Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye’
Kurdistan

‘Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye’

Gerîlayên YJA Starê Sîdar Baran û Hedar Rûbar Newroza gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û gotin, Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gerîlayên YJA Starê Sîdar Baran û Hedar Rûbar derbarê girîngiya Newrozê de ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Sîdar Baran, diyar kir ku meha Adarê bi coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re destpê kiriye û got ku têkoşîna jinan ji dîrokê heta roja me ya îro berdewam dike. Baran, da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê îro bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin û wiha got, “Di serî de em 8’ê Adarê Roja Jinan û Cejna Newrozê li hemû jinan pîroz dikin. Em Newroza mîmarê xeta jina azad Rêber Apo û hemû hevrêyên xwe yên girtî yên li zindanê pîroz dikin. Wateya Newrozê ji bo me, ji bo civaka me, ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê nûbûn e, hatina biharê ye û têkoşîna gelên bindest e. Ji ber vê yekê, Newroz cejna jin û gelan e. Her wiha Newroz vîna Mazlûm Dogan û Sema Yuce ye. Li ser vê bingehê em careke din cejna Newrozê li dayikên me yên di greva birçîbûnê de ne, li gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

 

Dîsa di dawiya Adarê de li Tirkiye û Bakur hilbijartinên xwecihî hene. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev demeke dirêj e li dijî gelê me polîtîkaya komkujî û qirkirinê dimeşîne û xwezaya Kurdistanê talan dike. Dîsa îradeya gelê me xesp kir û qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Li hemû bajar û bajarokan gelê me rastiya qeyûm dît. Coşa hilbijartinê ya gelê me, me gelekî kêfxweş dike. Bê guman gelê me wê di van hilbijartinan de qeyûmên dagirker ji Kurdistanê bavêjin. Gelê me ti carî qeyûmê ku vîna wan xesp kiriye, qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê , ez di wê baweriyê de me ku; Ji Serhed heta Rihayê, ji Amed heta Dersim û Botanê wê li her bajar û gundekî her kes faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê têk bibe. Divê gelê Botan, Amed, Dersim, Çewlîg, Riha û Mêrdînê pêşengên xwe ji bîr neke, divê her dayik û her malbateke zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kiriye, careke din nasnameya xwe, vîna xwe biparêze û dirûşma ku ‘PKK’ê gel gel li vir e’, biparêze. Divê her kes dengê xwe bide xwe. Xwedîderketina li vîna xwe tê wateya bêbandorkirina tecrîdê û têkbirina mêtîngerane.

Mesele ne tenê bidestxistina şaredariyan e, mesele li hemberî dagirkeran nîşandana vînê ye. Erdogan her roj dibêje kes nemaye, wî PKK qedandiye lê berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê didome. Divê ev têkoşîn tenê bi gerîla re sînordar nemîne, çi ji destê kê/kî tê divê bike. Di vê pêvajoyê de divê her kes vîna xwe nîşan bide û dengê xwe bide xwe. Li ser vê bingehê ez careke din Newroza gelê me, dayikan û hemû hevrêyên me pîroz dikim. Ev Newroz wê bibe Newroza ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lê were misogerkirin.”

‘GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’

 

Gerîlaya YJA Starê Hedar Rûbar, anî ziman ku her meh û her roj ji bo wan di nava berxwedanê de derbas dibe, komkujiyên di meha Adarê de yên li dijî gelê Kurd bi bîr xist û wiha got, “Beriya her tiştî ez şehîdên me yên di Komkujiya Helepceyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên meha Adarê di şexsê hevrê Mazlûm Dogan de bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.

Di 8’ê Adarê de hemû jinan bi rengê xwe qad xemilandin. Ez bawerim ku gelê me bi taybetî jî jin wê qadên Newrozê bi reng, deng û hebûna xwe dagirin û agirê Newrozê vêxin. Agirê azadiyê li dijî zilmê û dagirkeriyê weke agirê berxwedanê hate vêxistin. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan de ew agir careke din li zîndana Amedê hat hilkirin. Îro jî meşaleya azadiyê li her qadê di destê gelê me de bi awayekî hê bi îrade û bawertir bilind dibe.

Di 31’ê Adarê de wê li Tirkiye û Bakur hilbijartin pêk were. Em dizanin ku; Gelê me wê bi çûyîna ser sindoqan re vîna xwe nîşan bide. Desthilatdariya AKP’ê her çendî bi qeyûman hewl bide vîna gel xesp bike jî, gelê Kurd ê berxwedêr ti carî li ber zilmê stûyê xwe xwar nekir û teslîm nebû. Di vê hilbijartinê de gelê me wê vîna xwe biparêze û faşîzmê careke din têk bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bradostê Newroza serketin û azadiyê
Nûçeya Pişt re Newroza Amedê: Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji qadê bilind dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derket

Fadil Şenyaşar ê ku 3 roj piştî komkujiya ku bavê wî û 2 kekên wî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozturk: Divê komplo ji gelê Tirkiyeyê re rast bê vegotin

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku sosyalîstan pêvajoya Komploya Navneteweyî û piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Koordînasyona Kongra Star: Li dijî desthilatdariyê em hêza xwe bikin yek

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, "Weke rêxistinên jinan em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?