku DAÎŞ êrişî Musil dike li Baduşê di girtîgehê de ye. Wê şevê ew kesekî Ereb ê hevalê DAÎŞ’ê ye hişyariyê dide Mam Bircûn û dibêje: “Rabe, DAÎŞ hatiye nêzîkî deriyê Mûsilê. Yan em ê bên kuştin yan jî em ê biçin mala xwe.” Êvara 22’ê Hezîranê saet 2’yê şev şer derdikeve û heta sibehê dewam dike. DAÎŞ dora Badûşê digire û hikumet direve. Mam Bircûn dibêje: “Dema me dît ku jinên di hepsê de berdidin me zanî ku hûkûmet hilweşiyaye. Me jî deriyê xwe şikand. Zindaniyên ku destpêkê derketin hemû ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin girtin. Li gor lîsteya di destê wan de ew kesên Êzidî, File, Şîa, Kurd bûn hemû kuştin. Sunî jî li seyareyan siwar kirin û şandin mala wan.”
Dema koma Mam Bircûn digrin wan nakujin. Dibin Musilê hepsa Xizlanî. Nêzî 20 rojan li wê derê dimînin. Piştre balafirên Emerîkî li wê zindanê dide. Gelek kuştî û birîndar çêdibin. Mam Bircûn dibêje: “Ez bi xwe ji wê zindanê rizgar bûm, lê hevalê min çi jê hat heta niha jî nizanim.”
Mam Bircûn tê gundekî di navbera Mûsil û Tilafer ku dostekî wî li wê derê ye. Dema rewşa xwe dibêje zilam alîkariya wî dike û Mam Bircûn xwe digihîne Şengalê. Dema tê jî dibîne ku piraniya Şîayên Tilafer ji bo xwe xilas bikin hatine Şengalê, Êzidî wan xwedî dikin. Di demeke nêz de jî hemû cihên cîran ên Şengalê dikeve destê DAÎŞ’ê. Şengal dikeva nava dorpêçê. Mam Bircûn dibêje: “Me ji derdorê pirsiyar dikir, gelo wê çi bibe. Digotin DAÎŞ dibêje, em şerê Êzidiyan nakin, karê me bi wan nîne.” Wê demê 3000 pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê bûn.
‘PDK’Ê DIXWEST ÇEKÊN ME BIGIRIN DA KU EMNIKARIBIN ŞER BIKIN’
Beriya fermanê çend rojan hêzên girêdayî Barzaniyan ji Êzidiyan re dibêjin, ‘Em ê çekên we kom bikin.’ Êzidî jî dibêjin, ‘derdora me hemû hatiye girtin, xwedê jî qebûl nake em sîlehên xwe bidin we.’ Mam Bircûn dibêje: “Dixwestin çekan ji me bigirin da ku yek ji me jî nikaribe şer bike. Çend caran xwestin çekên me ji me bigrin lê me nedan.” Jixwe di her malekê de tenê çekek heye, ew jî ji bo parastinê ye.
Dema dibe roj xelkê Tilbenat, Tilqeseb û gundên derdora Şengalê direvin. Mam Bircûn ew jî tên geliyê Hecîda. Li Girzerik şerekî mezin çêdibe lê hêza wan têrê nake, gelek Êzidî li wir şehîd dibin. Mam Bircûn dibêje: “Pêşmergeyan sîlehên xwe diavêtin û li seyareyên xwe siwar dibûn û direviyan. Halbûkî gotibûn em ê parastina we bikin.”
‘WAN HEVALÊN JIN DOÇKA BI KAR ANÎN, ŞERÊ DAÎŞ’Ê KIRIN Û NEHIŞTIN DAÎŞ XWE BIGIHÎNE LOFA’
Mam Bircûn wan jî weke her malbatek Êzidî bi zor û zahmetiyan re rûbirû dimînin: “Dema fermanê em reviyan, di geliyê Acî de em çûn çiya. Em di vir de serketin û di roja 5’an a fermanê de gihîştin Usivan. DAÎŞ’ê av ji me qut kirin, kanî ji destê me derxistin. Av nebû. Em mecbûr bûn avê peyda bikin. Gotin, li Kêrox kaniyeke avê heye. Ji wê kaniyê jî dilop dilop av dihat. Bi hezaran jin û zarok li ser wê avê bûn. Kesek pênc şeş saet diket dorê da ku debiyek av gihîştiba wî/wê.
