Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > MXDŞ: Em bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne
Kurdistan

MXDŞ: Em bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê ragihand ku êrişên çeteyan ên li ser Sûriye û Rojava di heman demê de metirsiyê li ser Şengalê û Iraqê jî çêdike û banga xurtkirina hêzên xweparastinê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji 28’ê Mijdarê ve berdewam dikin û berxwedana gel a li Şexmeqsûd û Eşfrefiyê ya Helebê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wihaye:

“Dewleta Tirk a dagirker û hêzên li pişt wê 2014’an xwestin gelê Kurd û civaka me ya Êzidî di qirkirinê re derbas bikin û Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi temamî dagir bikin. Vêya jî bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ’ê û El-Nûsra û komên din ên çete kirin. Di serî de li Şengalê li Kurdistanê komkujî pêkanîn, bûn sedema koçberiyeke mezin ji Şengal û giştî Kurdistanê. Bi taybet xwestin civaka me ya Êzidî di qirkirinê re derbas bikin. Lê berxwedana gerîla û şervanan ya bi piştgiriya gelên me yên berxwedêr ev planên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wan vala derxist. Gelê me karîn dersên girîng ji van êrişan derbixin, xwe zêdetir rêxistin bikin, hêzên xwe yên parastinê ava bikin, bi xwe re hemû gelên herêmê jî biparêzin.

Dewleta Tirk a dît nikare bi rêya çeteyan û hevalbendên xwe yên navnetewî û herêmî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê kir, bi salane li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrişan dike û li dijî Şengalê jî bê navber planan pêşdixe û êrişên hewayî pêktîne. Lê dewleta Tirk a dagirker, PDK û hevalbendên wan ku hatine asta tesfiyeyê, li beramber berxwedana gelê me, gerîla û şervanan têk çû û nekarî serkeftinê bidest bîne.

Hêzên navnetewî yên nekarîn bi rêya Erdogan û çeteyên wê herêmê dîzayn bikin, fitîla şereke nû bi rêya Hemas-Îsraîlê pêxistin. Şerê 7’ê Tîrmeha 2023’an li Filîstînê destpê kir, bi Lûbnanê dewam kir, niha li Sûriyeyê bi dijwarî dewam dike. Ji êrişên dijî Helebê jî diyar bû ku planên gelek qirêj û metirsîdar li ser herêma me û gelan heye. Dewleta Tirk ji bo xwe ji tûnebûnê rizgar bike, careke din ew çeteyên ku bi salaye biçek dike, xwedî dike ji bo berjewendiyên xwe yên û hêzên navnetewî dide bikaranîn. Ji ber vêya dewleta Tirk bi sermayeya xwe ya çeteyan xwe dide bikaranîn û hewl dide ji nakokiyên herêmî û navnetewî sûd werbigire, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bifetisîne û peyre jî gef li Mûsilê û Şengalê jî bixwe. Niha berxwedaneke mezin a gelê me li Şexmeqsûd û Eşfrefiyê ya Helebê heye. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê heya dawî li gel gelên me yê Rojavayê Kurdistanê ne. Çarenûsa me bi hev ve girêdayiye. Şervanên Rojavayê Kurdistanê çawa 2014’an bi hemû hêza xwe bi hawara civaka me ya Êzidî ve hat, em jî îro amadene di van rojên dîrokî de bi hemû hêz û derfeta xwe li gel wan bin. Em dizanin hêza herî mezin a dikare êrişan têk bibe, hevgirtina gelan a bi hevre ye.

Dewleta Tirk dixwaze careke din bi rêya çeteyên xwe û hevalbendên xwe yên navnetewî, Rojavayê Kurdistanê, Şengal û giştî Kurdistanê dagirker bike, çavkaniyên wê talan bike û me di qirkirinê re derbas bike. Lê ezmûna ku bi salaye li Rojavayê Kurdistanê çêbûye, bûye hêvî û nimûneyek ji bo gelan. Ev ezmûna ku bi salaye li dijî her cûre êriş û planên herêmî û navnetewî li ber xwe dide, îro jî rûberûyê êrişeke mezine. Serkeftina berxwedana Rojavayê Kurdistanê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelane.

Berxwedana gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê careke din jî nîşanê me dide ku gelek rêxistinkirîbe ne mûmkîne cihê wê were dagirkirin û di qirkirinê re derbas bibe. Êriş çêbibin jî, bi hêza xwe ya yekgirtî êrişan vala derdixin û ji bo hemû hejarin jî dibin stargehek. Niha li nava Helebê de Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên Lûbnan û Sûriyê, dîsa ji bo hemû gelê Kurd û bi taybet jî civaka Êzidî bûne stargehên gelan. Parastina vê hêvî û stargeha gelan erk û wezîfeya me civaka Êzidiye jî. Em jî ne Êzidiyên beriya 2014’anin û dikarin hem herêma xwe biparêzin, hem jî ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferber bibin. Divê em ji bîr nekin, em eniyekin û çarenûsa me erênî an jî neyînî girêdayî heve. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê amadene her cûre alîkarî pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên li herêmê dijîn bikin. Îro roj roja hevgirtin, têkoşîna hevpar û parastina nirx û destkeftiyên gelên meye.

