Sêşem, 18 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li pismamê Esad ê li girtîgehê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya ‘Hevgirtina Neteweyî’ civîna xwe ya ewilî wê 24’ê Tebaxê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’
Kurdistan

‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

Gerîlayên bi navê Kajîn Efrîn û Dilsoz Avzem diyar kirin ku di dîroka têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd de gelek pêşeng di meha Gulanê de şehîd bûne û gotin, meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meha Gulanê ji aliyê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ve xwedî wateyeke cuda û pir mezin e. Ji şehadeta şoreşgerê mezin Hakî Karer heya îro gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji bo doza azadiyê gelek fedayî û leheng şehîd dan. Her wiha gelek leheng jî di meha Gulanê de gihiştin nemiriyê. Lewma meha Gulanê her ku çû ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bû xwedî wateyeke taybet û êdî weke meha lehengan û şehîdan tê pênasekirin.

Gerîlaya YJA Starê Kajîn Efrîn û gerîlayê HPG’ê Dilsoz Avzem têkildarî girîngiya Meha Şehîdan axivîn.

 

Gerîla Kajîn Efrîn di destpêka axaftina xwe de şoreşgerê mezin Hakî Karer bi bîr anî û got, “Meha Gulanê, meha biharê ye ku bi rengên xwezayê xwe xemilandiye. Lê belê ya ku meha Gulanê hîn bi watetir dike, şehîdên me ne. 18’ê Gulanê roja şehadeta hevrêyê Rêber Apo heval Hakî Karer e. Rêber Apo tola şehadeta heval Hakî tenê bi çalakiyan na, bi damezrandina PKK’ê jî hilda. Gelek ciwanên Kurd û enternasyonalîst li pey şopa hevrê Hakî çûn, pêşengî kirin û bi berxwedanên mezin lehengî raber kirin û gihiştin şehadetê. Ev hevrêyên me li ser rêya heqîqetê meşiyan û gihiştin armancên xwe.

Di vê meha pîroz de em hunermenda pêşeng û şoreşger Hozan Mizgîn jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Heval Mizgîn bi deng û stranên xwe ji her kesê re jiyan, lehengî û fedakariya gerîla vedigot. Em ji zarokatiya xwe ve guhdarî Hozan Mizgîn dikin. Hozan Mizgîn hem şoreşgerek bû, hem jî bi dengê xwe yê xweş rastiyên gel û dîrokê vedigot. Bi saya şoreşgerên wiha ev meh bû meha şehîdan. Weke gerîlayên Kurdistanê em ê li pey şopa hemû hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘ŞEHÎDÊN ME JI ME RE MÎRATEYEKE PIR BI NIRX HIŞT’

 

Gerîlayê HPG’ê Dilsoz Avzem jî derbarê meha şehîdan Gulanê ev tişt got, “Mîna heval Hakî gelek hevrêyên me di vê mehê de şehîd bûn. Şehadeta heval Hakî bû wesîleya damezrandina PKK’ê, ji ber ku Rêber Apo ji bo bîranîna wî partî ava kir. Di têkoşîna me ya 50 salî de gelek şehîdên me yên hêja çêbûn. Têkoşîna me nîv sedsal tejî kir. Îro jî bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Mîmarê vê demê jî Rêber Apo ye. Ev pêvajo jî bi temamî berhemê keda Rêber Apo û şehîdên me ye.

Weke gerîlayên azadiyê em ê jî xwedî li keda Rêber Apo û şehîdan derbikevin. Şehîdên me ji me re mîrateyeke mezin û pir bi nirx hişt. Divê em li çar parçeyên Kurdistanê bi yek deng û yek ruhî xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Bi wesîleya meha şehîdan û salvegera şehadeta hevrê Hakî Karer, em car din hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin
Nûçeya Pişt re Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ji bo bilindkirina asta zimanê xwe em ê têbikoşin’

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kirin ku ew ê asta zimanê xwe bilind bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

Li Mûşê 26 rêxistinên civakî yên sivîl têkildarî êrişên li ser Rojava û helwesta Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jîrahiya Çêkirî: Angaştên Ray Kurzweil derbarê Hişê Fenomenal de pirsên sincî zêde dikin

Pêşketinên bilez ên di warê Jîrahiya Çêkirî (JÇ) de, qada feylesofiyê xistiye nava nîqaşeke kûr.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?