Li gorî daxuyaniya kanala NRT ya nêzîkî Tevgera Nifşê Nû, ragihand ku ji aliyê çend kesan ve navenda sereke ya kanala wan ya li sîteya Gundê Almanî ya li bajarê Silêmaniyê hate gulebarankirin.
Her wisa di daxuyaniya kanalê de hat gotin ku kesên kanala wan gulebarankirine, di taksiyekê de bûn û piştî gulebaranê reviyane.
Hat zanîn ku heta niha nasnameya kesên çekdar eşkere nebûye, her wiha kanalê û Tevgera Nifşê Nû têkildarî êrişî berê tiliya xwe nedaye tu aliyan.
Her wiha saziyên ewlekariyê têkildarî êrişê heta niha tu daxuyanî nedane.