Bê gûman Şengal jî hev sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û xeterî li ser Şengalê jî heye. Dewleta Tirk ku her roj êrişê me dike, ne dûre ku çeteyên xwe yê li Sûriye, çeteyên xwe yên bi hevkariya PDK’ê li Başîqa û Herêma Kurdistanê bicîh kiriye berde ser Şengalê. Şengal jî niha di bin metirsiyeke cidî deye. Xeteriya şer çiqas li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, evqas jî li Şengalê, li Mûsil û giştî Iraqê jî heye. Dixwazin fermana 2014’an temam bikin û Rêveberiya me ya Xweser ji holê rakin. Şengal ku êdî ji nûve avabûna xwe temam dike, rûberûyê metirsiyeke mezine. Divê gelê me weke berê nekevin şaştiyê û hêviyê ji kesî nekin, bixwe ji bo parastina xwe seferber bibe. Gelê me bi salaye xwe bi fikrê Rêber Apo rêxistin û perwerde dike. Êdî gihîştiye wê astê hem xwe ji fermanên nû biparêze hem jî parastina gelên din ên li herêmê jî bike. Ji bo em nehêlin ezmûna 2014’an dûbare bibe, divê gelê me bi riheke seferberiyê hem ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hem jî ji bo parastina axa xwe amade be, di van demên dîrokî de bi rihê seferberiyê tevbigere, jiyan bike. Divê dost û dijmin bizanin gelê me yê perwerdekirî û rêxistinkirî, ne pariyekî hazire. Pêwîste em bi hêza xwe ya rêxistinkirî wisa bikin ku herkes li gorî wê nêz bibe.

Bi taybet jinên Êzidî di parastina Şengalê de roleke mezin lîstine û di vê serdema dîrokî ku metirsî û derfetên nû heye de jî roleke pêşeng bilîzin. Civakeke jin pêşengiyê jêre bike, pişta wê nayê erdê û dikarin berovajiyê wê pişta dagirkeran bişkînin.

Ciwanên me yên Êzidî eger naxwazin fermana 2014’an dûbare bibe, divê li dora hêzên xwe yên ‘Xwe ji Fermanê Biparêze’ YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê kom bibin. Dem dema parastina Êzidxanê ye. Berê hêzeke me nebû, ferman çêbû. Lê niha hêz û ezmûna me heye, divê ciwanên me û tevahî gelê me, li dora Rêveberiya Xweser û hêzên ‘Xwe ji fermanê biparêze’ kom bibin. Panzehîra şerê cîhanî yê sêyemîn xwe rêxistinkirine. Yê rêxistinkirîbe wê serkeftî be, derveyî wê ti çareyeke din nîne.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hêzên navnetewî, rêxistinên navnetewî dikin, weke berê beramber bi komkujiyên dewleta Tirk û hemû dewletên dagirker, qirker bêdeng nemînin, pêşî li komkujî û qirkirinên nû bigirin. Ji bo karesatên nû yên mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Iraqê rû nedin, divê pêşî li vê şerê qirkirinê bigirin.

Hikûmeta Sudanî ku hevkariyê bi dewleta Tirk re kir û hişt bi hezaran çeteyên Tirk li herêmê bicîh bibe jî, ji her karasateke li herêmê rû bide berpirsyare. Divê hemû hêzên ku berjewendiyên Iraqê difikirin, welatperwer yên Iraqê, dîsa gelê me yê Iraqê ji bo parastina gelan û axa Iraqê li dijî êrişan hev bigirin, eniyeke gelan were avakirin, careke din nehêlin dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe herêmê dagir bike. Pêwîste peymanên li gel dewleta Tirk hatine çêkirin werin hilweşandin, hebûna dewleta Tirk a li herêmê ku metirsiya herî mezin a li ser herêmê ye, were dawîkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Divê em bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Nûçeya Pişt re Jinan nerazîbûn nîşanî tundiya polîsan dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Iraqê êrîşî Şengalê kir û dorpêç kir: Gel li dest bi berxwedanê kir

Artêşa Iraqê şeva 18’ê Adarê êrîşî şervanên YBŞ’ê kir. Gel li dijî êrîş û dorpêçê…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Xezeyê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji 27’ê Gulanê ve li Xezeyê herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê teqîna mayînê: 3 zarok bi giranî birîndar bûn

Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?