Dema em di çiya de bûn derveyî hin kesên temen mezin ku leşkertiya dewletê kiribûn kes ji me nedizanî silehan bi kar bîne. Doçkayek hebû li çiyê, Êzidî hemû lê kom bûbûn, lê kesî nedizanî bi kar bîne. PKK hat bi me ve. Du hevalên jin hatin, gotin, hûn çi dikin li vir? Me got, heval sîlehek li ba me heye, fîşekên wê jî hene, lê em nizanin bi kar bînin. Gotin, ka xwe bidin alî, em ê bi kar bînin. Wan hevalên jin ew doçka bi kar anîn, şerê DAÎŞ’ê kirin, nehiştin DAÎŞ ser bi lofa bikeve. Alîkariya gel kirin heta hinekî bi ser çiya ve hilkişiyan.”
Di roja duyem a fermanê de Mam Bircûn ew diçin Solaxê, bi çeteyan re dikevin şer. Piştî çend rojan hêza wan têrê nake û paş de dikişin. Piştî korîdora mirovî vedibe derbasî Rojava dibin, ji wir jî diçin Silêmanî. Piştî demeke kurt jî dîsa vedigerin Şengalê, gundê Qinê.
‘DAÎŞ’Ê PÊLAVÊN 82 KESAN DANÎBÛ SER GORA WAN’
Mam Bircûn dibêje: “Dema em hatin Gundê Qinê kes tê de nebû. Me ji derdorê pirsî, gotin goreke komî heye. Ez çûn ser. Hemû kuştibûn, pêlavên wan jî li ser gorên wan danîbûn, xwestibin bêjin, ‘Êzidî layiqî vî tiştî ne.’ Xelefê Daho û kurê wî ji wê komkujiyê birîndar filitîbûn ji me re qal dikirin; emîrên wan gotiye wan bikujin. Piştî gule li wan barandine, Xelef û kurê wî di bin laşan de mane, dengê DAÎŞ’iyan bihîstine. Emîrên wan gotiye, ka avê bînin, em destê xwe bişon, xwîna kafiran bi destê me bûye.”
Dema DAÎŞ tê zilaman digrin, keç û jinan jî dixin hola dawetê. Tenê li wê derê 82 kes ku piraniya wan ji gundê Qinê ne tên kuştin û li newalekê bi ax dikin. Mam Bircûn dibêje: “Dema DAÎŞ li vê derê bû, baraneke zêde barî bû. Avê ji wan laşan gelek deranîn û ber xwe birin. Gora komî ji gund yek du kîlometre dûr e. Êzidiyan digot, em li ser vî girî bûn dema ew kuştin. Piştre şefer anîn û ax bi ser wan de kirin. Beriya bikujin pêlavên wan ji lingên wan derxistibûn. Piştî dikujin wan pêlavan li ser gorên wan dideynin. Min bi çavên xwe dîtin. Heta demeke dirêj jî me li derdor hestûyên mirovan didît, cilê wan li derdoran bûn.”
‘DIGOTIN EW KAFIR IN, DIVÊ HEMÛ BÊNE TINEKIRIN’
Hikumet tê û hemû hestiyan derdixe û dibe Bexdadê, lê heta niha jî ti tişt ji bo wan nehatiye kirin. Mam Bircûn dibêje: “Zarok, jin û keçên wan jî birin, yên kuştin kuştin yên birin jî birin. Piraniya wan xelkê gundê Mêhrika, Tilqeseb bûn. Qinê gundê wan ê qedîm bû, dema fermanê li vir kom bûbûn. Hemû girtin. DAÎŞ’ê li ser vê gora komî nivîsek jî nivîsîbû, gotibûn ‘li vê derê me 82 Êzidî kuştine.’ Mam Uto û Mam Bedelê ku nêzîkî sed salî bûn jî hinek wirdetir hatibûn kuştin û bêrêzî ji wan re hatibû kirin. Ji Mam Uto û Bedel xwestine bibin misilman. Wan jî qebûl nekiriye. Cirdo, Xidir û Cindî jî dema dixwazin birevin di rê de tên girtin û kuştin. Her sê jî kalemêr bûn. Ev tenê yên ku me dîtine û dizanin.”
