Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin
Jin

Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

Bi zêdebûna êriş û tundiya li ser jinan, Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi daxuyaniyekê ragihand ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe û bang li jinan kir ku li dijî tundî û bêmafiyê rêxistina xwe xurt bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li hemberî zêdebûna tundiyê, Meclîsa Îştar a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê bertekên tund nîşanî qetilkirina jinan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civak tenê bi sekneke rêxistinkirî dikare li hemberî van êrişan raweste û bang li hemû jinan hat kirin ku li dijî tundiyê têkoşîneke hevpar pêş bixin.

Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Meclîsa Îştar, li ber deriyê meclîsê hat dayîn. Beriya xwendina daxuyaniyê, ji bo bîranîna pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Îştar, daxuyanî ji aliyê Amara Bulut ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di van demên dawî de, zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan li cîhanê taybet li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke metirsîdar. Weke Meclîsa Îştar em diyar dikin ku tawanên li dijî jinan tên kirin, tenê bûyerên şexsî yan jî ji rêzê nîn in. Ev rasterast bi rewşa siyasî, kûrbûna krîzan encamên wêranker ên şerê heyî ve girêdayî ne. Em dibînin ku di van demên dawî de herêm di nava agirê şer, pevçûn û xeterên mezin ên dewletan de derbas dibe. Qada şer çanda tundiyê di nava civakê de kûr dike û hişmendiya kujerê kastîk û çanda zayendperestî xurt dike. Dema ku aloziyên siyasî zêde dibin, ewlehiya civakî namîne û bedela vê yekê ya herî giran jin didin, dibin hedef. Em dibînin demeke ku ji aliyekî ve nîqaş û lêgerînên ji bo aştiyê tên kirin, di aliyê din de kûrkirina tundiyê li ser jinan ne tesaduf e, ev encama polîtîkayên ku çanda şer di nava civakê de belav dikin e.

Şerên ku ji aliyê dewletan ve tên meşandin, pêşî li edaletê digrin, çekan di nava civakê de meşrû dikin û çanda tundiyê dikin normeke rojane. Em dibînin ku dema nîqaşên aştiyê tên kirin, ji bo desthilatdar û kujer kontrola xwe winda nekin li ser civakê, êrişên xwe yên li hemberî jinan zêdetir dikin. Dîsa bê cezahiştin, bêdengiya li hemberî tawankaran û nebûna zagonên parastinê, rê li ber sûcdaran vedikin ku bi rehetî tawanên xwe bidomînin. Ev dide xuyakirin ku hişmendiya baviksalarî tenê bi guhertina zagonan nayê guherandin.

Zagoneke bê azadiya jinan wê tu wateya wê ji bo civakê tunebe. Ji ber ku Rêber Apo di nava van hemû qeyran û şerên dagirkirin û qirkirina li ser civakan de dest bi pêvajoya aştiyê kir û di nav de jî azadiya jinan weke bingeha tunekirina hemû xirabî û pirsgirêkan destnîşan kir. Her wiha da diyarkirin ku çareseriya bingehîn a li dijî vê kûrkirina tundî û şer, bi pêşxistina paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêkan e.

Em weke Meclîsa Îştar bi awayekî vekirî radigihînin ku em ê li hemberî zayendperestan û tundiya ku di nava mal û kuçeyan de li ser jinan tê meşandin, dengê xwe bilindtir bikin. Her ku zext zêde dibin wê berxwedana me jî xurtir bibe. Em dibêjin jin ne qurbanî ne, xwedî wê hêzê ne ku civakê ji nû ve ava bikin. Têkoşîn û rêxistina jinan astengiya herî mezin e li ber hişmendiya kujer û şerxwazan. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ îro li çar aliyên cîhanê bûye sembola berxwedanê. Li ser vî bingehî, em ê heta dawî bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna yekbûn û yekrêziya jinên azad xurt bikin û heta serkeftinek bi rûmet bimeşînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin
Nûçeya Pişt re Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mizgîn Çolaq: Bi berxwedana jinê ya çand û hunerê re wê dijmin têk biçe

"Dewleta Tirk a dagirker rojane zarok û jinan qetil dike û dixwaze bi van erîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Mitînga 4’ê Çileyê di nav sînorên azadiya ramanê de ye

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî mîitînga ku Platforma Civaka Demokratîk a ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

53 hezar koçberên Fasî vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?