Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nobeda li Wanê: Biryar ji bo gelê Kurd bêhikum e
Kurdistan

Nobeda li Wanê: Biryar ji bo gelê Kurd bêhikum e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Wanê di çalakiya nobedê de axivî û destnîşan kir ku biryara ceza ya li Abdullah Zeydan hatiye birîn bê hikum e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Piştî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, duh li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê hate destpêkirin û çalakî didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li çalakiya li pêşiya şaredariyê bûn.

Bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya şaredariyê daxuyanî hat dayin.

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji ewil axivî û got: “Gelê Wanê tevî vê hewayê sar jî îradeya xwe diparêze. Yên ku êrişî îradeya gel dikin û zilmê li gel dikin ji van kiriyarên xwe şerm nakin. Yên dizî û nelirêtiyê dikin, îradeya milyonek û 200 hezar welatiyên bajar didizin û dibêjin ‘em we nas nakin.’ Bedela wê çi dibe bila bibe em ê îradeya vî gelî biparêzin. Em ê li dijî vê bêşermiyê rûmeta xwe biparêzin. Yên mafdar û demokrasiyê diparêzin, em in. Em tevek jî dizanin ku pêvajoya hatiye meşandin kompas e. DMME’yê jî di vê der barê de biryar da. Hewl didin bi rêya kompasan dîsa îradeya gel xesp bikin.”

Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr jî ev tişt anî ziman: “Vê îktîdarê, zilma xwe mîna şûrê Demokles li ser serê gelê me gerand. Me ev qebûl nekir. Di hilbijartinê de gelê me encameke baş bi dest xist. Her 14 şaredarî jî bi dest xist û AKP li vî bajarî kir partiya tabelayê. Niha dixwazin dîsa îradeya gel xesp bikin. Ev dosya, dosyayeke vala ye û îstînafê tu caran qebûl nekir. Helwesta dadgehê helwestekî siyasî ye û eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne.”

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî ev tişt anî ziman: “Kesek nikare rûmet û kerameta xelkê Wanê jinedîtî ve bê. Pergala qeyûm pergala kompasê ye. Îktîdarê ji vê pergala qeyûm bo xwe ders negirt. Xelkê Wanê li gel îradeya xwe cih girt. Dê ev gel heta dawiyê xwedî li têkoşîna xwe derkeve. Em ê bi ser kevin û ew jî dê têk biçin. Xelkê Amedê bi gelê Wanê re ye. Wan rûmeta me ye.”

 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev sed sal in gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Jin û ciwanên Wanî niha li gorî demokrasiyê tevdigerin. Di hilbijartinê de her cureyên hîleyan kirin, hilbijêr şandin lê dîsa jî xelkê Wanê derseke baş da polîtîkayên qeyûm, şer, înkar û pişaftinê yên aqilê dewletê. Emrê qeyûmekî heta hilbijartinê ye lê yê telê Kurd bi hezaran salî ye. Ma di hiqûqa vî welatî de nasnameya Kurdan heye? Hiqûqa ku em tê de cih nagirin, hiqûqa serdestan e. Tu hukmê wê biryara darazê di nezera Kurdan de tune ye. Sûcê tu hevşaredarên me nîne. Yên sûcdar, aqilê dewletê ye. Pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û hiqûqê heye. Me du caran Wan stand lê hewl didin cara sêyemîn qeyûm tayîn bikin. Dê xelkê Wanê bersivê bide polîtîkayên neçareseriyê yê aqilê dewletê.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û wiha pê de çû: “Hûn li vî welatî rojevên cuda derxînin jî pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. We kompas kirin lê gelê Kurd dersa demokrasiyê da we. Em ê niha bi gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re li ser serdema nû biaxivin. Navê serdema nû jî divê bi çareseriya demokratîk û aştiyê bê bibîranîn. Ji tu kesekî dengek dernakeve lê di 12 metrekareyên li Îmraliyê de hewldaneke mezin heye û dema wê ye ku em piştgiriyê bidin vê hewldanê. Em ji aqilê dibêje; ‘Çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan nîne’ re dibêjin ku berxwedana gelê Kurd berxwedana neteweya demokratîk e. Gelê Kurd dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bi paradîgmaya birêz Ocalan têbikoşe. Dawiya vê têkoşînê azadî ye.”

