Yekşem, 5 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li 2 bajaran 11 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 1975’an heta bi Civîna bilind a NATO’yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be
Rojane

Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal anî ziman ku dewletê heta niha gavên hiqûqî û siyasî neavêtiye û got, "Di vê pêvajoyê de yek ji meseleyên esasî mafê hêviyê ye; habe ku ev maf bê taloqkirin. Meclîs divê êdî bi berpirsyariyê rabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal ku demeke dirêj parêzerî ji Rêber Apo re kir, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, mafê hêviyê û statuya Rêber Apo û helwesta Meclîsê ya ji bo pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.

Newroz Ûysal diyar kir ku banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo qonaxeke gelekî girîng bû û di nava dema derbasbûyî de Tevgera Azadiyê ya Kurd li gorî pêvajoyê gavên guncaw bi lez avêt û got, “Lê belê rastiyeke welê li pêşiya me ye ku hikumetê yan jî dewletê li gorî vê bangê û van gavan, gavên siyasî, hiqûqî yên şênber, rasteqîn û plankirî neavêtiye. Ev yek bandorê li baweriyê dike.”

Ûysal destnîşan kir ku gotina ‘mekanîzmaya teyît û tespîtkirinê’ ya ku dewlet qalê dike gotineke rast nîne û anî ziman ku şewitandina çekan û vekişîn ev mekanîzma bi xwe ye.

Parlamentera DEM Partiyê anî ziman ku Rêber Apo muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, mercên heyî yên li Îmraliyê pêşveçûna pêvajoyê zehmet dike û got, “Mercên Birêz Ocalan berê jî niha jî di pêvajoyê de gelekî diyarker û bi bandor bû. Ji ber ku Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye ku ji aliyê gelê Kurd ve weke lîder tê qebûlkirin, weke îradeya siyasî tê nîşandan.”

‘YA KU TÊ NÎQAŞKIRIN STATUYA HIQÛQÎ YE, NE YA SIYASÎ YE’

Newroz Ûysal diyar kir ku divê ew şert û merc bêne afirandin ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad bixebite û anî ziman ku ya tê nîqaşkirina statuya wî ya hiqûqî ye. Ûysal got, “Dema ku em dibêjin statuya Birêz Ocalan em qala statuyeke siyasî ya Birêz Ocalan nakin. Ji aliyê siyasî ve ji xwe tê zanîn ku Birêz Ocalan lîderê gelê Kurd e, pêşengê civaka demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Ev pozîsyona wî ya pêşengiyê ne cihê nîqaşê ye.”

Di vê çarçoveyê de Newroz Ûysal ragihand ku mebesta wan ji statuyê ne siyasî ye lê hiqûqî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev pêvajo di demeke welê de bi rê ve diçe ku dikare bandorê li atmosfera aştiyê ya herêmê û tevahiya cîhanê bike, ne tenê ya li Tirkiyeyê. Di vê demê de rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan gelekî gigrîng e. Weke DEM Partî em ji bilî azadiya Birêz Ocalan statuyeke cuda venabêjin.”

‘YEK JI MIJARÊN SEREKE YÊN VÊ PÊVAJOYÊ KU NABE BÊ TALOQKIRIN, MAFÊ HÊVIYÊ YE’

Newroz Ûysal ‘Mafê Hêviyê’ û dema ku Komîteya Wezîran ji bo bicihanîna vî mafê daye Tirkiyeyê nirxand û got, “Ji bo me yan jî ji bo pêvajoyê mijara sereke ya ku nabe bê taloqkirin, mafê hêviyê ye. Mafê hêviyê ne niha, lê 12 sal in ji aliyê hiqûqî ve di rojeva me de ye. Her wiha mercên ragirtinê û azadiya Birêz Ocalan 27 sal in bê navber di rojeva me de ye. Naveroka biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), karakterê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û rejîma înfazê avakirina mekanîzmayeke nirxandinê ferz dike. Her wiha vê yekê weke êşkenceyê pênase dike. Li Tirkiyeyê jî xala 90’emîn a Dadgeha Destûra Bingehîn eşkere ye; biryarên DMME’yê di ser qanûn û mewzûatên heyî yên li Tirkiyeyê ne û divê bi cih bê anîn.”

