Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobeta Edaletê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin
Rojane

Nobeta Edaletê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin

Li gelek navendan Nobetên Edaletê berdewam dikin. Welatiyên tevlî Nobetên Edaletê bûn, diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê di roja 43’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), ANYAKAYDER, MATUHAYDER, DBP, rêxistinên bajar û navçeyanên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.

Sînem Ozkan li ser navê BMG’ê axivî. Ozkan diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewlet gefê li civakê dixwe. Ozkan, wiha domand: “Nobeta Edaletê, ji bo em dengê girtiyan bidin bihîstin rêbazeke. Grevên birçîbûnê îradeyeke pir girîng in. Em jî dê li dijî êrişên dewletê, bi îradeya xwe ya şoreşger serî netewînin. Em girêdayî îradeya têkoşîna gelê Kurd in. Em bi rêhevalên xwe yên li girtîgehê û bi dayikên xwe yên Nobeta Edaletê didomînin re ne. Em jî dixwazin bibin dengê wan û tecrîdê bikin rojev.”

‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’

Ji BMG’ê Mahmût Çîftçî jî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û wiha got: “Di serî de Kurdistanê, tevahiya gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ne. Em tevek dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Bila rêya birêz Abdullah Ocalan bê vekirin. Heke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve azad bibe, dê rêya azadî û wekheviyê jî bê vekirin. Heta ku rêya Abdullah Ocalan neyê vekirin dê ne li Kurdistanê ne jî li Tirkiyeyê tu kes xweşiyê bi xwe nebe. Ji bo vê jî divê em têbikoşin. Li her çar aliyên cîhanê tê gotin ku rêya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes vê têkoşînê mezin bike.”

AMED

Li Amedê jî Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpekirin di roja 51’an de dom kir. Kesên tevlî nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Farqîn û Xana Axpar û namzetê Hevşaredariya Farqînê Kadrî Esen îro çûn serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser tecrîdê û diyar kirin ku divê Nobeta Edaletê bê mezinkirin. Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

EDENE

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveber û endamên komeleyan jî piştgirî dan. Di çalakiyê de dayikan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Beşdaran daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên komeleyê û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

WAN

Nobeda Edaletê ku li Wanê di pêşengiya TUHAY-DER’ê de hatiye destpêkirin, di roja 51’an de berdewam kir. Çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya DBP’ê ya Bajar berdewam dike. Îro şêniyên taxên Selîmbey û Yaliyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê.

Meta girtiyê nexweş Emîn Kurban ku 30 sal in girtî ye, Feyruz Sungur di çalakiyê de axivî û grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê silav kir. Sungur, wiha domand: “Emîn Kurban li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê di hucreyê de tê ragirtin. Nexweşiya wî ya gurçikan heye, ji dilê xwe anjiyo bûye û felc bûye. Piştî salên dûvdirêj rakirin nexweşxaneyê. Ev 30 sal in girtî ye lê nayê berdan. Em dixwazin hemû girtî azad bibin. Ma ev zilm dê heta kengî berdewam bike? Heta ku ev zilm bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Dayikên Aştiyê yên tev li nobetê bûn jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fanêle resandin.

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” dom kir.

MÊRDÎN

Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de berdawam dike. Nobeta ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan dane destpêkirin, îro bi serdana endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê berdewam kir. Endamên komeleyê stran gotin. Welatiyan gotin ku dê çalakiya xwe mezin bikin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin” û “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Rêveberên Jin Bihevre Bihêz in a Îzmîrê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar, ANYAKAY-DER, ESP û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Ji Jin Bihevre Bihêz in Zîlan Tayboga got ku ew li dijî tecrîdê piştgiriyê didin nobetê. Tayboga, got ku ew ji bo mezinkirina têkoşînê hatine serdanê.

Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan jî xwest ku her kes piştgiriyê bide Nobeta Edaletê. Endama ESP’ê Aylîn Aker jî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dê li Stenbolê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Li Îzmîrê jî dê di 31’ê Çileyê de, di 1’ê Sibatê de û di 2’yê Sibatê de li avahiya me ya li Alsancakê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin.”

Nobet, bi stranan dom kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nivîskarê girtî Çeper: Piştî greva birçîbûnê, dest bi êrîşê kirin
Nûçeya Pişt re Kalkan: Êrîşa komploya navneteweyî dikare bê têkbirin, ji vê yekê bawer bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leşkerên Tirk ên dagirker kesek qetil kir

Di encama gulebarana leşkerên Tirk ên dagirker de, li gundê Dûdayê kesekî jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd bû hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Xalid El Omerî li Minbicê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn

Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn û hate ragihandin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?