Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin
Rojane

Nobetên Edaletê: Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin

Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir û di çalakiyan de hate gotin ku heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Serdanên ji bo nobetê îro jî berdewam kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên rêxistina Westanê (Gevaş), namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û şêniyên taxên Nû û Karşiyakayê hatin serdana nobetê.

Hevserokê DEM Partiyê yê Westanê Muzaffer Yildiz di serdanê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke li welatekî wijdan nebe, edalet jî nîne. Heta ku birêz Ocalan û girtî azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Namzet Neslîhan Şadal jî got ku dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û ew dixwazin êdî azad bibe. Namzet Abdullah Zeydan jî anî ziman ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah  Ocalan e. Tekane muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Dema dengê birêz Abdullah Ocalan tê, aramî, edalet û aştî tê.”

Çalakî bi serdanan berdewam kir.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 66’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Erdemliyê hatin serdanê. Di serdanê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Erdemliyê Zeliha Menge di çalakiyê de got ku ew naxwazin dayikên leşker û gerîlayan bigirîn û anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan radibe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftina Hevserokê Erdemliyê Mahmût Begîk, nobet bi gotina stranan dom kir.

EDENE

Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê çalakî domandin û rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdanê. Dayika Aştiyê Gulistan Arslan got ku ji bo rê li ber girî û xwînê were girtin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî gelek kesan serdana çalakiya li avahiya DBP’ê berdewam dike kirin. Gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sohbet hatin kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Meşa Azadiyê dê di 8’ê Sibatê de bigihije Nisêbînê û ji wer derbasî navçeyên Qoser û Artukluyê bibe. Nûnerê TUHADFED’ê Fettah Tekîn banga tevlêbûnê kir.

Tekîn da zanîn ku dê baskê meşê yê Wanê sibe bigihije Nisêbînê û wiha got: “Em dixwazin wan bi girseyî pêşwazî bikin. Ev meş ji bo azadiya birêz Ocalan hate destpêkirin. Heta Abdullah Ocalan azad nebe jî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Lewma divê gelê me xwedî li van çalakiyan derkeve. Ev çalakiya me ne ji bo çendek roja ye. Dê di 8’ê mehê de li Nisêbînê, di 9’ê de li Artukluyê û di 10’ê mehê de jî li Qoserê bin. Hêvîdarim gelê me bi girseyî tev li bibe. Tekane daxwaza malbatên di nobetê de jî azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tekan muxatab Abdullah Ocalan e. Çareserî di destê Abdullah Ocalan de û li Îmraliyê ye. Divê hevdîtin bên kilrin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.

Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê û welatî hatin serdana nobetê û bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê. Beşdaran her wiha banga tevlêbûna “Meşa Azadiyê” kirin. Welatiyên hatin serdanê gotin ku divê gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêhtir têbikoşe û yekitiya xwe ava bike.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 56’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe, Sîlîvrî, Çekmekoy û Sultanbeyliyê û nûnerên Federasyona Komeleyên Amedê (AMEDFED), Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û nûnerên komeleyê, Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Nîhat Demîr, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin.

‘KARÊ ME TÊKOŞÎN E’

Ji çalakvanan Fînce Akman di çalakiyê de got ku divê xizmên girtiyên û her kes xwe birêxistin bike û ev tişt anî ziman: “Em ê di vê têkoşîna birûmet de bi serfirazî bi ser kevin. Divê têkoşîna tenê li ser milê me dayikan nemîne. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Tu çareseriyên me yên din nînin. Karê me têkoşîn e.”

‘DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN’

Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî got ku wan peywira xwe rêhevaltiyê ya bi Abdullah Ocalan re bicihneanîne û wiha got: “Li pêşberî xeletiyên me hene. Abdullah Ocalan îro nikare bi malbat û rêhevalên xwe re hevdîtinê bike. Divê em derfetên hevdîtinê biafirînin. Divê em bikin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Baş e ku Abdullah Ocalan heye, baş e ku dijî. Divê em Abdullah Ocalan ji wir derxînin.”

‘EM AZADÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ BIPARÊZIN’

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd didome û got ku divê her kes xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan derkeve, bi destê hev bigire û aştî, azadî û wekheviyê biparêze.

Çalakî bi tililî, çepik û dirûşman berdewam kir.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajar, TJA, MEBYA-DER, Hewldana 78’an, OHD, Olatforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, DEM Partî, DBP, HDP û gelek welatî hatin serdana nobetê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz di çalakiyê de axivî û banga xwedîderketina çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk k ir.

Piştî axaftinan jî stran hatin gotin û çalakî dom kir.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê hatiye destpêkirin di roja 19’an de berdewam kir. Keça girtiya nexweş Mhlîse Karaguzel a bi navê Zîlan Karaguzel, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîr û navçeya Bucayê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Melahat Kuçukaydin axivî û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir. Kuçukaydin diyar kir ku barê dayikan giran û got ku dayik ji bilî aştiyê tu tiştekî din naxwazin.

Kuçukaydin, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ji vir hezar silavan ji Îmraliyê re dişînim. Birêz Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e. Em ê tenê wî bi tenê nehêlin.”

Nobet bi serdanan berdewam kir.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 90 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re DEM Partî dê li Stenbolê ‘namzetek bi hêz’ nîşan bide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê zemînê hiqûqî û siyasî were avakirin’

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Abdullah Ocalan diyar kir ku divê bersiva banga Rêber Apo were…

Ji aliyê Stêrk TV

Tê îdîakirin ku li dijî Esad hewla darbeyê çêbûye

Tê îdîakirin ku li Şamê bi rêveberiya Tumgeneral Husam Loqa ku serokê midûriyeta ewlehiya giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?