Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Muftuoglû: Mafên destûra bingehîn nayên bikaranîn
Rojane

Muftuoglû: Mafên destûra bingehîn nayên bikaranîn

Aborînas Ozgur Muftuoglû anî ziman ku her çend pêşîgirtina li xebatên sendîkayan û binçavkirina rêveberên TUSÎAD'ê pêk hatin jî ev rastiya ku AKP nûnerê sermayê ye naguherîne û diyar kir ku aştiya civakî û hiqûqê bi hêza ji hilberînê tê, pêk tê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Karkerên Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Başpinarê  ya Dîlokê demek berê ji bo heqdestê xwe dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya karkeran di demeke kurt de belav bû. Karkerên ku zêdekirina ji sedî 30 a xizaniyê qebûl nekirin, dest bi grevê kirin. Li ser vê yekê Walîtiya Dîlokê xwepêşandan qedexe kir. Serokê Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Tekstîl Tevinkarî û Çermkariyê yên Yekbûyî (BÎRTEK SEN) Mehmet Turkmen banga çalakiyê kir. Ji ber vê bangê 2 caran hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di daxuyaniya walîtiyê de hûrgiliyek balkêş hebû û digot, mafê rewa yê protestoyê yê karkeran wê ji vir li tevahiya welêt belav bibe. Dema ku ev diqewimî, Lijneya Giştî ya TUSÎAD’ê ku mezintirîn komeleya karsazên Tirkiyeyê ye, rexneya ku qanûn hatiye rawestandin, kir. Nûnerên desthilatê piştre gef li wan xwarin. 2 rêveberên TUSÎAD’ê hatin binçavkirin. Derbarê Serokê TUSÎAD’ê Orhan Turan û Serokê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a TUSÎAD’ê Mehmet Omer Arif Aras de biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.

NAVÊ VÊ BÊ HIQÛQÎ YE

Aborînasê Kedê Ozgur Muftuoglû têkildarî zextên li ser siyaseta demokratîk û zextên hemwext ên li ser sermaye û kedkaran ji ANF’ê re axivî. Aborînas Ozgur Muftuoglû diyar kir ku aştiya civakî yan jî hiqûq pêşî li kargehan tê rakirin. Ozgur Muftuoglû zextên ji 12’ê Îlonê û vir ve li ser kedkaran tên kirin bi bîr xist û diyar kir ku qedexeyên li Dîlokê û girtina Mehmet Turkmen li ser daxwaza karsazan pêk hatin. Muftuoglû got; “Belavbûna çalakiyên karkeran rewşeke wisa ye ku kêm tê dîtin. Lê hêza kirînê daketiye û feqîrbûn pir zêde bûye. Karkeran heta niha xwe ji rêxistinbûnê dûr digirtin, lê niha derket holê pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê heye. Ger em rewşa ku em pê re rû bi rû ne bi awayekî zelalî bibêjin; jê re bêhiqûqî tê gotin. Mafên destûra bingehîn hene lê nayên bikaranîn.”

GER DI PÊVAJOYA HILBERÎNÊ DE DEMOKRASÎ TUNE BE

Muftuoglû anî ziman ku li welatekî yan jî civakekê maf, demokrasî û aştiya civakî di pêvajoya hilberînê de dest pê dike û wiha domand: “Ger di pêvajoya hilberînê de demokrasî tune be, yanî karker li ser keda xwe ne xwedî gotin bin, şert û mercên herî bingehîn ên mirovî jî pêk nayên, timî bi qezayên kar re rû bi rû dimînin û li cihê kar komkujiya wan kêm nebe, li vir demokrasî tune ye. Ji ber vê yekê li vir ne hiqûq û ne jî aştiya kar heye.”

JI 12’Ê ÎLONÊ VE YE WISA YE

Muftuoglû bi bîr xist ku di derbeya 12’ê Îlonê de li ser daxwaza karsazan mafê rêxistinbûnê ji holê hat rakirin, grev hatin qedexekirin, peymanên kar ên kolektîf hatin rawestandin û got: “Ev rewş li ser daxwaza karsazan wê demê pêk hat, pêvajoyeke antîdemokratîk e û ev bi darbeya leşkerî dest pê kir. Ev daxwazên karsazan ji wê demê heta niha berdewam kirine. Polîtîkayên aboriyê ji aliyê hikûmetan ve dihatin meşandin. Hikûmeta AKP’ê jî vê dike. Bernameya herî dawî ya Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek ev e û ji xwe hemû berdewama hev in. Ji ber vê yekê cihê ku demokrasî, hiqûq û aştiya civakî lê hildiweşe, kargeh in. Ji ber vê yekê, mijara girtina Serokê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen li Dîlokê bi vê xalê re têkildar e. Mehmet Turkmen ji bo mafên karkeran di çarçoveya qanûnê de karê xwe yê sendîkayî dike û ji ber karê xwe kir hat girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di hevdîtinên Osloyê de çi qewimîn?
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Hevalên me yên rehîn hatine girtin serbest berdin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Datçayê yateke tûrîzmê dan ber agir

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Datça ya Mûglayê bi rêbaza sabotajê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 4 şehîdên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûrî Aslan bû Serokwekîlê ÎBB’ê

Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 23’ê Adarê de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?