Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Xelfetiyê: Bakirhan banga kombûnê li Meclîsê kir
Kurdistan

Newroza Xelfetiyê: Bakirhan banga kombûnê li Meclîsê kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê axivî û banga li Meclîsê kir ku li gorî banga Rêber Apo bicive. Bakirhan got, "Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku warê Rêber Apo ye, Newroz bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de wêneyê Rêber Apo hate hildan û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan got, “Xelfetî, ji bo jiyana bi hev re ya wekhev a li vê xakê navendeke gelekî girîng e. Kurd li Xelfetiyê bi ser xwe de hatin, li Xelfetiyê rabûn ser piyan.”

Bakirhan bi dewamî got, “Kurd bi têkoşîna Birêz Abdullah Ocalan ê ji Xelfetiyê dibe xwedî nasname, rûmet û aştiya xwe. Gelekî kêfxweş im ku îro li vê derê li warê jidayikbûnê yê Birêz Ocalan bi we re Newrozê pîroz dikim. Hîn çend roj berê li Girava Îmraliyê me hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re kir. Silavên Birêz Ocalan li hemşehriyên xwe, li xelkê Xelfetî û Rihayê hebû. Cejna we ya Newrozê pîroz dikir. Înşaleh di vê meha Remezanê ya pîroz de wê daxwazên we qebûl bibin, wê bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan. Tenduristî û moralê Birêz Ocalan baş bû.”

EV BANG BANGA DAWÎ YA LI HEMBERÎ ÎNKARÊ YE

Bakirhan banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi bîr xist û got, “Ev bang banga ji bo demokrasiyê ye. Banga ji bo xwişk û biratiyê ye. Banga ji bo bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed salî ye. Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a Kurdna, Elewiyan û gel û baweriyên din bangeke gelekî girîng e. Lewma divê beriya her tiştî em xwedî li vê bangê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de qala welatîbûna wekhev, pêşîgirtina li kuştina jinan, parastina mafê jiyanê û paşeroja ciwanan tê kirin. Banga ji bo wê yekê ye ku êdî qeyûm li îradeya Xelfetiyê neyê tayînkirin, banga ji bo bidawîkriina înkara sed salî ye.”

‘EM SERBILIND Û KÊFXWEŞ IN, JI BER KU XWEDÎ LÎDEREKÎ WEKE BIRÊZ OCALAN E’

Bakirhan bi dewamî got, “Birêz Ocalan ji me re got: Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî Kurd, Elewî û jinan nabe. Li Sûriyeyê demokrasî bêyî Kurd, Êzidî û Ermenan û gel û rengên din ên li wê derê nabe. Ji bo Rojhilata Navîn ku cîhan jê re nebû çare rêyeke rizgariyê pêşkêş kir. Birêz Ocalan ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê bi paradîgmaya xwe, bi çareseriya xwe bû mînak. Cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku em xwedî lîderekî weke Birêz Ocalan e ku li hucreyeke ji 12 metreçargoşeyî 27 sal in ji bo mirovahiyê têdikoşe.”

‘BI VÊ BANGÊ RE HER TIŞT NÛ DESTPÊ DIKE’

Bakirhan anî ziman ku bi vê bangê re her tişt neqediya ye û got, “Bi vê bangê re her tişt nû destpê dike. Ciwan xwedî wê berpirsyariyê ne ku bi ruhê ciwantiyê vê bangê bi rêxistin bikin. Xwedîderketina li vê bangê berpirsyariya we ye.”

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN DANÛSTANDINAN Û JIYANÊ BÊNE SERERASTKIRIN

Di dewama axaftina xwe de Bakirhan got, “Ji Xelfetiyê, ji bajarê ku Birêz Ocalan lê ji dayik bû dixwazim bang li desthilatdariyê bikim. Hûn ê kengî şert û mercên jiyanê û danûstandinê yên azad ên Birêz Ocalan sererast bikin? Hûn li benda çi ne? Divê şert û mercên jiyanê û muzakereyan ên Birêz Ocalan tavilê bêne sererastkirin. Ji bo bi hezaran hevrêyên me yên weke Slehattîn, Fîgen, Leyla, Ayşe ên girtî bi me re têkoşînê bimeşînin divê bingeh bê amadekirin.”

Bakirhan bang kir ku ji bo jiyaneke wekhev a Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê guhertinên qanûnî bêne kirin û ev bang li Meclîsê kir: “Ev bang bangeke dîrokî ye. Divê Meclîs li pêşberî vê banga dîrokî bi rola xwe rabe û sererastkirinên qanûnî tavilê bike û bi vê armancê bicive.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û girseya gel li ber stranên hunermend Arhat govend gerand.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN XELFETÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê hate dadan
Nûçeya Pişt re Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya AKP’ê re hevdîtin kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD bi şandeya siyasî ya Swêdayî re civiya

Di hevdîtina navbera hevserokatiya MSDˊê û şandeya siyasî ya Swêdayî de peymana 29ˊê Çileyê, dorpûä…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?