Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Kanîreşê: Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin!
Kurdistan

Newroza Kanîreşê: Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin!

Li Kanîreşê bi sedan kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn. Parlamenter Salîha Aydenîz got, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Îsal bi mîlyonan Kurdistanî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newrozê pîroz dikin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî piştî 12 salan cara ewil Newroz tê pîrozkirin. Bi sedan welatiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de ji gund û taxan berê xwe dan qada Newrozê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariya Çewlîgê Çîçek Ariç û Aydin Burçun, namzetên hevşaredariya Kanîreşê Zuhre Eroglu û Mehmet Genç tevlî pîrozbahiyê bûn.

Newroz ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî agirê Newrozê bi coşek mezin û dirûşma “Biji Serok Apo” hate vêxistin.

Pêşî namzeta Hevşaredariya Kanîreşê ya DEM Partî Zuhre Eroglû axivî û got, “Gelê Kanîreşê berxwedêr e, ji bo bi ser bikeve wê her tiştî bike. Ji bo ku em li vir bi awayekî însanî bijîn, çi ji me hatiye dizîn, em ê ji wan bistînin û tev bi hev re şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Di şeva 31’ê Adarê de em ê li vir govendê bigerînin. Dem dema Kanîreşê ye.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’yan de li Amedê hatibû xwendin, xwend.

Piştre jî parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz wiha got, “Îro di bin vê berfê de we careke din vîna xwe nîşan da û qad dagirtin. Yên ku dibêjin ‘me vîna Kurdan şikandiye’ divê baş li vê qadê binêrin. Newroz serî rakirin û bi berxwedanê re vîna jiyanê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin em ê agirê Newrozê heta dawiyê gur bikin.

Em ji vir dibêjin; ne hevrêyên me yên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin, berovajiya wê yên ku wan dixin girtîgehan ew terorîst in. Yên ku ziman û statuya Kurdan qebûl nakin, yên qeyûm tayînî şaredariyên me dikin, terorîst in. Heta ku gelê Kurd azad nebe gelê Tirk azad nabe. Ji ber vê yekê em ji bo azadiya me hemûyan, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin.

Îro ji ber ku dewleta Tirk ne demokratîk e, pirsgirêka Kurd roj bi roj kûrtir dibe. Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji ber ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe, îro tê tecrîdkirin. 

Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her derê ye. Ji ber vê jî heta ku ev tecrîd were şikandin divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Hewl tê dayin ku tecrîd weke şêweyekî rêveberiyê bê meşandin. Bi vê tecrîdê re hewl didin şer gur bikin. Hewl didin Kurdan bê statu bihêlin. Bi vê tecrîdê re hewl didin polîtîkaya qeyûm pêş bixin. Em jî dibêjin; Heta ku ev tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe, em ê têkoşînê bidomînin.” 

Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Mizgîn Turan û Denîz Esmer berdewam kir. Tevî hewaya sar û barîna berfê jî bi sedan kes govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÇEWLÎG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Dîgorê: Newroz azadî û berxwedan e
Nûçeya Pişt re Borrell: Şerîda Xezeyê êdî ‘goristaneke servekirî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebceyê di şewatê de 5 hezar donim erd şewitî

Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih diyar kir ku ji ber şewata ku li bajêr derketî, zêdetirî…

Ji aliyê Stêrk TV

QSDˊê nasnameyên 10 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku dema gel û herêmê li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

Li Geverê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn. Keskîn Bayindir li pîrozbahiyê axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?