Bi salvegera çaremîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hêzên dewleta Îranê zext û tedbîrên ewlehiyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kiriye.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê zext û gefên xwe li ser welatiyan bi taybetî jî kesên ku banga greva giştî dikin zêdetir kiriye. Desthilatdariyê hejmarek zêde ya hêzên xwe yên leşkerî, polîs û îstixbaratê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye.
Li gor agahiyên ku rêxistinên mafên mirov yên Rojhilatê Kurdistanê belav kirin, 16’ê Îlona 2026’an jinek ciwan a Kurd a bi navê Dunya Weysî (30) ku ji Dîwandereyê ye, ji aliyê hêzên îstixbarata ser bi Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve destpêkê tundî lê hatiye kirin û piştre jî hate revandin.
Hatiye diyarkirin ku beriya Dunya Weysî were binçavkirin, hêzên Îranê gelek caran gef lê xwaribûn. Çarenûsa Dunya Weysî nayê zanîn.

