Nivîskar û siyasetmedar Omer Agin, got ku astengiya sereke ya li pêşiya Civaka Demokratîk û Pêvajoya Aştiyê ew e ku dewlet ji bo çareseriya demokratîk gavên berbiçav naavêje. Agin, destnîşan kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve, divê rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û saziyên pîşeyî beşdarî têkoşînê bibin.
‘PÊVAJO VEGUHERIYE AVGEREKE KÛR’
Agin, ev pêvajo şibihand avgereke kûr û wiha axivî: “Avger li dora avê dizivire û tiştên dikevin dora wê dikişîne binê xwe û dixeniqîne. Gava em ji aliyê civakî ve lê dinêrin jî, xuya ye ku pêvajo derbasî rewşek wiha bûye. Gelek kes jî bi vî rengî difikirin.
Bi dîtina min Tevgera Kurd jî di ferqa vê rastiyê de ye. Ji ber ku dizane derbaskirina vê yekê ne hêsan e, girîngiyê dide nirxên civakî û ji bo rakirina astengên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê sebir dike. Îro bi awayê xwe yê berbiçav CHP’ê heye, careke din partiyeke nû hatiye avakirin. Têkoşîn û pevçûna desthilatdariyê ya di navbera van koman de, bi taybetî jî di navbera partiya nû û AKP’ê de, ev jî veguheriye avgerê. Demokratîkbûna Tirkiyeyê hema bêje bûye wekî têkoşîna desthilatdariyê ya van hêzan. Ji ber vê yekê, têkildarî demokratîkbûnê nêzîkatiyeke samîmî û gavên berbiçav kêm xuya dikin. Nêzîkatiyên pragmatîk û hesabên taktîkî derdikevin pêş.
Têkoşînên ku dê tevkariyê li demokratîkbûna Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bikin; her wiha li destkeftiyên demokratîk ên hevpar ên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes û hemû gelan bikin, hêdî dimeşin. Yek ji sedemên herî girîng ên vê xitimandinê jî ev e.”
‘PÊDIVÎ BI GAVÊN BERBIÇAV YÊN DEWLETÊ HEYE’
Agin, diyar kir ku dewlet pêvajoyê sist dimeşîne û heya niha gavên cidî yên xurt neavêtine û got ku qanûna çarçoveyê ku hat derxistin girîng e, lê divê berdewamiya wê bê. Agin, anî ziman ku ji bo samîmiyeta desthilatdariyê bê dîtin, divê gavên berbiçav bên avêtin.
‘DEMOKRATÎKBÛN TENÊ BI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD NABE’
Agin, destnîşan kir ku çareseriya demokratîk dikare bi civîna beşên cuda yên civakê ya li dora daxwazên hevpar pêk bê. Agin, got ku divê rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û saziyên pîşeyî beşdarî pêvajoyê bibin û wiha domand: “Demokratîkbûna civaka Tirkiyeyê û rêveçûna pêvajoyê bi awayekî saxlem û mayînde tenê bi têkoşîna gelê Kurd pêkan nabe.”
Agin, anî ziman ku divê alîgirên çepgir û demokrat nebin aliyê şerê desthilatdariyê yê di navbera partiyên siyasî de û bang kir ku beşên cuda yên civakê daxwazên xwe yên rojane bikin yek. Agin, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên li girtîgehan û rewşa kesên ku demeke dirêj e girtî ne, dikarin bibin yek ji van daxwazên hevpar.
‘GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN BANDORÊ LI PÊVAJOYA TIRKIYEYÊ DIKIN’
Agin, got ku geşedanên li Rojhilata Navîn bandorê li pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî dikin. Agin, diyar kir ku zextên li Sûriye, Îran û Iraqê û guherîna hevsengiyên hêzên li herêmê bi neyînî bandorê li pêvajoyê dikin û teqez kir ku di van şert û mercan de divê hêzên demokrasiyê li gorî rewşa nû polîtîkayan pêş bixin.
Agin, bal kişand ser girîngiya parastina mafên demokratîk ên Kurdan di qada navneteweyî de û yekitiya neteweyî ya demokratîk û got ku divê xebatên yekitiyê tenê bi rêxistinên sosyalîst re sînordar nemînin. Agin, diyar kir ku divê beşên herî berfireh ên Kurdan beşdarî pêvajoyê bibin û daxwaz bêne zelalkirin.
‘NÎQAŞEKE NÛ YA ENTERNASYONALÎZMÊ TÊ KIRIN’
Agin, anî ziman ku ew sosyalîzmê wekî armanca dawî dibîne û got ku di şert û mercên îro de têgeha piştevaniya navneteweyî û enternasyonalîzmê ji nû ve tê nîqaşkirin. Agin, diyar kir ku polîtîkayên înkar û mêtingerî yên hêzên serdest bandorê li beşên cuda yên civakê jî dikin, lewma divê daxwazên nû bêne pêşxistin.
‘DAXWAZÊN AKTÛEL NAYÊN WATEYA DEVJÊBERDANA ARMANCÊN STRATEJÎK’
Agin, got ku dema armancên demdirêj tên parastin, divê ji bo pirsgirêkên aktûel daxwazên berbiçav bêne amadekirin. Agin, diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehan û daxwazên azadiyê dikarin beşên cuda di têkoşîna hevpar de bînin cem hev. Agin, anî ziman ku astengiya sereke ya li pêşiya pêvajoyê nebûna nêzîkatiyeke samîmî ya dewletê ji bo çareseriya demokratîke û wiha got: “Têkoşîna demokratîk û girseyî û awayên din ên têkoşînê bi hev re dimeşin. Divê bi hev re jî bimeşin.”

