Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe
Kurdistan

‘Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe

Dayikên Nobeda Edaletê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê çalakiya xwe ya 'Deng bidin azadiyê' dewam dikin. Ji dayikên girtiyan Afîfe Kartal ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got 'Divê em dengê xwe yê li dijî tecrîdê bilind bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dayikên Nobeda Edaletê, bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirinên mafên mirovan ên li ser girtiyên siyasî çalakiya xwe ya ‘Deng bide azadiyê’ dewam dikin. Dayik her du hefteyan carekê roja Duşemê li hev kom dibin û daxuyaniyê didin çapemeniyê.

Dayika girtî Mûhammed Kartal, Afîfe Kartal ji bo mîtînga 13’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, “Armanca çalakiya me bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Em bang li cîhanê dikin; tecrîdê bi dawî bike.”

Afîfe Kartal destnîşan kir ku ew li ser şopa doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, “Zarokên me li ser şopa wî canê xwe feda kirine. Ew Rêberê 50 mîlyon Kurdî ye. Bila tecrîd bi dawî bibe; gelê Kurd û Rêberê wan bigihêjin hev. Eger Birêz Ocalan biaxive, ciwanên me wê nemirin, xwezaya me wê neyê talankirin, krîz û şer wê bi dawî bibin. Ev dewlet mirov, xweza û heywanên me dikuje. Çand û zimanê me tine dihesibîne. Em daxwaza aştiyeke bi rûmet dikin.”

Afîfe Kartal bi gotina ‘Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’ bang li Kurdan hemûyan kir ku 13’ê Cotmehê beşdarî mîtînga li dijî tecrîdê ya li Amedê bibin û got, “Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe û dengê xwe bilind bike.”

Kartal diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş giran bûye û got, “Divê girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. Girtiyên ku cezayê wan qediya ye divê werin berdan. Bi her awayî dijminatî li Kurdan tê kirin. 2 caran anjiyo bûm, tiliyên lingê min ji ber şekir parçe bûne, êdî nikarim bimeşim lê belê bi vî halê xwe jî ez dest ji çalakiyê bernadim. Eger îro em dengê xwe bilind nekin wê sibe kes dengê xwe bilind neke. Divê Kurd bibin yek, li ber tecrîdê û neheqiyê rabin, xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Divê kes nekeve xefika AKP-MHP’ê. Em birçî bimînim lê belê dest ji rûmeta xwe bernedin. Di 13’ê Cotmehê de li Amedê mîtînga li dijî tecrîdê heye. Em dixwazin aştiyeke bi rûmet bê Kurdistana me. Bila dilê me êdî neşewite. Bila dilê dijminên Kurdan êdî bişewite. Ez pere naxwazim, malê dinyayê naxwazim, em feqîr bin, birçî bin lê belê bi Birêz Ocalan re bigihêjin hev, 4 parçeyên Kurdistanê bila bibe yek, aştî bê, zarokên me ji girtîgehê derkevin. Di mîtîngê de jî em ê ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!
Nûçeya Pişt re Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -V
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

Li eywana Manastira Katharien a li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê lîstika şanoya yekkesî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş Soydan Akay serbest hat berdan

Girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 32 sal in girtî ye û çar caran berdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Bexdayê bi Serokê YNK’ê re hevdîtin kir

Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku Qasim Erecî di çarçoveya lêkolînên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?