Li gorî rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) windahiya li ser rêya koçberiyê di asteke bilind de ye. Di sala 2025’an de nêzî 7.900 koçberan jiyana xwe ji dest dan, yan jî winda bûn.
Li gorî daneyên ku ji sala 2014’an û vir ve têne komkirin, zêdeyî 80 hezar koçberî jiyana xwe ji dest dan, yan jî winda bûn.
IOM’ê diyar kir ku daneyên 2025’an nîşan didin ku “helwesta neserketî ya global a li ser rawestandina mirina dikare pêşî lê bê girtin” dewam dike. Rêxistinê ragihand ku tenê ji destpêka salê û vir ve 1.723 kes li ser rêya koçberiyê mirin an jî winda bûn.

