Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Newroz Ûysal: Divê em parastina xwe xurt bikin
Jin

Newroz Ûysal: Divê em parastina xwe xurt bikin

Newroz Ûysal diyar kir ku polîtîkayên dijminatiya li jinê yên li Kurdistanê têne meşandin ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk cuda nîne û got, "Divê em parastina xwe xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamentera Şirnexê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal polîtîkayên dijminatiya li jinan ên li Kurdistanê têne meşandin û bandora şerê taybet a di nava van polîtîkayan de ji ANF’ê re nirxand.

Newroz Ûysal anî ziman ku têkiliya polîtîkayên dijminatiya li jinan a bi şer re êdî bi şênberî tê dîtin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser tundiya li jinê û sûcên destavêtinê, tê dîtin ku ti ji wan bi tena serê xwe yan jî di nava malbatê de bûyerek nîne. Gelek hêmanên van polîtîkayên li dijî jinê hene. Hinek ji wan yekser sedema hev in, hinek jî hincetên bandorê li hev dikin. Lê belê di bingeha polîtîkayên jinê yên li Kurdistanê de şerê ji ber pirsgirêka Kurd heye, encamên ji ber sedema dewletê hene. Di nava van polîtîkayan de şerê taybet, yek ji sedemên herî girîng e.”

‘BANDORA ŞERÊ TAYBET DIVÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ BÊ DÎTIN’

Newroz Ûysal ragihand ku piştî plana têkbirinê ya sala 2014’an şerê li Kurdistanê ne weke rêbazeke alîgir, lê weke rêbaza bingehîn a şer hate bikaranîn û qala bandora van polîtîkayan li Tirkiyeyê kir, “Bi taybetî hêzên ewlekariyê, leşker, polîs, çawişên pispor, yan jî tîmên taybet, cerdevan û çeteyên hevkarên wan ji gelek aliyan ve êrîşî jinan dikin. Di nava vê êrîşkariyê de destavêtin, narkotîk, qedexekirina çand û ziman, zexta li dijî jinê hene. Ji ber polîtîkayên şerê taybet, berpirsyarên van sûcan bêceza têne hiştin. Di van hemû polîtîkayan de bi psîkolojiya ji ber şer û tundiyê li hin deveran mîlîtarîzm, li hin deveran nijadperestî geş dibe û êrîş li jin, zarok û civakê tê kirin. Ev polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên dijminatiya li jinan di nava hev de têne meşandin. Herî zêde jî bandorê li civaka Kurd dikin. Îro şerê taybet li Kurdistanê bi berfirehî tê meşandin, lê belê divê bandora vî şerê taybet a li Tirkiyeyê jî bê dîtin.”

‘REJÎMA QIRKER DIVÊ BÊ TEŞHÎRKIRIN’

Newroz Ûysal diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî jinan, civaka Kurd weke polîtîkayên qirkirinê bêne pênasekirin û teşhîrkirin û got, “Li hemberî van êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin, ji bo vê jî têbikoşin. Ji ber ku ev rejîma qirker dixwaze jinê, xwezayê, civakê bê îrade bike, lewma afirandina îradeyê wê bibe nuqteya herî mezin a parastina li dijî vê rejîmê. Lewma divê şêweyên kiryarên vê rejîmê û encamên wê timî di rojevê de bêne hiştin.”

‘NAVENDA REJÎMA QIRKIRINÊ GIRAVA ÎMRALIYÊ YE’

Newroz Ûysal destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şikandin ew nikarin ji rewşa kaotîk rizgar bibin û got, “Rejîma qirker Girava Îmraliyê ji xwe re kiriye navend. Li vê derê her cûre polîtîkayên li dijî jinê û civakê diafirîne. Lewma heta ku mekanîzmaya tecrîdê ya li Îmraliyê neyê şikandin, ev rejîm, ev mekanîzma nikare bê şikandin.”

‘EM TÊKOŞÎNA JINÊ MEZIN DIKIN’

Newroz Ûysal ragihand ku Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hem di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de, hem jî li hemberî polîtîkayên AKP-MHP’ê têkoşîn û çalakiyên mezin diyar kiriye û got, “Di nava sala 2024’an de me dest bi kampanyayekê kir. Me got, ‘Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin’. Û bi gotina ’em li dijî şer in, em xwe bi rêxistin dikin, li dijî şerê taybet li ber xwe didin, em li dijî xizaniya jinê ne’ me dest bi rêxistiniyê kirin. Yekemcar weke Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bi konferanseke rêxistinî ji bo xurtkirina rêxistina jinan me konferansek lidar xist. Yek ji sernavên me yên herî girîng ew bû ku li dijî şer, li dijî hemû şeran polîtîkaya gotinê ava bikin.”

Newroz Ûysal destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ji bo mezinkirina rêxistiniyê hem li qadê hem jî ji aliyê teorîk ve kedê didin, di nava hewldanan de ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji yekîneyên YPS jin çalakiyên bersivdanê
Nûçeya Pişt re Milîsên Medya Egîd ên HBDH’ê agir berdan febrîqeyekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Nezîr Dûman hatin cem hev

Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Nezîr Dûman ê di binçavan de ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn kir

Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Divê pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin

Rêber Apo: Divê diyardeya Kurd bi her alî tevlî qanûnîtiya Komarê bê kirin û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?