Yekşem, 27 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Navek, du jiyan: Agir Adar
Rojane

Navek, du jiyan: Agir Adar

Çîroka Tahîr Yavîç (Agir Adar) û birayê wî Fatîh ku di bin siya zextên li Kurdistanê de derbas bû, xwedî şopên jiyaneke ji berxwedan û têkoşînê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Îlon 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Zext, komkujî Û êrişên di salên 1990’î de li Kurdistanê rû dan, bandoreke kûr li jiyana malbata Yavîç kir kir. Kûdret Yavîç qala zilma li malbatê hate kirin û têkoşînê kir. Kûdret Yavîç bi gotina, “Em welatparêz û xizan bûn. Li hemberî zilma l me hate kirin em ê li ber xwe bidin” qala mercên wê demê û biryara berxwedanê kir.

Jiyana Agir Adar (Tahîr Yavîç) û Fatîh Yavîç ku di salên ji zext û berxwedanê ji dayik bûn, bi zarokatiyê re hişê welatparêziyê bi wan re çêbû. Ji herdu birayên li ser heman xeta têkoşînê Tahîr Yavîç weke nerazîbûna li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo berê xwe da gerîla. Fatîh Yavîç jî demeke kurt piştî kekê xwe beşdarî nava refên gerîla bû.

Tahîr Yavîç sala 2007’an li Erzîganê, Fatîh Yavîç jî sala 2017’an li Xakurkê şehîd bû. Çîroka herdu birayên di bin siyas zexta li Kurdistanê mezin bûn, xwedî şopên ji jiyaneke ji berxwedan û têkoşînê ye.

‘ZAROKÊN MIN BI DAXWAZA XWE ÇÛN’

Bav Kûdret Yavîç qala hatina Stenbolê û çîroka malbata xwe kir:

“Em sala 1997’an hat Stenbolê. Dema ku ji Agiriyê em bi rê ket, ez 10 salî bûm. Ji ber zilma dewletê em derket; em ji gundê me, ji nava zeviyên me derxistin. Em neçar man ku pênc caran koç bikin. Her carê jî em diçûn gundekî cuda. Bavê min pênc salan êş kişand, em zarok bûn. Em 8 bira, 4 xwişk bûn. Bavê me em xwend.

Em welatparêz û xizan bûn. Me got, ‘Li hemberî zilma ku li me hatiye kirin em ê li ber xwe bidin’. Di dema Barzanî de 15 salî bûm. Wê demê welatparêziya min destpê kir. Ji dema Barzanî heta bi hatina Serok Apo…

Zarokên min jî bi daxwaza xwe çûn. Em li Stenbolê bûn, zarokên min ji vir çûn. Li vir dixebitîn, lê belê partî timî di aqlê wan de bû.”

‘NE BI ZORA MIN, LÊ EW BI XWE TÊGIHIŞTIN’

Bav Kûdret Yavîç ragihand ku malbat bi temamî di nava karên partiyê de bû, jiyana xwe di nava têkoşînê de derbas dikir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir;

“Em hemû di nava partiyê de bûn. Min bi xwe nas dikir, ji xwe ne bawer bûm ku biçin rêyeke cuda. Ti eleqeya wan bi tiştên vala yên weke cemaet, tarîqat, şêx, axa tine bû. Zarokên min ên din jî welatparêz bûn. Kurê min Cevat beriya deh salan ji wezîfeyê girtin. Li şaredariyê li serokatiya daîreyê bû, ji wir avêtin. Lê belê nesekin. Niha jî li KESK’ê qeydkirî ıye, dixebite.

Jiyana me bi giranî bi zilmê derbas bû. Em ji warê me dûr xistin; birçî, tî hiştin. Di nava xizaniyê de min hewl da zarokên xwe bidim xwendin, lê belê ne zarokên min ne jî min karîbûn rehet bikin. Zehmet bû ku di nava xizaniyê de wan bide xwendin. Li gel vê jî xwendin. Bûn welatparêz, ji war û welatê xwe hez kirin. Ne bi zora min, lê bi xwe têgihiştin.”

‘TAHÎR GELEKÎ DIXWEND’

Kûdret Yavîç ragihand ku Agir Adar (Tahîr Yavîç) ciwanekî welê bû ku gelekî dixwend, lêkolîn dikir û bi vî rengî qala jiyana xwendinê û pêvajoya tevlîbûna li nava refên gerîla ya kurê xwe kir:

“Zarokekî gelekî ji xwendinê hez dikir, gelekî şêrîn bû. Timî dixwend. Dayika wî gelekî jê hez dikir. Ji bo Tahîr çûm lîseyê hatim. Rojekê midurê lîseyê ji min re got, ‘Bila Tahîr bê vê derê. Zarokekî ji exlaqekî bilind û jêhatî ye; bila neçe cihekî din’. Tahîr jî xwest biçe cihekî din. Min jî ew li lîseyeke din a li Taxa Gaziyê qeyd kir.

