Şaredariya Geverê ya Colemêrgê, li taxa Gungorê Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş vekir. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul di vekirina ku gelek jin beşdar bûn de axivî û diyar kir ku armanca vekirina navendê mezinikirina piştgiriya jinan e. Şadiye Kirmizigul bi bîr xist ku Gever di çarçoveya projeya bajarên jinan de yek ji şaredariyên hatî hilbijartin e û wiha axivî: “Pêwîst e jin hev biparêzin. Li bajarekî wisa xweş hewcedariya me bi saziyeke wisa hebû. Pêwîst e jin di warên civakî, çandî û hiqûqî de werin piştgirîkirin. Ev navend wê bibe qadeke ku jin tê de bên cem hev, piştgiriya xwe mezin bikin, ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên hevpar bibînin û xebatên cihêreng bimeşînin.”
Piştî axaftinan, navend bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî, azad dike Rêbertî” hat vekirin.
Vekirin, bi gerandina govendê bi dawî bû.

