Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye
Rojane

Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku demokratîkbûyîn bingeha Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e û got ku pêşketina pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Mafparêz û Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci têkildarî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji ajansa mere axivî.

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê aşitî bes ne weke bêdengbûna çekan were fêmkirin û got ku demokratîkbûyîn ne hêmaneke dawîn a pêvajoyê ye berovajî wê bingeha wê ye. Şebnem Korûr Fîncanci got ku pêşketina pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev yek anîn ziman: ‘’Muzakere berdewamiyê hewce dike; bêyî ragihandina bênavber, xwegihandina agahiyan û têkiliya li gel aktorên ji civakên cuda ne pêkan e ku bi rêk û pêk pêş bikeve.’’

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci anî ziman ku muzakere nayên wateya bidawîbûna têkoşîna ji bo mafan û got: ‘’Berovajî wê tê wê wateyê ku siyaseta demokratîk, beşdariya civakî û têkoşîna ji bo mafan  dikevin şûna tundiyê.’’

Dema ku em ji perspektîfa mafparêziyê lê binêrin, divê ‘’aşitiyeke rastîn û birûmet’’ xwe bispêre kîjan krîterên şênber?

Di destpêkê de divê aşitî bes weke bêdengbûna çekan neyê pênasekirin.  Helbet nemirina însanan û bidawîbûna şer û pevçûnan gelekî girîng e. Lê belê ev yek destpêka aşitiyê ye; ne ew bi xwe ye.

Di bingeha aşitiyeke rastîn û birûmet de rûmeta însanan, hemwelatîbûna wekhev, misogerkirina mafan û mafê gotinê yê însanan ê li ser jiyanên xwe hene. Pergaleke civakî ya ku di nav de însan bêyî ku bitirsin nasname, ziman û fikrên xwe îfade bikin; mafê hilbijartinê bi rastî jî pêk tê û hiqûq li gorî kesan yan jî nasnameyên siyasî neyê guherîn hewce ye.

Aliyekî din ê girîng heqîqet û edalet e. Ger di paşerojê de binpêkirinên mafan pêk hatibin li gel veşartina van yekan aşitiya mayînde nayê avakirin. Divê li gel windahiyên  însanan, êşên wan, koçberkirina wan a bi darê zorê, êşkenceya dîtine û binpêkirinên din ên mafan rûbirbûnek çêbibe. Heya ku hesabdayîn û mekanîzmayên sererastkirinê nebin gotina;  ‘’Em  êdî paşerojê jibîr bikin’’ aşitiyê naîne.

Ji ber wê yekê aşitiya birûmet; hebûna pêkve ya nebûna şer û pevçûnan, heqîqet, edalet, wekhevî, azadî û beşdariya civakî ye.

Hûn dibêjin ku divê em ‘’aşitîyê’’ li gel nebûna şer  û pevçûnan sînordar nekin. Demokratîkbûyîn ji aliyê vê pêvajoyê ve çima girîng e?

Ger em aşitiyê bes weke bidawîbûna şer û pevçûnan bibînin em wê kêm bihêlin. Meseleya rastîn, pêkanîna şert û mercên demokratîk ên pêkvejiyanê ye. Heya ku serweriya hiqûqê, hemwelatîbûna wekhev, azadiya derbirînê û xurtbûna edaletê pêk neyên civakîbûna aşitiyê jî zehmet dibe.

Em neçar in ku êşên berê berawird nekin û pêşerojeke hevpar a ku herkes qebûl dike ku rûmeta însanan wekhev e, ava bikin.

Ji ber ku aşitiya rastîn bes ne bêdengbûna çekan e; civakeke wisa ye ku însan bêyî tirsê jiyana xwe didomînin, maf tên misogerkirin û bi awayekî demokratîk xwe îfade dikin. Aliyê rastîn ê aşitiyê civak bi xwe ye.

Demokratîkbûyîn ne hêmaneke dawîn a pêvajoyê ye berovajî wê bingeha wê ye. Ji ber ku ger hûn sedemên ku rêli ber derketina şer û pevçûnan vedikin ji holê ranekin û bes çekan bêdeng bikin, hûn pirsgirêka heyî çareser nakin.  Heya ku daxwazên însanan ên weke hemwelatîbûna wekhev, azadiya derbirînê, xwebirêxistinkirin, nûnertiya siyasî û ewlehiya hiqûqî neyên dabînkirin wê rageşiya civakê xwe bi awayên cuda nîşan bidin.

Aştî û demokrasî du pêvajo ne ku hevûdu temam dikin. Ger hûn ji aliyekî ve qala aşitiyê bikin û ji aliyekî din ve jî qada demokratîk teng bikin wê demê wê baweriya civakê ya ji aşitiyê re nemîne.

Temînata aşitiyê demokrasî ye; yek ji nîşaneya demokrasiyê ya herî girîng ew e ku pirsgirêkên civakî li şûna tundiyê li gel siyaset û hiqûqê werin çareser kirin.

Têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî pêngaveke şênber nehatiye avêtin. Ji bo pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk girîngiya vê yekê çi ye?