Ûysal anî ziman ku li gel biryarên Komîteya Wezîran û DMME’yê jî Tirkiyeyê hîn gaveke hiqûqî neavêtiye û got, “Ewqas dem di ser re derbas bû. Rapora komîsyonê hate amadekirin. Lê belê meseleya mafê hêviyê nenirxand, nexwest binirxîne. Di mijara qanûnî de ti pêşniyar nekir. Me di vê pêvajoyê de gelek pêşnûme qanûn pêşkêş kir, lê belê ne Komîsyona Edaletê ne jî Civata Giştî ya Meclîsê xistin rojeva xwe.”

Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku wê Hezîrana 2026’an bicive, divê êdî helwestekê nîşan bide ku Tirkiye mecbûr be bi cih bîne.

‘MECLÎS DIVÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE, NE KU LÊ TEMAŞE BIKE’

Newroz Ûysal ragihand ku komîsyona li meclîsê ava bû zemîneke girîng bû, rapora vê komîsyonê jî ji aliyê demokratîkbûn û garantiyên qanûnî ve xwedî sernavên gigrîng bû û got, “Hem dema derbasbûyî hem jî di nava vê pêvajoya sal û nîvekê de kesên ku piştgiriyê nadin pêvajoyê yan jî nîqaşê li ser Birêz Ocalan dimeşînin timî ev yek pirsî: ‘Aliyê vê pêvajoyê kî ye? Rewatiya wê li ku ye? Weke nûner, Meclîs li kîjan aliyê vê meseleyê ye?’ Hemûyan ev pirs pirsîn û hewl dan wêneyekî welê biafirînin ku weke Birêz Ocalan li dijî tevlîbûna Meclîsê ye nîşan bidin.

Halbûkî berê jî niha jî yê ku digot û dibêje divê Meclîs bi berpirsyariyê rabe Birêz Ocalan e. Me israr û daxwaza wî ya ji bo avakirina vê komîsyonê gelek caran bi raya giştî re parve kir. Lê belê hîn jî hewl tê dayin ku atmosfereke çewt bê afirandin.

Newroz Ûysal diyar kir ku ji bo gavên hiqûqî û qanûnî yên bêne avêtin komîsyon li cihekî girîng e û got, “Avabûna komîsyonê ji aliyê temsîliyeta siyasî ya pêvajoyê ve ji bo gavên qanûnî yên Meclîs biavêje di warê berpirsyariyê de gelekî girîng bû. Hîn jî xwedî heman girîngiyê ye.”

Ûysal anî ziman ku rapora komîsyonê ji bo Meclîsê girîng e, berpirsyariyê dixe ser milê meclîsê û got, “Li gel berpirsyariya guhertina qanûnan a Meclîsê, şopandina îradeya ku di rapora komîsyonê de hate nîşandan jî girîng e.”

‘DIVÊ MECLÎS BI WÊREKÎ TEVBIGERE’

Newroz Ûysal got, “Divê meclîs ne tenê li benda hatina pêşniyarên ji desthilatdariyê be. Divê raopra xwe bi xwe amade bike û gavên demokratîk biavêje” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê meclîs êdî bi wêrekî tevbigere. Bêyî ku li benda pêşnûme qanûnên partiyên li desthilatdariyê bimîne divê bi wêrekî xwedî li rapora komîsyonê derkeve û di mijara avêtina gavên demokratîkbûnê û bicihanîna biryaran de ne temaşevan be, lê belê helwestê nîşan bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Şewitandina înfazan rawestînin

Rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Şewitandina înfazan rawestînin" daxuyanî dan û daxwaza berdana girtiyên nexweş…

Ji aliyê Stêrk TV

Kêm maye Îsraîl li dijî navenda Refahê operasyonê bide destpêkirin

Li gorî agahiyên çapemeniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê dest bi ketina taxên li rojhilatê bajarê Refahê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiyê jî dixwazin’

Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan dewam kir. Di nobetan de peyama “Em ne tenê rakirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li 2 bajaran 11 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?