 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî berxwedana gelê Wanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Li Turkiyeyê tu bajaran tevahiya şaredariyan ji hêla tenê yek partiyê ve nehatine bidestxistin. Lê Wanê her 14 şaredarî jî bi dest xist. Vaye tehemûla vê nakin. Kompasa ewil a li dijî Wanê hewl dan bi mazbatayê bikin. Lê hûn pir xurt xwedî li îradeya xwe derketin û ne tenê Tirkiyeyê lê hemû dinyayê dengê we bihîst. Ev, serkeftina we bû. Hevşaredarên me li dijî texrîbat û îşkenceya zîhniyeta qeyûmperest li gelê me kirî xizmet kirin û xebitîn. Destên xwe ser şaredariyên me bikişînin, em dixwazin xizmetê bikin. Rêya cezakirina birêz Zeydan vedikin. Tu hukmê vî cezayî di nezera me û qanûnan de tune ye. Ev cezaye ne tenê xespkirina vîna gelê Wanê ye, her wiha binpêkirina destûra bingehîn e. Tevî rapora pisporan ku divê tavilê beraet bihata kirin, ceza dan. Em vê qebûl nakin.”

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku îktîdara ku mafê bijartin û hilbijartinê ji bo Kurdan zêde dibîne peyama “Hûn nikarin Wanê birêve bibin” dide gel û wiha pê de çû: “Ev îktîdare derbeyeke siyasî dike. Niha jî rêya vê vedike. Qeyûmên heta niha derbeyên siyasî bûn. Binêrin, mîna derbeya 12’ê Îlonê bi polîs, wesayîtên zirxî, cop û hwd. dor li şaredariyê girtine. Li şaredariyên qeyûm tayîn kirine bişev mîna dizan polîs bicih kirine. Em ê li Wanê rê nedin vê. Em ê heta dawiyê bi hev re xwedî li îradeya xwe derkevin û bi hev re bi ser kevin. Encama hemû berxwedanan serkeftin e.”

Tulay Hatîmogûllari, got ku AKP hewl dide pêvajoyê tune bike û axaftina xwe wiha qedand: “Bi Îmraliyê re hevdîtin tên kirin û ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane li ser pêvajoya guftûgoyê tê axaftin. Bi tayînkirina qeyûman û cezakirina hevşaredarên me hewl didin vê pêvajoyê tune bikni. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin pêvajoya aştî û guftûgoyê bidome. Em dixwazin ev guftûgo bi aştiyê tacîdar bibe. Lê hûn bi operasyonên serê sibehê, bi cezakirina hevşaedarên me û tayînkirina qeyûman vê pêvajoyê tune dikin.

Em ê li her çar aliyên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin Wanê. Dilê her kesî ji bo Wanê lê dide. Abdullah Zeydan, Neslîhan Şedal û hemû bijartiyên me rûmeta me ne. Ricaya me ji ew e ku li dijî hewldana xespkirina îradeyê vê meydanê vala nehêlin. Em ê li ber xwe bidin, têbikoşin û bi ser kevin.”

Piştî axaftinan, li ber stranan govend hate gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayê HPG’ê Şehîd Fedakar li Şengalê hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Nûnerên Rêveberiya Xweser cihê xwe di çeperên şer de girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Qanûn û dadgehên ku Bahçelî dixwaze

Qanûna Xiyanet-î Vataniye û Dadgehên Serbixwe ya ku Serokê MHP’ê yê giştî Devlet Bahçelî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şerîda Xezeyê heta niha 30 hezar û 717 kes hatin kuştin

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku di roja 152'emîn a şer…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?