Divê ev mesele ne li ser cudahiyên ji kesan re were naskirin berovajî wê divê li ser şert û mercên pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk were nirxandin. Ger di pêvajoya hevdîtinan de ji kesekî re roleke diyarker were dayîn divê şert û mercên weke ragihandin, hevdîtin û xebatê yên ku ew kes erkê xwe bi cih bîne, werin dabînkirin. Hevdîtin berdewamiyê hewce dike; heya ku ragihandina bênavber, xwegihandina agahiyan û temasa li gel aktorên ji civakên cuda nebin pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk zehmet e.

Ji aliyê mafên mirovan ve jî prensîba bingehîn eşkere ye. Divê mafên hemû kesên ji azadiya xwe hatine bêparkirin  di çarçoveya hiqûqa neteweyîû navneteweyî de werin misogerkirin. Li rex vê yekê divê pêvajo ne girêdayî kesan berovajî wê girêdayî mekanîzmayên saziyan ên xwedî temînata hiqûqî  were birêvebirin ku ev yek ji aliyê mayîndebûnê ve girîng e.

Weke we jî anî ziman ger atmosfera şer û pevçûnan pirsgirêkeke tenduristiya civakê be, ji bo sererastkirina tehrîbata tundî û şer û pevçûnan ya li ser derûnî û tenduristiya civakê divê ji ku were destpêkirin?

Em nikarin bandorên şer û pevçûnan bes li ser hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne  bipîvin. Şer û pevçûn; dibin sedema derketina encamên piralî yên weke koçberiya bi darê zorê, xizanbûn, xwenegihandina xizmetên tenduristiyê, hesta tirsê ya berdewam, trawmaya navnifşî û têkçûna têkiliyên civakî. Ev hemû pirsgirêkên tenduristî yên civakî ne.

Yekempêngava başbûnê ew e ku divê atmosfereke ku însan bi awayekî ewle tiştên ku hatine serê wan, bînin ziman. Xuyabûna heqîqetê destpêka başbûnê ye jî.

Lê belê hûn nikarin trawmaya civakî bes li gel piştevaniya derûnî sererast bikin. Derketina heqîqetê, dabînkirina edaletê û avakirina mekanîzmayên sererastkirinê jî perçeyên girîng ên başbûnê ne. Edalet di heman demê de meseleyeke tenduristiya gel e.

Ji bo ku civaka sivîl, rêxistinên mafparêz û odeyên pîşeyan di vê pêvajoyê de ne weke temaşevanên pasîf, berovajî wê bibin hêmanên damezrîner divê mekanîzmayeke çawa were avakirin?

Nabe ku aştî bes weke muzakereyeke teknîkî ya di navbera dewlet û aktorên çekdarî de tê birêvebirin, were dîtin.

Aliyê ku di nava aşitiyê de bijî, civak bi xwe ye. Ji ber wê yekê divê mekanîzmayên ku rêxistinên jinan, odeyên pîşeyan, sendîka, saziyên mafparêz, akademî û civakên ku bi awayekî rasterast ji şer û pevçûnan bandor bûne bi awayekî birêkûpêk û sazûmanî tevlî bibin, werin avakirin.

Divê bes nêrînên rêxistinên civakî neyên standin di heman demê de divê bibin aliyên damezrîner ên pêvajoyê dişopînin, binpêkirinan belge dikin, pêşniyaran pêş dixin û daxwazên civakê radigihînin pêvajoyên biryarstandinê.

Aştî ne ya li jor tê îlankirin, pêvajoyeke wisa ye ku li gel beşdariya civakê tê avakirin.  

Derdorên ku têkildarî pêvajoyê xwedî fikar hene. Gelo tê fêmkirin ku pêvajoyên muzakereyan di heman demê de pêvajoyên têkoşînê ne?

Nabe ku fikarên însanan biçûk werin dîtin. Tirkiye beriya niha bi hewlên çareseriyê yên têk çûne re rû bi rû maye. Ji ber vê yekê pirsên însanan ên têkildarî mayîndebûna pêvajoyê gelekî di cih de ne.

Lê belê pişgirîdayîna pêvajoyê û rexnekirin ne dijberên hevûdu ne. Pêvajoyeke muzakereyan a demokratîk hewceyî kontrola civakî ye.

Muzakere nayê wateya bidawîbûna têkoşîna ji bo mafan. Berovajî wê tê wê wateyê ku siyaseta demokratîk, beşdariya civakî û têkoşîna jibo mafan dikevin li şûna tundiyê.

Divê bêdengbûna çekan neyê wateya bêdengbûna civakê. Divê civak zêdetir biaxive, zêdetir tevlî bibe û bi awayekî xurttir daxwazên xwe yên têkildarî demokratîkbûyînê bîne ziman.

Civakeke ku ne bes li benda aşitiyê disekine, ya ku wê girêdayî mafan ava dike temînata aşitiya mayînde ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê QSD bi malbatên şehîdan û şêniyan re civiya

QSD bi malbatên şehîdan û xelkê Dêrazorê re civiya. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga girtina saziyên darbeye û destûreke nû hate kirin

Di salvegera 45’an a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de li gelek bajaran daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?