În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera 42’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çermê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne
Rojane

Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Mercan Gul diyar kir ku dewlet dixwaze Elewiyan li gorî feraseta xwe dîzayn bike û got, "Dewlet dixwaze dîroka her serdemê binivîsîne; yanî dixwaze dîroka me li gorî xwe 'jinûve' binivîsîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrişên li serr cihên pîroz ên Elewiyan ku dema dawî zêde bûne, li nava raya giştî bû sedema nerazîbûnan. Li gorî Elewiyan êrişên li ser cihên Duzgun Bava û Elîf Ana êrişên yekane nîne, encamek ji polîtîkayên bi rêk û pêk e.

Di 14’ê Gulanê de li Dersimê êriş li ser ziyaretgeha Duzgun Bava hate kirin. Çend roj piştî vê bûyerê li Bazarcixê Tirba Elîf Ana bû hedefa êrişê. Saziyên Elewiyan bang kirin ku têkildarî êrişan lêpirsîneke berfireh bê kirin.

Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mercan Gul anî ziman ku êriş bûyerên yekane nîne û mijar ji ANF’ê re nirxand.

Mercan Gul ragihand ku li dijî civaka Elewî êrişeke topyekûn heye û got, “Dewlet dixwaze dîroka her serdemê binivîsîne; yanî dixwaze dîroka me li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne. Di vê demê de ku tê gotin, pêvajoya aştî û civaka demokratîk hatiye destpêkirin, sîstem hewl dide tiştekî bi berevajî bixebitîne û hebûna xwe dewam bike. Ev meseleyeke dûr û dirêj e; ji dîrokê heta roja îro dewam dike. Êrişên li ser pîrozmendiyên me, ya rast ji kuştina Gulistan Dokû an jî kuştin Rojîn Kabaîş cuda nîne.”

Ev êrişên li ser cografya, jinan û pîrozmendiyên Elewiyan parçeyek ji sîstemeke girêdayî hev e. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê, dibînin ku êrişên li dijî jinan ên di dema Komkujiya Dersimê de û êrişa li ser peykera Elîf Ana ku pîrozmendiya me ye ji hev cuda nîne; nikarin xwe li nirxên me yên nezindî jî rabigirin.

Weke ku ew dibêjin, ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’, ji bo wan Elewiyê herî baş jî Elewiyê mirî ye. Ji bo vê jî li her derê êrişan dike. Me çend roj berê dît, pîrên ku jê re ‘yên bi pasaporta gewr’ tê gotin li 81 bajaran civandin û rêyek li ber wan xistin, xwestin aqil bidin wan. Bi dîtina min, dewlet plan dike ku projeya xwe bi rêya van kesan bixe meriyetê.

Her ku em qadên xwe vala bihêlin, hinek hewl dide wê qadê bi rengekî qirêj dagire. Sîstem hewl dide li ser tinebûna Kurdan û Elewiyan avaniyekê ava bike; nêzîkatiya ‘Kurd nîne, baweriyeke bi navê Elewîtiyê nîne, hemû Misilmantî ye’ ferz dike û dixwaze di pratîkê de bi cih bîne.”

‘SÎSTEM JI JINÊ DITIRSE, LEWMA ÊRIŞÊ DIBE PÎROZMENDIYÊN ME YÊN JINÊ’

Mercan Gul destnîşan kir ku Elewî li ser bingeha baweriya Rêya Heq de xwedî çandekê ne, hewl tê dayin ku ev çand bê tinekirin û got, “Divê vê yekê zanibin; pîrozmendiyên Elewiyan û wekheviya me ya zayendî îro li cîhanê weke modelekê tê axaftin. Temsîliyeta wekhev a jin û mêr ku ji destpêka baweriya me û vir ve heye û sîstema hevserokatiyê ya ku em îro li qada siyasî dipejirînin, ji çanda Elewîtiyê ne.

Baweriya Rêya Heq baweriyeke welê ye ku xwe li gorî pêvajoyê nû dike û li ser bingeha maf û wekheviyê de hebûna xwe dewam dike. Nîşaneya herî mezin a vê yekê pîrozmendiyên me yên jinê ne yên weke Elîf Ana û Ana Fatma, her wiha ocaxên me yên bi navê jinan e. Sîstem ji ber ku ji jinê ditirse, destpêkê êrişê dibe pîrozmendiyên me yên bi navê jinê; lê belê bila vê nenixumînin; em van nas dikin.

Em van ji Dersimê, ji Sêwasê, ji Madimakê nas dikin. Dema dawî me dît ku li cografya Dersimê hestiyê jinan avêtin nava avê, bi destê wezîfedarên dewletê bedena jinê hate tinekirin, destdirêjî û destavêtin hate kirin. Dema ku êriş birin ser cihên baweriyê û peykerê pîroz ê Elîf Ana digotin ‘Li defîneyê digerin’ yan jî ‘kesekî aqlê xwe ne di serê xwe de bû’. Em vê nixumandinê qebûl nakin; em êdî ji van derewan bawer nakin.

Em soz didin ku bi her awayî baweriya xwe ya Rêya Heq, ziman, nasnameya xwe ya jinê û nasnameya xwe ya civakî biparêzin. Kes nikare me ji vê rêyê vegerînin. Heta ku em vê nasnameya xwe bi temamî bi dest nexin em ê nesekinin û xwedî li nasnameya xwe ya baweriyê derkevin.”

‘HEWL DIDIN KU ELEWÎTIYÊ JI CEWHERA WÊ DÛR BIXÎNIN’

Mercan Gul bal kişand ser ‘civîna bilind a pîr’an’ a li Dersimê ji aliyê dewletê ve hate lidarxistin û ragihand ku li vê derê xwestin ku baweriya Elewiyan asîmîle bikin, berê hin pîr’an dan vê yekê û got, “Dewlet hewl dide derdora xwe biafirîne. Dixwaze Elewîtiyê ji cewhera wê ya rasteqîn dûr bixîne û nehêle bigihêje nasnameya xwe.

Her ku em dibêjin, ‘Em xwedî baweriya Rêya Heq in, em ne di bin sîwana ti bawerî û olî de ne’, ew jî hewl didin me ji rastiya me dûr bixînin. Mixabin hinek jî di bin navê ‘pîr’an de avê diherikînin ser vî aşî ku bigerînin. Ev yek projeya dewletê ya ji bo dûrxistina Elewîtiyê ji cewhera wê ye. Bi kurtasî dixwaze Elewîtiyê ji cewhera wê dûr bixîne û bixe nava çarçoveyekê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be
Nûçeya Pişt re Li Qendîl a serberz xemla biharê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komîteya Çalakiyê ya Filistînê: Herikîna petrola ku Xezeyê dişewitîne rawestînin

Komîteya Çalakiyan a Fîlîstînê ji bo şermezarkirina rejîma AKP'ê û hevkarên wê yên ku sewqiyata…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û raperînê li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bibîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlozofa femînîst a DYE’yê: Banga Abdullah Ocalan bi rastî jî bandor li min kir

Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino nameyek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?