82 kes di wê gorê de, hinek pêşdetir 3 kes, li cihekî din jî 2 kes bi giştî 87 kes tên kuştin. Mam Bircûn dibêje: “Yên ku ev karesat bi serê me de anî suniyên li derdora me yên li Tilafer, Baac û hwd. bûn. Wan digot, Êzidî kafir in. Digotin me bi wan re jiyan kiriye, baweriya wan bi ti dînî nîne, xwedê nas nakin. Ereb û suniyên ku me nas dikirin digotin, ev kafir in, lazim e nemînin. Li vê derê hemû bin erd kiribûn. Heta niha jî tu di nav axê de bigerî tu dikarî hestûyên wan bibînî. Me çend kes birin goristanê veşartin, yên din hemû birin Bexdayê. Heta niha jî ti agahî nîne. Hemû winda bûn çûn.”
‘HEVALAN BI SEDAN KALEPÎR Û KALEJIN DI GELÎ DE LI PIŞTA XWE KIRIN Û BIRIN ÇILMÊRA’
Mam Bircûn hevalan jî li gundê Qinê nas dike, bi wan re kar dike, dibe fermandarê tabûrê. Mam Bircûn dibêje: “Xîreta kî ji me Êzidiyan hebe, divê roja fermanê jibîr neke û xwe wek şagirtê Serok Apo bibîne. Em xwe bi navekî din hilnedin, derveyî Êzdayetî û Serok Apo. Derveyî gerîla kesî alîkariya me nekir. Bawerke wan hevalan bi sedan kal û îxtiyar di van geliyan de li pişta xwe dikirin, dibirin Çilmêran. Ji wir jî dişandin Rojava û Başûrê Kurdistanê. Ger heval negihîştibana Êzidiyan wê bi hezaran pîrekal û pîrejinên din di van geliyan de kuştibana.”
‘EM JÎ EHLÊ VÊ DEWLETÊ NE, LÊ HESABÊ ME NAKIN’
Daxwaza Mam Bircûn ew e ku hemû Êzidî alîkariya hevdû bikin, xiyanetê li hev nekin û bi wan hêzên xayin re nebin yek. Mam Bircûn dibêje: “Divê Êzidî xwe rêxistin bikin û li pêşiya van fermanan bisekinin. Xwe nespêrin ti kes û hêzên derve. Xwe zana bikin û li ber xwe bidin. 74 ferman hatine serê Êzidiyan. Me bi zarokê xwe yê deh pazde salî ve fermana dawî dît. Fermaneke wisa di dîroka mirovahiyê de nehatiye ser civakek din. Em wek Êzidî ne şerê yekî kiriye. Em jî ehlê vê dewletê ne. Me bi hezaran şehîd li ber vê dewletê de dane. Di şerê Îranê de Êzidiyan bi hezaran şehîd da. Lê me hesab nakin, dibêjin ev gelekî bê dîn e, bê xwedê ye kafir e. Di dinyayê de kes nîne ku bi xwedê bawer neke, her kes xwedî baweriyekê ye. Baweriya me jî bi xwedê û Tawisê Melek heye. Ji hinga dinya heye, em li pey van qanûnan dimeşin. Em nikarin dîroka bav û bapîrên xwe, çanda xwe jibîr bikin. Baweriya me bi xwedê û şexsên me hene. Li gor van jî qûbên me hene. Çi karê wan bi van qûban hebû, heta xirap kirin. Xwestin me tûne bikin. Erebên derdora me jî wisa dizanîn ku em ê cardin venegerin. Erd û milkê me di nav xwe de parve kiribûn. Piştî heval hatin û Êzidî jî vegeriyan hemû bazdan.”
‘HETA LI VAN ÇIYAYAN 10 ÊZIDÎ JÎ BIMÎNIN WÊ ŞERÊ DIJMINÊ XWE BIKIN’
Di dawî de Mam Bircûn dibêje: “Ev bi hezaran sal in şerê me dikin. Baweriyeke me bi xwedê heye em naşkin. Dîsa baweriya me bi xwedê heye, niha em deh kes di çiyayê Şengalê de bimînin, em pişta xwe bidin hêza xwe wê kes nikaribe bi me. Bila nebêjin, kêmek in. bi xwedê em dikarin bi debiyek av salekê bijîn û şerê dijminê xwe bikin.”