Min ji Tahîr re got, ‘Teqez bixwîne’. Wî jî ji min re got, ‘Ez ê bixwînim’. Ji min re negot ku wê biçe. Carek du caran hevalên wî hatin me bibîne. Dema ku min hevalên wî dît, ketim nava gumanan. Min dixwest ew bixwîne. Bixwenda jî dibû welatparêz. Bêguman lîse qedan, çû û tevlî bû. Ez nabêjim nebaş kir; dawiya dawî tevlî dozeke pîroz bû. Lê belê bixwenda wê gelekî serketî bûya. Nebû nasîb.”

‘DAYÊ KOBANÊ BIHUŞT E’

Bav Yavîç ragihand ku di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de Agir Adar di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû û diyar kir ku kurê wî da pey xeyalên xwe. Yavîç got, piştî Agir birayê wî FatÎh Yavîç jî heman rê tercîh kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Da pey xeyalên xwe. Xeyalên Fatîh jî ev bû. Me negot ‘neç’, me got ‘dibistanê bixwîne’. Dayike wî got, ‘bixwîne’. Fatîh ji dayika xwe re got wê biçe. Carekê ji dayika xwe re got, ‘Bihuşt li binê lingê dayikê ye, ma tu Kobanê nabîne? Bihuşt li wir e’.”

Bav Yavîç anî ziman ku Fatîh Yavîç di 23’ê Tîrmeha 2017’an de li Xakurkê şehîd bû, Fatîh jî weke kekê xwe Tahîr navê Agir Adar li xwe kir. Yavîç diyar kir ku Fatîh 17 salî tevlî nava gerîla bû û got, “Min qala zilma axayan, destdanîna li ser zeviyan kir. Niha şukir dikim ku em di nava wan de neman. Eger em li pişt wan biman, zarokên me jî wê weke zarokên wan bûna; em ê jî weke wan bê exlaq bûna. Em li pişt wan nesekinînin, tevlî vê partiyê bûn. Em jî zarokên me jî bûn xwedî exlaq. Bêguman mirovên ji me bêhtir bi exlaq, baştir hene; wan jî şehîd dan. Zarokekî gelekî bi terbiye bû, bi dîsîplîn bû.”

‘EM JI PÊVAJOYA RÊBER APO RE AMADE NE’

Yavîç diyar kir ku Tahîr li Erzînganê şehîd bû, cenazeyê wê jî ji Trabzonê wergirt û li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk got, “Em ji pêvajoya aştiyê re amade ne ku Serok Apo da destpêkirin. Em ji gel rica dikin; bila ew jî amade bin, destên wî xurt bikin. Bila ev mesele bi encam bibe. Eger ev pirsgirêk çarser bibe, qet nebe wê êşa zarokên me yên şehîd ji holê rabe. Ji xwe şehîd bûn. Dirûşma ‘Şehîd namirin’ a gerîla di Quranê de jî heye. Lê belê dayika wî jî ez jî nikarin îdare bikin. Lê belê divê em îdare bikin. Dema em mirin em ê biçi gel wan.

Herdu zarokên min jî weke hev bûn. Tahîr wêrek bû, di nava hevalên xwe de wêrek bû. Di nîqaşekê de dikarîbû bersiva xwe bide.”

‘FATÎH ZAROKEKÎ PAK BÛ’

Dayika Fatîh û Tahîr dayika Sena jî bi vegotian roja dawî ya Fatîh dît, dest bi axaftina xwe kir. Dayika Sena diyar kir ku Fatîh zarokekî pak, tîtîz û cihê baweriyê bû û got, “Me gelekî jê hez dikir, em gelekî jê bawer bûn. Wî jî gelekî ji me hez dikir. Rojekê got, ‘Dayê, hevalê min li min geriya, em ê saet di pêncan de bi hev re taştê bixwîn’. Min jî jê re got, ‘Saet pêncan taştêya çi? Tu çima min dixapîne?? Tiştekî welê neke’. Wî jî got, ‘Rojeke vala ya hevalê min nîne, dixebite. Ji ber vê jî ez diçim, em ê bi hev re taştê bixwin’.

Piştî ku heta derengiyê nehat, ez lê geriyam. Ji min re got, ‘Ez ê îşev neyêm. Îşev li gel hevalên xwe me’. Min jî got, ‘Baş e, tu zane’. Heta roja din sekinînim. Min telefon kir, ranehiştê. Ji hevjînê re re got, ‘Fatîh telefona xwe venake’. Wî jî got, ‘Şarja wî qediya ye’. Heta êvarê ez sekinîm. Me êvarê careke din telefon kir, dîsa nekarî xwe bigihîne wî. Wê demê Abdullah hat. Min ji Abdullah re got, Fatîh çima telefona xwe ranake’. Wî jî got, ‘Dayê herhal ne musaît e, meraq neke, wê bê’.

Heta roja din lil bendê mam. Piştî rojekê min telefon kir, venekir. Abdullah jî telefon kir, venekir. Piştre kurê min hat û got, ‘Dayê Fatîh li Iraqê ye. Telefonî min kir, got ji dayika min re bibêje bila heqê xwe li min helal bike’.

Min jî got, ‘Xwezî te telefon bida min’. Got, telefon a yekî xerîb bû, piştî axaftinê qut bû. Dema ku got çû Iraqê, min fêhm kir ku tevlî bûye. Piştre me nekarî qet agahiyê jê werbigire.”

‘TAHÎR GELEKÎ ARAM BÛ, GELEKÎ BI AQIL BÛ’

Dayika Sena anî ziman ku Tahîr gelekî aram û bi aqil bû û got, “Gelekî hez ji min dikir, min çi bigota dikir, qîmet dida min. Hevalên wî dihatin û diçûn, pê re sohbet dikirin. Rojekê ji min re got, ‘Dayê, hevalê min dibêje tenûra me heye. Ji dayika xwe re bibêje bila bê li gel me nan lêxe. Hevîrê xwe çê bike, em bi hev re biçin mala hevalê min, dikarî nan lêxe’.

Dema ku em çûn dayika hevalê wî tenûr amade kiribû. Me nan lê xist, ew jî bi hevalê xwe re diaxivî. Piştî çêkirina nan em hatin malê. Hevalê wî bang lê kir. Min jî pirsî bê wê biçe ku derê. Ji min re got, ‘Ez ji hevalê xwe hez dikim, ez ê bi hevalên xwe re bigerim’. Xwe şuşt û wê demê hevalekî wî yê din hat.

Hevalên wî timî dihatin û diçûn. Rjekê got, ‘Ez gemarî bûme, ez ê xwe bişom’. Piştî xwe şuşt çû mala kekê xwe. Ji xwe mala wan li avahiya hemberî me bû. Ji kekê xwe re got, ‘Ez ê hinekî razêm, saet di pêncan de min rake’. Saet pêncan hat malê. Min jî xwari amade kiribû lê belê got, ‘Dilê min naxwaze’. Kincên xwe yên pak li xwe kir. Pêlavek nû kirî bû, ew xist piyên xwe û çû. Piştre jî min ew careke din nedît.

Min digot, belkî bê. Sê rojan li şaneşînê li bendê mam. Li xizmên xwe geriyam, li xwişka xwe geriyam, min ji her kesî pirsî bê li gel wan e yan na. Piştre jî çûn pirsîn û gotin, ‘Fatîh çûye’.”

Dayika Sena anî ziman ku zarokên wê ji bo Kurdistanê şehîd bûn û ew li ser rêyeke rast têkoşiyan.

‘EM BI RÊBERÊ XWE SERBILIND IN’

Kekê Tahîr û Fatîh Cevdet Yavîç jî diyar kir ku ew serbilind e ji ber ku kekê du şehîdan e û wê dilsozê bîranîna wan be. Yavîç bi navê malbatê dilsoziya bi Tevgera Azadiyê anî ziman û destnîşan kir ku divê xeta şehîdan bê parastin.

Cevdet Yavîç got, “Weke kekê du şehîdan, di şexsê şehîdên me de ez hemû şehîdan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Li pêşberî bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Soza ku me dane wan ji îro û pê ve jî em ê bi cih bînin. Em ê ji bo armancên şehîdan têbikoşin. Fatîh di daxuyaniya xwe de jî gotibû; Hîn di zarokatiyê de me PKK nas kir. Bi navê malbatê beriya her tiştî ji Serok Apo û Tevgera Azadiyê re sersaxiyê dixwazin. Em bi Rêberê xwe serbilind in. Dilsozê Tevgera Azadiyê ne, bi Tevgerê serbilind in. Weke malbat çi berpirsyarî û wezîfe bikevin ser milê me, em ê jê zêdetir bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk
Nûçeya Pişt re Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serhildêrekî nemir: Fîras

Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin

Li Dersimê xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Derketina ji Helebê didome

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ketin Helebê. Gelek kes hewl didin ji Helebê derkevin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?